Daxuyaniya Konfederasyona KOMKAR-EU´yê
Di rojên 17-18.10.2009´an da, piþtî xebata çend salan bi beþdariya komeleyên KOMKAR´an li welatên Ewrûpayê, kongreya damezrandina Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa- KOMKAR-EU´ yê di bin diruþma ”Des tji çekan bikþînin, divê pirsa kurddi nav aramî û aþitiyê da bê gengeþîkirin” hat damezrandin.
Wek tê zanîn, komeleyên KOMKAR´an li welatên Ewrûpayê ji 30 salan zêdetir e ji bo çareseriya pirsa kurd bi ewayek demokratîk, ji bo pêkanîna lobiyek xurt, ji bo piþgiriya tevgêra azadixwaz ya gelê kurd li Kurdistanê, ji bo pêþvebirina çand û edebiyata gelê kurd, ji bo çareserkirina pirsên civakî ya civata kurd li Ewrûpayê, xebatên gelek hêja kiriye.
Îro li dinyê guhartinên mezin çê dibin û ev guhartinana tesîra xwe li me Kurdan jî dikin. Ji bo xebatên bi koordiyek baþ û bi rêk û pêk , pêvîstiya me kurdan jî li Ewrûpayê bi guhartina þêweya xebatê û pêþvebirina wî heye. Loma jî komleyên KOMKAR´an li Ewrûpayê hatin ba hev û Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa-KOMKAR-EU´ yê pêkanîn. Nêzî salekî ye li Tirkiyê ji aliyê hukumeta AKPê bo çareserkirina pirsa kurd, hin hewildan çê dibe. Di dema ku kongreya me pêkdihat, vegera 34 PKK´ yîyan bo welat pêkhat. Em di wê baweriyê da ne ku vegera PKK´ yîyan bo welat, yek ji wan hewildanan e. KOMKAR-EU hêvî dike ku ev hengava xizmeta pêvajoya çareserkirina pirsa kurd bike.
Kongreya KOMKAR- EU, piþgiriya hemû hewildan û hengavên hukumetê bo çareseriya pirsa kurd dike. Her usa bo çareseriya pirsa kurd, piþgiriya daxwaza federaliyê dike û xebatên xwe yên di vî warî da jî didomîne. KOMKAR-EU, piþtî kongreya xwe, civîna xwe ya yekem ya Komiteya Giþtî pêkanî. Di civîna Komîteya Giþtî da Komîteya Karger hilbijart. Wek Serokê Giþtî Kovan Amedî, Cîgirê Serok Johannes Duchting, Sekreter Riza Guner, Berpirsê Aborî Taner Uçar û endam Mustafa Katurman hatin hilbijartin.
Di dawiyê da, em sipasiya wan partiyên siyasî, rêxistin, sazi û þexsiyetên kurd û almanî dikin, ku bi pîrozname û bi beþdariyên xwe piþtgirî dan me.
20.10.2009
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa- KOMKAR-EU