Partiya Maf û Azadiyan, di sala 2002an de ji aliyê qadroyên ku xwedî raman û tecrubeyên cuda ve hat avakirin. HAK-PARa ku di nava 20 rojên piştî avakirina wê de doza girtinê lê hatiye vekirin, 6 salan di bin gefên doza girtinê de mecbûr maye ku hebûna xwe biparêze.
Doza girtinê ku qala wê tê kirinê, encax di sala 2008an de (bi nepejirandina xwesteka girtinê) gihiştiye encamekî.
HAK-PAR partiyeke plûralist, guherînxwaz, demokratîk û azadîxwaz e û rêgezên hiqûqa gerdûnî referans digire. Xwedî li mîrateya têkoşîna neteweyî, demokratîk û aştîxwaz a gelê kurd a 40 salên dawi derdikeve û xwe yek ji wêrisê vê kevneşopê dihesibîne.
HAK-PAR şêweyên demokratîk, aştiyane û siyasal ên têkoşînê wek rêbazên têkoşînê dipejirîne û di wê baweriyê de ye ku pirsgirêk bi rêbazên çekdarî û şîdetê çareser nabin.
Ji bo demokrasiyeke beşdar û plûralîst têdikoşe ku rêzê li mafên mirovan, azadî, mafên sereke û yên kêmneteweyan digire; serdestiya hiqûqê dipejirîne. Alîgirê civakeke adilane, wekhev e ku aboriya wê bi pêş ketiye, xwedî derfetên wekhev e û bi hêvî li dahatûyê dinihêre. Dahatûyeke ku cudahî di bingeha wekheviyê de bikaribin li gel hev bijîn, dorhêleke ku tê de dikare bête jiyîn û aştiyeke mayînde diparêze.
Avakirina demokrasiyeke li ser hîmên destkeftiyên peşverû yên mirovatiyê û rêgezên gerdûnî yên hiqûqê dikare çendin pirsgirêkên li Tirkiyeyê bixe riya çareseriyê. Avakirina demokrasiyeke bi awayî, di serî de seferberiya gelê kurd û tirk û ya kêmnetewe û olan divê.
HAK-PAR, pêvajoya endametiya Yekitiya Ewropa ji ber rola wê ya dehftêr di demokratîkbûyîna Tirkiyê de girîng dibîne û piştgiriyê didê.
HAK-PAR ji ber ku bo azadiya gelê kurd derketiye rê û çareseriya demokratîk û wekhev di pirsa kurd de kiriye navenda bernameya xwe, partiyeke kurda ye.
Lê belê di heman demê de partiya Tirkiyê ye, ji ber ku demokrasîyê ji bo tevahîya Turkiyê dıxwaze û çareseriya pirsa Kurd di yekitiya (tevahiya) Tirkiyê de dibîne û dahatûya azad ya gelê kurd di dahatûya Tirkiyê de, bi hevre û hevpar dibîne.
HAK-PAR xwe perçeyekî ji malbata hêzên dinyayê yên demokratîk, guherînxwaz, azadîxwaz, wekhevîxwaz û piştgirê dorhêleke jiyanbar dihesibîne.
RÊLIBERVEKIRIN Û JI BO PIRSA KURD, PÊŞNIYARA ÇARESERIYA
FEDERAL YA DEMOKRATÎK
1-NIRXANDINA REWŞÊ
Pêşî, ji bo gengeşiyê pêkanîna qadeke azad
Tirkiyeyê, ji avakirina Komarê heta nuha, cara yekemîn e ku pirsa kurd, ji gengeşîkirinê re vekiriye. Dewleta Tirk ku di seranserê sedsala borî de hebûna Kurdan red û înkar kiriye, daxwazên maf û azadiyên Gelê Kurd, bi hemû şêweyan serkut kiriye, bi zexta şert û mercên derva û hundir, têgihîşt ku polîtîkayên berê xelet bûn.
Di sala 2009 an de Qenala dewletê TRT ŞEŞ, seranserê rojê dest bi weşana kurdî kir. “Rêlibervekirina çareseriya pirsa Kurd/Demokratîkbûnê” ku di 29ê Tîrmeha 2009an de ji aliyê Wezîrê Kar û barê Hundur Beşîr Atalay ve hat eşkerekirin, ji bo çareserkirina pirsa Kurd nihêrtineke nû, bi pêşxistin.
Bi înîsîyatîfa di vî derbarî de ku ji aliyê hukumetê ve hatiye destpêkirin, gengeşîkirinên li ser pirsa Kurd ya birrên cihê yên civakê, pêşniyar û rayên li ser vê babetê destpêkirin.
Lê belê, dîsa jî di derbarê vê pirsê de nikare bê gotin ku bi tevahî bingeheke azad ya gengeşiyê peyda bûye. Hukumet û hin rayedarên dewletê bi gotin û xetên xwe yên sor yên wek “yek millet”, “yek dewlet...” yên otorîter û fermanber, sînor li van gengeşiyan teng dike.
