Birîna Tirkiyê ya xedar; „zarokên girtî!"

 

Ji birîna Tirkiyê ya xedar “ zarokên girtî” hin jî xwîn diherike. Dewleta Tirk pesnê xwe dide ku yekemîn dewlet e ku “cejnekê diyarî zarokan kiriyê.” Lê îro ji 1000´î zêdetir zarok di zîndanên Tirkiyê da ne û pêşeroja jiyana wan tê tarîkirin.

 

Mînaka dawî ya vê rastiyê di roja 27.01.2010 ´an da derket holê. Keça Kurd a 15 sali Bêrîvan Ş, bi îdiaya ku li Batmanê beşdarî çalakiyek dij-yasayî bûye û kevir avêtiye polêsan, derket ber dadgehê û ji aliyê Dadgeha Taybet ya Desthilatdar ve, di rûniştina yekem da 13 sal û 6 meh ceza xwar. Ji ber biçûkbûna salên wê cezaya wê daxistin 7 sal û 9 mehan.

Bêrîvan û diya wê îdia dikin ku wê beşdarî tu çalakiyan nebûye û ev komployek polêsan e.

 

Li gor me wisa nebe jî, zîndanîkirina Bêrîvan û zarokên din bi îdiaya “şîar avêtinê” yan “ kevir avêtina wan li polêsan,” beriya her tiştî him ne huqûqî ye û him jî birînek li wijdana mirovatiyê dide. Helwesta mehkemê ne demokratîk e û li gel mafên mirovî nagunce.

 

Partiya AKPê ku zêdetir 7 salan e desthilatdar e, îdia dike ku wê ji bo çareseriya pirsa Kurd û demokratîzekirina Tirkiyê gavan bavêje. Lê mixabin zîndanîkirina zarokan li gel îdiaya AKPê nagunce. Ji ber vê, raya giştî li ser helwesta AKPê dikeve şikê.

 

Wezareta Dadiyê di meha 11´an ya 2009´an da amadekariyek kir ku yasaya li dijî zarokên girtî ku di raya giştî da wek “ zaokên kevir davêjin” tên bi navkirin, biguherîne û wan zarokan serbest berde. Lê belê hukumet di vî warî da jî nekarîbû helwestek erênî deyne û vê pêşniyara Wezareta Dadiyê bixe rojeva Parlametoyê û biryarek erênî jê derxîne.

 

Em wek Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa/KOMKAR-EU, bang li hukumeta AKPê dikin; 

 

Ji bo pirsa zarokên girtî bê çareserkirin, di zûtirîn wext da bi gavên lezgîn guhartinên yasayî pêk bîne.

 

Bang li hêzên demokratîk yên Tirkiyê, rêxistinên sivîl, rewşenbîr û mirovên xwedan wijdan dikin ku ji bo zarokên me ango pêşerojên me ji zîndanan bên derxistin, hestiyar bin.

 

Bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî, UNICEF, Yekîtiya Ewrûpa û hukumetên rojava dikin ku hewil bidin di zûtrîn wext da li Tirkiyê yasa bê guhartin û zarokên girtî bên azadkirin.

 

Her wisa bang li raya giştî ya Kurd û rêxistinên Kurdistanê dikin ku hewil bidin ku zemînê ji ne xêrxwazan ra xweş nekin, zarokên xwe ji kûçe û kolanan xilas bikin, bihêlin bila zarokên me zarotiya xwe bijîn.

 

Zarokên me pêşerojê me ne, divê em rê nedin ku pêşerojên me tarî û şevereş be!

 

10.02.2010

 

Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa / KOMKAR-EU 

 

 

 

 

 

KOMKAR.EU

Wirmhof 3

42103 Wuppertal

Deutschland

 

Telefon

+49 (202) 897 59 26

Fax

+49 (202) 897 59 27

 

Web

www.komkar.eu

E-Mail

komkar-merkez@web.de

 

Bankverbindung

Deutsche Bank

Kto.-Nr.: 34 35 666

BLZ: 760 700 24

 

Finanzamt

Wuppertal-Elberfeld

Steuernummer:

132/5902/2660

 

• Komkar - den kurdiske forening © 2009 Nansensgade 30, 1. th, 1366 København 
Tlf. +45 33137501/30225297  email: info@komkar.dk  Arbejdernes Landsbank, regr nr: 5321 - konto nr: 0503541

 

 

 

      Den Kurdiske Forening – KOMKAR-DK 

       VelkommenBi xêr hatin - Hoþgeldiniz

   

 

Den Kurdiske Forening -  KOMKAR-DK