![]() |
|
|
![]() |
|
Burkay: Divê kurd piştgiriya ‘rêvekirinê’ bikin
/Ewropa – Siyaset – Wêje – HEVPEYVÎN/
Kanûna Paşîn 17th 2010 8:54 AM
Bruksel, 17 Rêbendan (AKnews) - Siyasetmedar û Wêjevanê kurd derbarê pirsgirêka kurd de axivî û diyar kir ku li Tirkiyeyê divê Hikûmeta Tirk di riya çareseriya pirsgirêka kurd de guhê xwe nede “lihevsorkirin û têkvedanên hêzên dijber.” Burkay destnîşan kir ku çi rûbirû çi jî nerasterast divê bi hemû aliyên kurd re bişêwirin. Burkay wiha got: “Her wiha aliyê kurd jî di pêvajoya çareseriyê de divê piştgiriya xwe ji hikûmetê nebire û bihêle ku hin gavên pêştir pê bidine avêtin.”
 Burkay bal kişand ku çi fêdeya şer ne ji tirkan re ne jî ji kurdan re heye, ji her du aliyan re jî ji bilî êş û rondikên çavan tu tişt neaniye ne jî tîne. Burkay wiha pê de çû: “Şerxwaz her cend xwe bispêrin bin sîwana welat û milet jî a rastî ew tenê ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj di vî şerî de serhişkiyê dikin.” Burkay behsa rêbaza çareseriyê kir û wiha domand: “Demeke zûtir divê em riya aştî û lihevhatineke adil bibînin. Ev jî ancax li ser esasê wekheviyê çêbibe ku ev jî wekî mînaka Başûrê Kurdistan- Iraqê bi federasyonê mimkûn e.”
Em bi Kemal Burkayê ku ev nêzî 45 sal in bi siyasetê mijûl e, her wiha li Ewropa û Tirkiyeyê jî gelek naskirî ye re li ser jiyan û berhemên wî û Pirsgirêka Kurd axivîn.
Kemal Burkay ev bersiv dane pirsên me:
Birêz Burkay gava hûn berê xwe bidine raboriya xwe, hûn derbarê bîranîn û xebatên xwe de dikarin çi bibêjin?
Min, şîara, “jiyan li her derê jiyan e” ku Dostoyevskî di romaneke xwe de bi lehengeke xwe daye gotin, ji xwe re wekî distûra jiyanê pejirandiye. Ji ber vê ez li derveyî welat bi kesera welat neheliyam, bin barê xeman neketim. Wekî li welat bim xebitîm û min berhem dan. Bi dilxweşî li gelek deverên dinyayê geriyam. Ez bi malbata xwe re li Swêdê jiyam û min wekî warê bav û kalê xwe ji wê derê hez kir.
 Helbet gelek bûyerên tehl û şirîn bi serê me jî hatin. Gelek caran ev demên xweş bi awayekî têne bîra me jî û ez wana bi bîr tînim. Hin caran jî hin bîrhatinên ku em dibêjin qey ji bîra me çûne te dît ji nişka ve têne bîra me. Carina nameyeke di nav kevnedosyayan de zerbûyî, carina jî wêneyekî berê wan bîrhatinan vedijîne…
Berî ku ez dest bi siyasetê bikim ez dildarekî baş ê edebiyatê û nivîser bûm. Piştî ketina nava siyasetê jî min hem di warê siyasî de hem jî wêjeyî de pir nivîsand. Min her du kar bi hev re meşandin. Ew bûne parçeyekî bingehîn ên jiyana min. Jixwe min ji bo pêşerojê siyaset nekir, ez her dem bi bindestan re bûm ku li wê derê berjewendî tune ye.
 Bi salan te serokatiya Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) kir. Dû re te partî da destê ciwanan. Ma tu gelek demokrat î?
Bi ya min, her çend li Rojhilata Navîn kêm nimûneyên weha hebin jî ev tiştekî gelek mezin nîn e. Ev wezîfeyeke giran bû, hem jî li şûna ku ez tim li pêşiya bim min xwest li kêleka hevalên xwe bin û wiha pê re bixebitim. Têgihîştina min a rêxistinê ev e. Ligel sosyalîstiyê xwe ez wisa bawer dikim ku ez di heman demê de demokratekî baş im jî.
Dil dixwest me bi we re qet behsa trajediyên kurdan ên sedsala 21’an nekira û qet behsa siyasetê nekira lê mixabin pêvajo vê li me ferz dike. Bi 2010’ê re hûn qonaxa ku pirsgirêka kurd a li Tirkiyeyê gihîştiyê çawa dinirxînî?