Ev rewş, pêşî li bingeheke azad ya gengeşiyên li ser pir-sa Kurd, digre. Ji bo ku encama ku tê xwestin bê wergirtin, divê, ev pêvajo, ne tenê ji astengên yasayî, herweha ji rêgir û astengiyên pîskolojîk jî bên rizgarkirin.
Partiya Maf û Azadiyan, çareserkirina pirsa Kurd bi şêweyê demokratîk û aştîyane xistiye navenda bernama xwe û partiyek e aliyê vê pirsê ye. Bi armanca ku perspektîfeke cuda bidine van gengeşiyan û ji bo piştgiriya lêgerînên li çareseriyê bikin, em pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriya pirsa Kurd, pêşkêşî raya giştî dikin.
Di sazumana ku piştî şerê cîhanê yê yekemîn pêkhat de tu statu jibo kurdan nehat naskirin
Ji bo famkirina pirsa Kurd, pêwist e ku bi kurtasî mirov çavek bavêje bingeha vê pirsê.
Kurd, ligel Ereb, Tirk û Farisan, gellek herî zêde ye di Rojhelata Navîn de.
Çografya ku Kurd lê dijîn, bi wateya welatê Kurdan, jêre Kurdistan tê gotin
Kurd, bi hezar salan e ku wek civakeke bi îstîkrar, li welatê xwe jiyana xwe berdewam dikin.
Wek tê zanîn, welatê kurdan cara yekemîn di sala 1639 de bi Peymana Qesr-i Şîrîn, di nav Împeretoriya Osmanî û Persan de hat paymalkirin. Lê ji bo kurdan trajediya mezin, piştî şerê yekemîn yê cîhanê destpêkir.
Di sazumana ku piştî şerê cîhanê yê yekemîn pêkhat de tu statu ji bo kurdan nehat naskirin.
Piştî ruxandina Împeratoriya Osmaniyan, cografya ku kurd li ser dijiyan, di nav Tirkiye, Irak û Suryeyê de hat paymalkirin.
Çarenûsiya Gelê Kurd, ji desthelatdarên van welatan re hat hêştin.
Ew kadroyên siyasî û yên eskerî, sozên ku di destpêka avakirinê de ji bo Xutmuxtariya Kurdan dabûn, di dema avakirina Komarê de û bi îmzakirina Peymana Lozanê, red kirin.
Destûra Bingehîn ya sala 1924an yekpareya Tirkîtiyê û famê civaka yekreh, diparast. Li dijî kurdan siyaseta înkar û tunekirinê destpêdike.
Pir tebiî ye ku Kurdan jî li dijî vê siyaseta tunekirinê, nerazîbûna xwe diyar kirin û serî hildan.
Dewlet jî vê nerazîbûna Kurdan, bi tujî û tundiyê serkut kir. Serhildanên kurdan, ji bo ku otorîteya xwe hêj xurtir bike, wek hêncetek bi kar anî.
Rayedarên dewletê, pirsa kurd kir hêncet û hemû muxalefetê ji holê rakir, sazûmaneke zordest ava kir.
Dewletê, ji bo berdewamiya sazûmaniya xwe ya zordest, çerxên bê hed û hesab pêş xist, serî li metod û şêweyên cihê da.
Ev hin ji wan metodan in ku dewletê li dijî pirsa kurd wergırtin in; Avakirina Dadgehên İstiklalê, Plana İslahkirina Şerqê, Qanûna İskan ya Mecbûrî, Mufetîşiya Umûmî, Pekanînên Desthelatdariya Awarteyî, Yasaya Rewşa Awerteyî, Cerdevaniya Gundan, Timên Taybet, Valakirina Gundan, Cinayetên Qisasnediyar û polîtîkayên Helandinê ku hin ji wan bûn.
Piştî cuntaya sala 1980an kiryarên ku li Zindana 5 Nolî ya Diyarbekirê pêk hatine, qonaxa hovane ya ku li dijî Kurdan pêk hatiye ku gihîştiye kîjan raderê, nîşanî me dide.
Gelê Kurd, di sedsala borî de tuşî bi zulmeke mezin hat. Ji azadiyan û mafên xwe yên bingehîn, bê par hêştin. Li dijî ziman û çanda wan, polîtîkayên asîmilasyonê yên bêeman hatin meşandin. Bi milyonan kurd ji welatên bav û kalên xwe hatin nefîkirin. Jiyana aborî û debarê bê mecal hatkirin. Daristan hatin şewitandin, jîyan sex û dijwartir bû.
Kiryarên navborî yên li dijî mirovatiyê ku li Gelê Kurd hatiye kirin, şik tune ye ku di heman demê de sucên ku li dijî mirovatiyê û huqûqa navneteweyî jî hatine kirin in.
