Dawîn şervanê Simayîl Axayê Şikak li temenê 137 saliyê de koça dawiyê kir
 

7ê Çileya Paşîn 2010/15:50


Sibêdehiya roja 27.01.2010’an, hevwelatî Hemîd Ehmed Ebdula, naskirî bi Hemîde Goc, mêrê herî bi temen li Kurdistan û Rojhilata Navîn li gundê Çinaroka ser bi devera Sîdekan a bajarokê Soran, bi yekcarî malawayî ji jiyanê kir.

 

Navenda Nûçeyan

Malpera Kurdistanmedia ragihand ku Hemîd xwediyê jinek, 4 kur û gellek newiyan e. Li gor nasnameya warê kesêtî, Hemîd Ebdula li sala 1873’ê Zayînî li Sîdekanê ji dayîk bûye. Navhatî şervan û sowar çakekî jêhat yê Simayîl Axayê Şikak bûye û gellek serpêhatî û bîreweriyên binirx bi Simayî Axa re hebûne.


Wî bi peyatî sefera gelek ji bajarên Îraq, Îran û Turkiyayê kiriye û tim hez ji şivanetî û geryan li nav çiya û zozanan kiriye. Wekî xortên wî bas dikin, risq û xwarinên rojane yên wî, tim xwarinên kewn yên kurdî û giyayên siroştî bûne ku li devera wan de şîn dibin.


Hêjayî gotinê ye ku xwedê jêrazî heya demên dawîn yên jiyana xwe li serxwe bûye û tu car ji bo nesaxiyê seredana doktor nekiriye. Navhatî hemû temenê xwe her li gundan de qedandiye û mijûlê xwedîkirina pez û malat û heywanan bûye.


Cihê xwedê jêrazî buheşta berîn be.

 

Dengê Azad

 

 

 

 

 

• Komkar - den kurdiske forening © 2009 Nansensgade 30, 1. th, 1366 København 
Tlf. +45 33137501/30225297  email: info@komkar.dk  Arbejdernes Landsbank, regr nr: 5321 - konto nr: 0503541

 

 

 

      Den Kurdiske Forening – KOMKAR-DK 

       VelkommenBi xêr hatin - Hoþgeldiniz

   

 

Den Kurdiske Forening -  KOMKAR-DK