Li gorî berê gelek pêşketinên baş hene. Lê hêj rê gelek maye. Polîtîkaya înkar û îmhayê ku ji avabûna Komarê ve ye berdewam e, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tu endam bi dest nexistiye. Êdî parêzvanên herî tund ên vê polîtîkayê general jî pê hesiyane ku ev pirsgirêk bi çekê çareser nabe. Li aliyê tirk jî hin entellektuelên ku ji bo çareseriyeke adil û aştiyane fikra xwe dibêjin hene. Li qada navneteweyî jî çi DYA çi jî NY Tirkiyeyê di vî warî de teşwîq dikin. Helbet, evane girîng in.
 Ji aliyê dîtir ve çareserî ewqas nêzîk nîn e. Ji ber ku statokoparêzên naxwazin polîtîka biguherin û riya eştiyê vebe hê jî xwedan hêz û şiyaneke xurt in. Bi çareseriya pirsgirêka kurd dê pergala wan a yekrengî, despot û faşîzan bi carekê de bifelişe. Helbet ew ê jî li dijî vê li ber xwe bidin.
Bi taybetî sala 2009’an hate gotin ha çareser dibe ha çareser bû, raya giştî kete nav heyecanekê piştî wê li dijî kurdan hewldanên lincê zêde bûn… Gelo ji vir pê de her du gel hêj dikarin bi hev re bijîn?
Helbet, bi van rabûn û ketinan dibe ku civak êşên nû bikêşe, carina hêvî bilind bibin carina jî dakevin. Lê ez dibêm qey her tişt ber bi guhartinê ve diçe û pergala kevin li ber têkçûnê ye. Xwediyên sistemê mimkûn e ji bo berevajîkirinê vê rêçûnê serkeftinên demborî bi dest bixin. Ev mimkûn e. Lê ev encam dê bedelên mezin bide vî welatî. Sedam jî ji bo ragirtina sistema Baasê di ber xwe da lê me dît ka vê çi anî erê Iraqê. Dermanê ehmeqiyê tune ye.
 Piştî daketina ji çiyê bi daxwaza AKPê ev daketin hate rawestandin. Piştre jî DTP hate girtin. Dûre operasyona li dijî polîtîkavanên bi rayên gel hatine hilbijartin û şaredaran hate lidarxistin. Bi ya we mebesta van hemûyan çi ye? Û ma tu hê jî bi hêvî yî?
Ev hemû mixabin pêşketinên neyînî ne û xizmetî pêvajoya rêlibervekirinê nake. Berî her tiştî bi hatina ji Qendîl û Mexmûrê PKKê zêde nepixand, bûyer wekî serkeftinekê pêşwazî kir. Vê jî raya giştî ya Tirk rakir ser piyan. A rastir vê derfet da xêrnexwazan. Li meydanê tu serkeftin tunebû. Ev, ji bo palpiştiya pêvajoya çareseriyê çekdanîn û vegereke sembolîk bû. Xeletiya AKPê jî ew bû ku zû çavtirsî bû û paşve gav avêt.
Bi van rûdanan re pêvajoya rêlibervekirinê derbeyeke giran xwar. Hêviyên ku li herêmê geş bûbûn gelek jê vemirîn. Her wiha kurdan careke dîtir dît ku dewletê deriyê xwe li wan dada.
Ligel vê jî min hêj hêviyên xwe di binî re ji dest nedane. Bi ya min, piştevanên rêlibervekirinê divê yek jî bêhêvî nebe. Em dizanin çareseriya pirsgirêka kurd hêsan nîn e. Avêtina gavên biçûk mezin ên di vî warî de jî wisa. Rêlêvekirina bo kurdan a siyasetê jî wisa ye. Bi sebr divê em hewldanên xwe bidomînin. Her tişt bi aliyê me ve ye.
 Çima xitimî? Li gorî we di ‘rêlibervekirinê’ de çi kêmasî û çewtî hebûn? Artêş, heta bi kî derê li pêşiya çareseriya pirsgirêka kurd û pêşketina Tirkiyeyê asteng e?
Hêzên li dijî rêlibervekirinê û statokoparêzan hêj di serî de di ber xwe da. MHP û CHPê ev kiryara xwe gelek tûj kir. Ligel ku leşkeran dîtiye ku pirsgirêk bi çekê çareser nabe jî di warê çareseriya pirsgirêka kurd de nahêlin gav bêne avêtin.