Civaka Tirkiyeyê û sîstema demokratîk ji van kiryaran zerara mezin dît.
Qet bê şik, PKK jî û pevçûnên navxwe yên van sî salên dawîn jî, encameke polîtîkayên înkar û zordestiyê ya dewletê ne. Dewlet bixwe ye ku bi hênceta bikaranîna terorê û PKKê, serî li kiryarên dervayên huqûqê da û bi awayeke sîstematîk û bêeman, li dijî Kurdan û muxalefeta demokratîk, terorê bi kar anî.
Pirsa kurd, di heman demê de pirsa demokrasiyê ye
Politîkayên nedemîn yên di derbarên pirsa kurdî de hatin şopandin, ne tenê bi zerardayîna kurdan ma. Di pêvajoya tundiyê de û bi şopandina polîtîkayên xelet, Gelê Tirk jî, zêdetir jê xesarê dît. Demokrasî teng bû, milîtarîzim xurt bû.
Demokrasiya Tirkiyeyê ku hêdî dimeşiya, bi cuntayên leşkerî yên salên 1961,1970 û 1980an, ji 10 salan carek radiwestiya. Piştî wê jî, di 28ê Sebata sala 1997an û di 27ê Nîsana 2007an de demokrasî du caran rûbirûyê muxteraya leşkerî ma.
Para mesrefên ku ji bo çekan hatiye veqetandin, rê li ber jar û belengaziya civakê vekir.
Şovenîzma ku dewletê dişopand, di nav civakê de hestên nijadperestiyê zêde kir. Li Tirkiyeyê dijminahiya nav gelan peyda kir. Dewlet bû çeteyî, huqûq û darêz ket nav siyasetê û pûç bû. Pêvajoya ku bi Susurligê destpê kir û bi Ergenekonê dom dike, radera çetetî û pûçbûna ku di nav dewletê de heye, nîşan dide.
Mirinên ku di salên dawîn de di şer û pevçûnan de çê bûne, civakê bi du alî ger û giş kir û ji hev ketand. Hêrs û dijminahiya li dij hev, komî ser hev bû. Pêwendiyên di navbera gelan de kêm bû û qefayên mezin çê bûn.
Di demên dawîn de li bajar û navçeyên Rojava, êriş û kampanya lînçkirinê ya li dijî Kurdan, emareyên şerê navxweyî yê civakan dide me. Pevçûnên ku li Tirkiyeyê çêbûne û xişm û qara ku di nav civakan de gihîştiye ser hev, bi awayeke cidî gefê li aştiya civakî dixwe.
Şert û mercên jiyaneke hevpar ya Gelê Kurd û Tirk ku di nav aştiyê de bijîn dijwar dibe.
Ew aliyên ku hewldanên Gelê Kurd yên ji bo maf û azadiyan wek bi cudakirinê suçdardikin, di rastiya xwe de ew bi vê desthelatdariya xwe ya otorîter û zordar, civakê anîne wê radera cudakirinê.
Qonaxa ku nûha hatine lê, divê mirov pêwendiya di navbera çareserkirina pirsa kurdî û ya di navbera demokratîkirina welat de hêj bi girîngî binî xêz bike.
Pirsa Kurd, pirsek ji ber çespandina mafên bingehîn ya Gelê Kurd e
Êdî hatiye famkirin ku di radera ku em hatine lê de, Tirkiye nikare bi şêweyên înkarê û zordestiyê pirsa kurdî çareser bike.
Bi gotineke din, siyaseta înkar, zordestî û ya otorîter pûç bûye. Ji ber vê yekê, ji bo pirsa kurd pêwîstî bi feraseteke nû heye.
Kurd netewekî ne û divê ew mafên ku ji netewetîyê pêk tê, bê pejrandin.
Wek hemû gelan, mafê gelê Kurd jî heye ku li ser axa xwe, di nav ewlehiyê de, azad û bi rûmet bijî.
Ev maf, di heman demê de pêdivîyeke hûqûqa navneteweyî ye jî.
Pirsa kurd, pirseke neteweyî ya ji ber xespkirina mafên bingehîn ya Gelê Kurd e. Çareseriya vê pirsê jî, di naskirin û teslîmkirina mafên demokratîk yên neteweyî ya Gelê Kurd de derbas dibe.
Ji ber vê yekê jî, divê feraseta yekpare û yeknijadî ya Komerê bê terkirin. Divê Tirkiye, li gor rastiya xwe welat ya pirzimanî, pirçandî û pirneteweyî ji nû ve bê sazkirin û birêvebirin.
Divê sîstema birêvebirinê û ya siyasi li gor rastiya neteweyî û olî ya welat û li gor pirdengiyê pêk were.
Divê Tirkiye, demokrasiyê li gor standatên navneteweyî pêk bîne. Divê rêz li peymanên navneteweyî yên ku bixwe jî mor kiriye, bigire, huqûqa navxweyî û sîstema siyasî, bîne fêza normên navneteweyî yên maf û azadiyan.
Divê zûtirîn Krîterên Kopenhagê ku Yekîtiya Ewrûpayê ferzkiriye, bi cî bîne.
Divê Tirkiye, di pirsa Kurd de demokrasî û normên huqûqa navneteweyî wek pêvan bipejrîne
Mirovatî, demokrasî, mafên mirovan, huqûqa payebilin, mafên gelan, di nav guhartineke bi lezgînî ya ber bi aliyên normên plûralist ye.
Demokrasî, ne tenê di derdûna me de dibe sîstemeke serdest ya civakî, di heman demê de bi şêweyeke beşdar û plûralîst, bi lezgînî diguhure.
Desthelatdariyên Adem-î Merkezî, erkên xwe dewrê dezgehên ser neteweyî û bin neteweyî dikin û hêza xwe ya berê wenda dikin.
Demoksarî, di nav lêgerineke cure cûr ya birêvebiriya xwe cîyî de destpêkiriye ûber bi demokrasiya yekser ve diçe.
Feraseta Dewleta Netewa Unîter ya Klasik, ciyê xwe di-din, modelên hêj plûralist, beşdar û azadxwaz.
Di cîhanê de riknên yekîtiya cûdahiyan, yan jî di nav yekîtiyê de ferasaeta pirdengiyê, hêj bêtir tê pejrandin. Civak, ne bi hêza çekan û bi zordestî, lê li dor cazîbeya demokrasî û azadiyan berhev tên.
Welat û pêwendiyên navneteweyî, li ser xeta beranberî, hevkarî, diyalog û piştgiriyê tê hûnandin. Tirkiye nikare bi feraseta xwe ya sedsal berê ya yekpare, otorîter û di nav xwe de girtî, bi cîhana pêşketî re di nav ahengiyê de be.
Ev rewş, dispêre ku Tirkiye bi feraseteke bingehîn xwe bi guhêre.
Ji bo Tirkiye, Pirsa xwe ya Kurd çareser bike, pêşketinên di warên aborî de pêk bîne, edaleta civakî, aramî û aştîya nav xwe pêk bîne, bicîanîna prensîbên demokrasî û Huqûqa navneteweyî ve girêdayî ye.
Ji bo pirsa Kurd, pêwîstî bi çareseriyeke giştî û dûr û dirêj heye
Pirsa kurd, radera ku hatiye lê, gihîştîye rewşeke piralî û girîftî. Pirsa kurd, di rastiya xwe de pirseke neteweyî ye.
Lê di heman demê de aliyên wê yên aborî, demokratîk, çandî, huqûqî û mirovatî jî heye. Divê mirov aliyên wê yên bandora herêmî û ya navneteweyî jî ji bîr neke.
Herweha ji bo projeyeke serketî û cidî ya derbarê çareserkirina pirsa kurd, divê mirov hemû van aliyên wê bigre pêşçav.
Ji bo babeteke wek pirsa Kurd ku di nav xwe de aliyên cihê cihê dihewîne û ku rewşeke tevlihev peyda kiriye, hêvîya çareseriya di demên nêz de rasteqîn xuya nake.
Pêwîstiya çareserîyeke stratejîk ya dûr û dirêj ya ku şêweyê nexşerêyê di nav xwe de dihewîne ku divê her şêweyê wê bi hev re bên têkildarkirin û her gavên ku tên avêtin, wek perçeyên bê hesbandin, heye.
Stratejîyeke weha ya çareserîyê jî, tenê dikare bi helwesteke xwedî biryar û bisebir bi cîh bê.
Partiya me jî ligel avakirina bingehekî guncav, çareseriya pirsa kurd ya wekhev û daîmî, bi sê şeweyî ya Çareseriya Federal ya Demokratîkî formîle dike û viya bi raya giştî re parvekirinê wek berpirsiyariya siyasî dibîne.
2. PÊŞNİYARA ÇARESERIYA FEDERAL YA DEMOKRATÎK
Divê ji bo çareseriyê bingeheke guncav bê peydakirin
Ji bo çareserkirina pirsa kurd ya weha giran û dijwar, diyar e ji bo çareserkirina vê pirsê, pêwîstî bi atmosfereke guncav û edlandî heye.
Beriya her tiştî, ji bo çareserî û gengeşîkirina li ser vê pirsê, divê sîstem di warên yasayî de bê guncavkirin.
Ev jî, bi berzkirina standartên demokratîkî û hêj zêdetir bi hêzkirina bingeheke demokratîk ve girêdayî ye.
Azadiya ji bo rêxistinî û ramanî
Jibo vê yekê, divê bêkêmanî azadiya ji bo têxistinî û ramanî bê bi cî anîn.
Divê, hemû ew astengên yasayî yên ku azad ramandinê asteng dikin, bên rakirin.