Ji nav vana Hikûmet tevî ku pêşengiya vî karî dikir bi tirsokî tevgeriya li hemberî dijberên rêlibervekirinê gelek bi biryarî tevnegeriya. Programeke zelal û eşkere daneynî pêş. Her wiha hikûmetê ji bo serkeftina pêvajoya rêlibervekirinê bi saziyên kurdan, wek nimûne bi DTPê re diyalogeke baş çênekir. Heta Serokwezîr qet tu pûke jî bi DTPê nekir.
Hikûmetê tevî ku evane nekirin bi hatina koma ewil re tirsiya û xwe da paş. Her wiha di pêvajoya girtina DTPê de û di van operasyonên vê dawiyê de jî helwesteka demokratîk nîşan neda.
Lê di vê pêvajoyê de xeletî giş ya hikûmetê nîn e. Aliyê PKK-DTPê gelek çewtî kirin. Mînak, têra xwe piştgiriya doza Ergenekonê û pêvajoya rêlibervekirinê nekir. Çalakiyên wisa kirin ku pêvajoyê têk bibe. Bo nimûne bi hinceta şertên Ocalan ên Îmraliyê gelek çalakî li dar xistin. Xwîn hate rijandin. Bi ser de jî bûyera provakatîf a Reşadiyeyê… PKKê ev girte ser xwe. Van çalakiyên dijberên rêlibervekirinê xurt kirin. Her wiha vê hem AK Partî qels kir hem jî di nava wê de yên bi rêlibervekirinê re jê sar kirin. Aliyê Kurd berevajiyê vê, diviya bi çalakiyên xwe rê li ber vekira.
Gelo tu dibêjî Serokomar Abdullah Gul û Serokwezîr Recep Tayîp Erdogan ku niha di warê “rêlibervikirinê” de bêdeng bûne dê dîsa xwe li mijarê bişidînin?
Heke pêşketineke neyînî ya nû çênebe mimkûn e ev bêdengiya Gul û Erdogan xirab bibe. Di vî halî de heke pişta xwe bidine mijarê ev dê bi serê xwe bibe fiyasko. Di rewşeke wisa de dê hemû hêviyên ku AK Partiyê geş kirine vemirin û dê di bin wan de bifetise. Encama vê hem dê ji bo Ak Partiyê hem jî her du gelan gelek nebaş be.
Heke bi Abdullah Ocalan re rûnin biaxivin ma dê rê li ber çareseriyeke mayînde vebe?
Yê çareseriya vê pirsgirêkê dixwaze, bixwaze ku çek bêdeng bibin (bi ya min ev xeleka herî girîng e) helbet divê hem bi PKKê re hem jî bi Ocalan re çi rasterast çi nerasterast birûne. Jixwe bi saziyên legal yên nêzî PKKê (duh DTP bû îro BDP ye) re divê diyalog çêbin.
Rewşa Ocalan malûm e. Li Îmraliyê di vê rewşê de ez bawer nakim ku bikaribe bi îradeya xwe tevbigere. Dewleta kûr lê bi bandor e ku ew alîgira çareseriyê nîn e… Min gelek caran ev yek anî ziman û nivîsand. Ji ber ku çi kurdên li hêviya çareseriyekê ne çi jî hikûmet divê vê yekê li ber çavan bigire. Lê ligel vê divê bi Ocalan re rûnin heke tê xwestin ku bandora dewleta kûr bê şikandin… Çimkî heke hûn pûte pê nedin û tenê sûcdar bikin hûn ê wî bêhtir bavêjin ber lepê dewleta kûr.
Bi kurtasî ne Ocalan ne jî PKK li ber bêdengkirina çekan asteng in. Asteng dewlet an jî dewleta kûr bi xwe ye. Yê dibîne û deng neke ma dê çi jê re bê gotin?
Bi ya we divê çi bê kirin? Burkayê 73 salî yê hiqûqzan, siyasetmedar, wêjenas û însan, ji bo aliyê şer ji bo “aştiya kurd û tirkan” çi pêşniyaran dike?
Tu fêdeya vî şerî ne ji tirkan re ne jî ji kurdan re heye, ji her du aliyan re jî ji bilî êş û rondikên çavan tu tişt neaniye ne jî tîne. Şerxwaz her cend xwe bispêrin bin sîwana welat û milet jî a rastî ew tenê ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj di vî şerî de serhişkiyê dikin. Divê gavek zûtir em riya aştî û lihevhatineke adil bibînin. Ev jî ancax liser esasê wekheviyê çêbibe ku ev jî wekî mînaka Başûrê Kurdistan- Iraqê bi federasyonê mimkûn e.