Divê, bingeheke qahîm ya ji bo azadiya ramanî û rêxistiniyê, bê peydakiirn.
Tesfîyekirina mîlîtarîzmê;
Milîtarîzm û çanda milîtarîzmê, ketiye nav hemû çaviyên jiyana civakî ya Tirkiyeyê.
Ji bo demokratîzebûna Tirkiyeyê û ji bo çareserkirina pirsa kurd, divê hetmen bandora hebûna milîtarîzmê û ya çanda wê, bişkê.
Divê Dezgeya Ewleyî ya Millî (MGK), bibe organa şêwirmendiyê. Divê Serokerkan, bi Wezareta Bergî ya Millî ve bê girêdan. Divê ew yasayên ku Artêş ji bo cuntayê wek referans bikartînin, ji holê rabin.
Pevajoya Yekîtiya Ewrûpayê:
Ji bo atmosfereke ku tê xwestin li Tirkiyeyê bê bicîkirin, endametiya pêvajoya Yekîtiya Ewrûpayê pir girîn e.
Pêvajoya Endametiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê, ji bo Tirkiyeyê navekî din ya demokrasiyê ye.
Divê ev pêvajo bêrawestan dom bike, divê Tirkiye, huqûqa navxweyî û sîstema siyasal ya xwe, li gor krîterên Yekîtiya Ewrûpayê bê guncavkirin.
Şikandina fikareyên şoven ya di nav civakê de;
Ji wan girêk û astengên li pêşiya çareserkirina pirsa kurd yek jî, tirs, fikare û hoyandina şovenî ya civakê ye.
Di rastiya xwe de ne mumkun e mirov bêje ku pirsgirêka Gelê Tirk, bi ya Gelê Kurd re heye.
Dewlet yan jî hin dezgehên wê, di nav dema borî de civakê bizanabûnî û yek alî honandin, ger gotin di cî de be, civakê jehrî kirin.
Nuha dewlet ji bo çareserkirina pirsa kurd, di serê karê ku bike de yek jî, divê ew pêşbînî û fikarên ku çêbûne, rake û civakê ji bo pêvajoya nû amade bike.
Çanda siyasî ya demokratîk;
Di vê noxtê de afrandina çandeke siyasal ya hevpare, xweşbînî, demokrasîyeke plûralist, bi riknên hûqûqeke bi-lind û rêzgirtina li mafên mirovan, gelek girîng e.
Ji bo afrandina çandeke weha, di serî de dewlet, erk û wezîfeyeke girîng jî dikeve ser milên partiyên siyasî, zanîngehan, çapemenî, dezgehên civakî yên sivîl, rewşenbîr û hunermendan jî.
Bi destveanîna bawerî û pişgiriya civakê;
Divê him li hemberê Gelê Kurd û him jî li hemberê Gelê Tirk, di nav feraseteke vekirî de bin, divê pêvajo bi civakê re bê parvekirin û her qonaxa vê pêvajoyê, bi beşdarbûna van aliyan pêk bê.
Hukumet/Dewlet, ji bo çareseriya vê pirsê, baweriyê bi-de hemû aliyên civakê, bi taybet jî bide Gelê Kurd. Berevajiyê wê, xeteriya wê heye ku gavên bên avêtin û keda ku hatiye dayîn, vala biçe.
Li herêmê bi Kurdan re lihevkirin;
Ew hukumet/Dewleta ku bixwaze pirsa kurd çareser bike, karekî din yên ku bike jî, li herêmê bi Kurdan re li hev bike, bi taybet jî, divê pêwendiyên xwe li gel desthelatdariya Herêmî ya Kurdistana Iraqê baş bike.
Ew Tirkiyeya ku di qada herêmî de bi kurdan re li hev neke, pir zehmet e ku di pirsa kurd ya nav xwe de bighêje encamek.
Ew pêwendiyên ku li ser bingeha rêzgirtin û wekheviyê li gel Desthelatdariya Herêma Kurdistanê bê dayîn, dê hem ji bo dilsozî û cidîyeta dewletê bibe nîşaneyek û wisa bê fêmkirin, dê hem jî jibo bawerîdayîna Kurdan girîng be.
Şik tune ye ku pêkanîna pêngavên ku li jor hatine diyarkirin, dê ji bo çareseriya mayende ya pirsa kurd, bê wateya atmosfera zîhnî, psîkolojîkî ya civakeke hêj bi hêz.
Yek; Rûqaliya bi rabûrdû re, normalîzekirina pêvajoyê, daweriya ji tundiyê Pejrandina xeletiyan;
Ji bo ku di pirsa kurd de polîtîkayên nû bên bikaranîn, divê polîtîkayên berê yên şaş ku dihatin şopandin bên terkandin û pir girîng e ku xeletiyên hatine kirin bên pejrandin. Divê ji bo xeletî û neheqiyên ku hatine kirin, bi resmî ji Gelê Kurd lêborîn bê xwestin.
Rûqaliya bi rabûrdû re;
Ji aliyê din ve ji bo neheqiyên ku li rabûrdû çêbûne, pêwistî bi pêvajoya rûqaliyê heye. Pêvajoya darezandinê ku bi dozên Ergenekonê destpêkiriye, divê bi awayekî ku kiryarên ne huqûqî yên ku di salên 1990î de pêkhatine jî bike nav xwe û ber bi dahatûyê ve bê berfirehkirin. Divê yên ku cuntaya eskerî ya sala 1980an kirine û yên ku ji kiryarên wê demê berpirsiyar in jî bên darezandin û hesab ji wan bê pirsîn.
Demokratizekirina sîstema perwerde û huqûqê;
Ji aliyê din ve, divê mevzûata perwerdehiyê û sîstema huqûqî ya Tirk, ji unsûrên nijadî û tirkperestî bên safîkirin. Divê bi lezgînî hewdanên demokratizekirina sîstemên îdarî, huqûqî û perwerdehî, bên kirin.
Serbestiya Kurdî;
Ji bo çand û zimanê kurdî ku bi salan di bin nîrê zordariyê de bûye, divê pêngavên pratîkî bên avêtin. Divê navên cî û warên ku hatine guhartin, paşve bên dayîn, astengên li pêşiya zimanê kurdî bê rakirin, enstituyên ku hînkariya kurdî ji xwe re bike bingeh divê bên avakirin, divê mafê perwerdehiya zimanê zikmakî, bê bicîanîn.
Efûya giştî:
Ji bo kurdan ji wan pirsgirêkên herî giring yek jî, qedexeyên siyasî ne. Divê ev qedexeyî, bi efûyeka giştî bên rakirin û tevahî qanalên siyasetê bên vekirin. Efûyeke weha, heman demê de ji bo pêvajoya bêçekiyê jî pêwîst e. Efûyeke ku bê derxistin, divê ne tenê jibo PKKyiyên çiya be, di heman demê de siyasetmedarên kurd yên girtîgehan û dervayê
welat jî bike nav xwe.
Devjêberdana ji çekan:
Diyar e ku tundî û şerê çekdarî li pêşiya demokratîzekirina Tirkiyeyê û li pêşiya çarserkirina pirsa kurd ya bi şêweyekî aştîyane, wek pirseke cidî xuya dike. Ji bo vê yekê, rawestandina çekan û bi taybet jî pakirina PKKê ji çekan, ji bo pêvajoya li pêşiya me ye ber bi başiyê
ve biçe, gelek girîng e.
Sîstema Cerdevaniyê ya gundan:
Di vê çarçevoyê de gaveke din ku bê avêtin jî, rakirina cerdevaniya gundan e. Ev gav, divê ligel bêçekirina cerdevanên gundan, aliyên aborî, sitar, debar, perwerde û pirsa wan ya ewlehiyê pêk ve were çareserkirin.
Vekişandina artêşê ji ewlehiya karûbarê hundir:
Ev roj li Kurdistanê, ji ber operasyonan bi şêweyeke awarteyî hêjmareke mezin ya eskeriyê heye. Ev rewş, rewşek e ku jiyana rojane bêzar û tengezar dike ye. Di heman demê de dibe egera serdestî û zextên psîkolojîk jî. Divê ji bo kêmkirina vê hêjmarê zêde neyê seknandin. Divê artêş ne tenê ji siyasetê, di heman demê de xwe ji bo ewlehiya karûbarên navxweyî jî vekişîne.
Yên ku bi darê zorê hatine koçkirin:
Têkçûna civakî ya ku ji ber valakirina bi hezaran gund û navendên cî û waran pêkhatibû, hêj jî li holê ye û berdewam dike. Bi milyona kurdên ku ji wan deran hatin veqetandin re tu derfet nehatiye pêşkêşkirin û wan bi jan û perîşaniyê re rû birû hêştine.
Koçeriyên bi komî yên ku bi darê zorê li Kurdan hatine kirin, li ser civaka Kurd, neyînî û pirsgirêkên wek aborî, civakî, çandî û derûnî (pîskolojîkî) bi bandoreke ku ji texmînan gelek zêdetir e pêk hatiye.
Divê ji ciyek, ji bo çareserkirina van pirsgirêkan bê dest pêkirin. Divê ji bo yên ku hatine koçkirin, rêya wan ya ji bo wergerin cî û warên bavûkalên xwe bê vekirin û ji bo ku jiyana xwe ji nû ve sazbikin, tedbîrên piralî bên wergirtin. Divê ew kesên me yên ku em behsa wan dikin, ji alî maddî û manewî ve zirar û tedayiya ku li wan hatiye kirin bê telafîkirin. Ji bo wan kesên ku nikarîn wergerîn cî û gundên xwe jî gelek girîng e ku piştgitî bo wan bê kirin.