Pêvajoya rêlibervekirinê derfetek e. Heke baş bê birêvebirin, heke yên aştî, demokrasî û azadiyê dixwazin bi dilekî pak destekê bidinê em ê bi ser bikevin. Helbet her tişt di gavekê de çênabe. Ji bo vê hinek dem pê divê. Hikûmet divê di bin hengameya dijberên çareseriyê de nemîne. Divê bi biryar be. Divê ji aliyekî ve ji raya giştî ya Tirkiyeyê re giringiya careseriyê bibêje ji aliyê dîtir ve jî bi hemû aktorên kurd re çi rasterast çi jî nerasterast rûne. Ocalan û PKK jî di nav de. Divê pêsgavên berbiçav ên pêbawer bêne avêtin. Aliyê kurd jî divê di vê mijarê de hikûmetê bi tenê nehêle.
Birêz Burkay, hûn hê jî helbestan dinivîsin? Heke helbesteke we ya neweşandî hebe tu dikarî bi riya AKnewsê belav bikî?
Bele heye, helbesta bi navê “Şev”
ŞEV Bêdengiyeke zîvîn a êvarê Muzîkeke çigan ji kûr de Ji nişke ve lêdide saetê Heçko kêfxweşiya te
Di laliya şevê de rûyên nas germ dike nava min wekî robarekî hêc hêdî hêdî dimeşe jiyan dilê min bi xwe re aşt bîrhatin û tehma jiyanê
Gotina wê ya şirîntirîn, çavên bengîn min reşand ser şevê min lihêfka bajêr nixumand
Tîrmeh 2009
PORTRE / KEMAL BURKAY
Kemal Burkay, di sala 1937ê de li gundê Dirbana bi ser Mazgîrta Dêrsimê ji dayik bû. Sala 1949ê çû Enstûtiya Gund a Akçadagê, sala 1955ê bû mamoste. Fakulta hiqûqê ya Enqereyê di sala 1960ê qedand. Li navçeya Edeneyê Osmaniyê demeke kurt qeymaqamî kir. Piştre anîn navendê lê veqetiya û di sala 1964ê de li Elezîzê dest bi parêzeriya serbixwe kir.
Di dema mamosteyê de helbest û gotar nivîsandin. 1964ê romana wî ya ewil “Yaşamanın Ötesinde” di rojnameya Vatanê de beş beş hate weşandin. Pirtûka wî ya helbestan a ewil “Prangalar” di sala 1967ê de hate çapkirin. Di sala 1965ê de li Elezîzê kovarek bi navê Çira derxist. Gelk pirtûkên wî yên wêjeyî û siyasî hene.
Kemal Burkay, sala 1965ê bû endamê Partiya Karkeran û wî di rêxistinbûna wê ya li bajarên Dêrsim, Xarpût, Çewlîg û Ezirganê de rol girt. 1965ê temenê xwe mezin kir û bû berendamê TÎPê yê Çewlîgê. 1968ê di Desteya Rêveber a TÎPê de û piştî salekê jî ji bo Desteya Navenda TÎPê hate hilbijartin. 1969ê jî bû berendamê TÎPê yê Dêrsimê. 12ê Adara 1972 derkete derveyî welat. 1974ê piştî efûyê vegeriya welat û li Enqereyê dest bi parêzeriya serbixwe kir.
Dawiya heman salê de bi çend hevalên xwe re bi awayekî îllegal Partiya Sosyalîstên Kurdistanê ava kir. Ew bû sekreterê wê yê giştî. Burkay û hevalên xwe di sala 1975ê kovara Ozgurluk Yolu, 1977ê rojnameya 15 rojî Roja Welat derxist. PSKê namzetê serbixwe nîşan da û di sala 1977ê li Diyarbekirê Mehdî Zana, 1979ê Urfan Alpaslan wekî şaredar hilbijartibûn.
Burkay di adara 1980ê de derkete derveyî welat. Li Swêdê bi cih bû. Ew bavê çar keçan û kurekî ye.
Roni Alasor /AKnews werger: om
| |
|
|
• Komkar - den kurdiske forening © 2009 • Nansensgade 30, 1. th, 1366 København • Tlf. +45 33137501/30225297 • email: info@komkar.dk • Arbejdernes Landsbank, regr nr: 5321 - konto nr: 0503541
| | |
Den Kurdiske Forening – KOMKAR-DK
Velkommen – Bi xêr hatin - Hoþgeldiniz
Den Kurdiske F orening - KOMKAR-DK |
|