Tedbîrên aborî:
Tê zanîn ku cografya ku Kurd lê dijîn, ji aliyê aborî ve bi zanabûn paşve hatiye hiştin. Bi ser viya de jî bûyerên tundî yên ku di 30 salên dawî de pêkhatine jî bê lêkirin, vehameta rewşê bêtir derdixe holê. Ji bo ku ev tablo bi awayeke erênî bê guhartin, pêwîstî bi piştgiriyeke ciddî ya dewletê heye. Diyar bûye ku divê dewlet, ji bo herêmê, planên xurtkirina aborî yên demdirêj û demkin bi cî bîne.
Du; Statuya ji bo Kurdî, seferberiya ji bo demokrasiyê, reforma ji bo
birêvbiriya gelemperî.
Statuya resmî ji bo Kurdî;
Di beşa duyemîn de divê zimanê kurdî, li herêmên ku kurd lê dijîn, ji dibistanên serate heta zanîngehan, ligel zimanê tirkî, wek zimanê perwerdeyê bê bikaranîn.
Divê, Zimanê kurdî, di herêmên ku kurd lê dijîn de di warên gelemperî de bêsînor bê bikaranîn û divê bighêje statuya duyemîn ya zimanê resmî.
Di heman demê de divê li wan aliyên din yên Tirkiyeyê jî, perwerdehiya zimanê Kurdî, heta radera destpêkê bê mecbûrkirin.
Beşdariya siyasî;
Ji bo guhartina yasaya partiyên siyasî, rakirina benda hilbijartinan, ji bo ku tevgera kurd jî beşdarê pêvajoya siyasî bibe, divê pêngavên berbiçav bên avêtin.
Divê partiyên bi navên kurd û Kurdistan jî bên damezrandin, kurd jî bi partiyên xwe beşdarê jiyana siyasî bibin.
Di birêvebiriyên herêmî de reformên di cîh de:
Karê ewil ku divê Tirkiye bike, ji bo bihêzkirina birêvebiryên herêmî, divê di sîstema tund ya heyî de guhertin pêk bên.
Ji bo esasgirtina modela birêvebiryên herêmî, divê reformên berbiçav bên pêkanîn. Divê birêvebiryên herêmî bibin xwedî statuyek xweser. Divê Meclisên fiaredarî û Bajêr hê zêdetir bên aktîfkirin. Divê bi beşdariya nûnerên Meclisên Şaredarî û Bajêr, Meclîsên Herêmî bên avakirin. Divê birêvebirina karên wek perwerdehî, tendurustî, çandî, avahî û wd. ji Meclîsên Herêmî re bê hêştin.
Di pêvajoyek usa de ji bo parêzgar, qaymeqam û birêvebirên emniyetê bi hilbijartinê bên tespîtkirin, divê di warê îdarî û yasayî de guhertin werin kirin.
Ev pêngavên derbarê demokratîkbûnê de, dê ji bo kurdan û ekaliyetên din derfet peyda bike ku karibin hê bi rihetî xwedî li nasnameyên xwe yên etnîkî û olî derbikevin.
Destûreke plûralîst ya demokratîk;
Pirseke li pêşiya Tirkiyeyê ya herî girîng yek jî, pirsa çêkirina destûreke nû ye. Divê di demeke herî guncav de bi tevahî destûra ku di 12ê Îlonê de hatiye çêkirin, bê rakirin û divê li gor plûralîstiya Tirkiyeyê, destûreke nû ya hevdem û demokratîk bê çêkirin.
Sê: Divê Tirkiye ji nû ve bi şêweyekî federalî bê sazkirin
Pratîka dewleta uniter ya bingeh etnikî, ademî merkezî û yekpare ya 86 saliya Tirkiyeyê, ne pirsa Kurdî çarser kir, ne jî demokrasiyê ava kir. Tecrubeyên nêzikî sedsalî îspat kir ku ev sîstem li rastiya civakî ya Tirkiyeyê nayê. Diyar e ku sîstema heyî hatiye xitmandin û ji nû ve bi karanîna wê mumkun xuya nake.
Tirkiye, welatekî ku xwedî civakekî pirmezhebî, pirolî, pirzimanî û pirneteweyî ye. Ji bo hebûna civakeke plûralist ya navborî, sîstema federalî lê diçe.
Federalîzm, sîstemeke siyasal e ku ji aliyê bireke nêzikî nîvê mirovatiyê ve hatiye pejrandin e.
Federalîzm, li welatên pirnetew û pirçandinî, ji bo cudareng û dengan, bingehên siyasal yên bi rêkûpêkên ku xwe bikaribin bi aweyekî azad îfade bikin, pêşkêş dikin.
Hatiye ceribandin ku federalîzm, bi taybetmendiyên xwe yên bi parastina mafên kêmnetewan û azadiyên bingehîn, xurtkirina birêveribirina di cî de, nebaş bikaranîna desthelatdariya siyasal û bi astengkirina despotîzma piraniyê, xuya dike ku ji dewleta uniter hêj bi serketî ye.
Xuya dike ku sîstemên unîter jî, ji kiryarên zordest yên wek dîqtatoriyên eskerî, sîstemên yekpartîtiyê û ji rejîmên otorîter û totalîter re nêz û vekirî ne.
Diyar e ku Federalîzm, li gor sîstema unîter, hêj nêzî demokrasiyê ye.
Tirkiye, bi sîstema federalî dikare bibe welatekî hêj bêtir demokratîk û bi îstîqrar. Divê kevneşopiya demokrasiya welatên pêşketî yên cihanê û pêwendiyên ku bi sîstema federalî re hatiye pejirandin ya van welatên navborî, neyê pişguhkirin.
Pratîka federalîzmê ya serketî ya ku ji sedsalan zêdetir e ya Emerîkayê, li pêşçav e.
Pejrandina sîstema federalî ya dewletên demokratîk yên wek Elmanya, Swêd û Belçîqayê, tesadufî nîn e.
Demokrasiya pêşketî ya wek Îngilîstan, Îtalya û Îspanyayê jî, ew welatên ku di rêya sîstema federal de pêşdikevin in.
Diyar e ku Yekîtiya Ewrûpa ku di rêya demokrasiya herî serkeftî ya cîhanê de ye jî, ji hin aliyên xwe ve taybetiyên federalîzmê di xwe de dipê.
Tirkiyê, ji bo Kibrisê federaliyê, heta modela çareseriyê ya du dewletiyê pêşniyar dike.
Wê demê çima sîstema federalî wek xofek tê destnîşankirin?
Şik tune ye ku federalîzm, modeleke siyasî ya bi beşdarî, demokratîk û pilûralîst e.
Federalîzm, wek ji hin aliyan ve bi zanabûn tê berovajîkirin, sîstemeke ji bo perçekirina Tirkiyeyê nîn e, berevajiyê wê, modeleke demokratîk û plûralist ya li ser bingeheke wekhev û temînata bi hev re jiyana cudarengi ye.
Federalîzm, xwe dispêre riknê curbecuriya di nav yekîtiyê de.
Federalîzm, di binê sîwana dewletê de û di nav yekîtiyê de, lê pêşbîniya daxwaza jiyaneke cudamayî ye.
Divê hebûna siyasî û îdarî ya Tirkiyeyê, ji nû ve bi şêweyekî federalî pêk bê. Di serî de li herêmên ku piraniya Kurdan lê dimînin, li herêmên din ên ku cudakariya civakî, sosyal û aborî henin jî, federalizm bê avakirin. Divê xeyn ji xizmetên neteweyî yên darayî, ewlehî û pêwendiyên derva, yên din ên wek perwerdehî, tenduristî, hatinûçûndin û ewlehî ji bo erka meclîsên ku ji bo herêmên federal bên hilbijartin, bên hêştin.
Diyar e ku hebûneke weha, dê dewlemendiya çandî, afrenêrî û çalektir bike jiyana ciavakî ya welat.
Ji aliyê din ve, di sîstema federalî de îdiaya li hin ciyan kombûna grûbên olî û etnîkî yan jî mubadeleya nufusan, rastiyê diyar nake. Di sîstemeke federal de rast nîn e bê gotin ku herêmên federalî ji yên bi sînor tên veqetandin, çawa ku wek bajên bi sînoran ji hev nayên veqetandin. Di sîstemeke weha de kurdên ku li herêmên Rojavayê Tirkiyeyê di rewşeke kêm de ne, li ciyên ku lê dimînin mafên wan ên îstifadekirina ziman û çanda xwe heye.
Lewra ev mafên han, ji bo wan kêmnetewên olî û etnîkî yên din jî ku rewşa wan wek hev be, heye.
Di sîstema federalî de hemû maf û azadiyên bingehîn yên kêmnetew ên olî û etnîkî, divê di bin garantiya destûra bingehîn de be.
Tirkiye, dikare bi demokrasîyeke federalî, di Rojhelata Navîn ya ku di warê olî û etnîkî de di cîhanê de herêmeke wesle wesleyî ye, bibe model. Lê belê demokrasiya federal, xwedî potansiyelek e ku dikare wesle wesleyiya olî û etnîkî, wek dewlemendî û pirrengiyê di nav xwe de bihewîne.
Lewra, armanca me ne ew e ku em federalîzmê wek formîleke çareserkirina hemû pirsan pêşniyar bikin. Em difikirin û ji cerbandinên cîhanê dikevine rê ku ev ji bo Tirkiyeyê sîstemeke guncav e.
Tirkiye, xwedî wê lûksê nîn e ku çavên xwe ji tu pêşniyarên demokratîk û aştîyane re bigre.