Encamnameya Civîna Lijneya Koordînasyonê ya Derveyê Welat ya PSKê
Lijneya Koordînasyonê ya Derveyê Welat ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan -PSK-LKDWê, bi mebesta nirxandina xebatên sala 2009an yên liqên derveyê welat yên PSKê, bi beşdariya nuneran civînek pêkanîn.
Di civînê de rewşa rêxistinî, xebatên liqan û herweha kêmanî û qelsiyên ku di pêvajoya nûsaziyê da hatine pêşê, ji aliyê nuneran ve hatin nirxandin. Beşdarên civînê, herweha nêrînên xwe yên derbareyê ‘rêlibervekirinê’, rewşa siyasî ya li Tirkiyê, Kurdistan û Rojhilata Navîn pêşkeş kirin.
Herweha, di civînê de derheqê plana xebat û çalekiyên ku wê di sala 2010an de bên kirin, biryar hat girtin û biryar hate dayin, ku daxuyaniya jêrê ji bo raya giştî bê ragihandin.
Sedem çi dibe bila be û destpêşxerên wê kî dibe bila be, ‘pêvajoya rêlibervekirinê’ giring e û di dîroka siyasî ya Tirkiyê da cara yêkan e, ku ev yêka hanê ev yêka hanê pêktê.
Lijneya Koordînasyonê ya Derveyê Welat ya PSKê, ku dixwaze pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk û aşîtiyane bê çareserkirin, van pêşniyar û daxwazan dike;
- PSK-LKDW, bang li Hikumeta AKPê dike ku ji bo “pêvajo” ji xitimandinê rizgar bibe û pêşve biçe, divê pêgir be, ligel sazî û partiyên Kurd yên legal, bi hemû hêzên azadîxwaz, demokrat û aşîtîxwazan re diyalog dayne; hevkarî pêkbîne.
-Ji bona, ku pêngavên pêwist yên derbareyê çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk û aşîtiyane bên avêtin û selametiya pêvajoya heyî, pêwistî bi rawestandina şer û operasyonan heye. Ji ber vê yekê jî, divê operasyonên leşkerî bên rawestandin, PKK agirbesek bêşert û merc îlan bike û hikumet jî wezîfe û selahiyeta xwe ya di vî warê de cîh bîne.
-Ji bo ji “pêvajoyê” encameke erênî bê wergirtin, bi gotineke din ji bo pirsgirêka Kurd bi şêweyeke demokratîk, aşîtiyane û bi diyalogê bê çareserkirin, pêwistî bi hevkarî û yekhêziya tevgera demokratîk û neteweyî ya Kurd û hêzên azadîxwaz, demokrat û aşîtîxwaz heye. Ji ber vê yekê jî, PSK-LKDW banga hevkariya navxweyî li tevgera demokratîk û neteweyî ya Kurd dike û daxwaz dike ku bi hêzên azadîxwaz, demokrat û aşîtîxwaz yên Tirkiyeyê re mil bidin milên hev.
-PSK-LKDWê, xemgîniya xwe ya ji ber rûdanên navbera grûbên siyasî yên Kurd ya li Başûrê Kurdistanê ku li derdora Silûmaniyê qewimîbûn, diyar dike û piştgiriya xwe ji helwest û îradeya Desthilatdariya Siyasî ya Başûrê Kurdistanê re destnîşan dike ku ji bo çareserkirina van rûdanan nîşan dabûn. Herweha, bang li aliyan dike ku bi eqlêselîm tevbigerin û pirsgirêkên xwe bi rêya diyalogê çareser bikin.
-PSK-LKDWê, bang li hemû partî, rêxistin, grûb û kesayetiyên Kurdistanî yên li derveyê welat dike ku bi armanca pêşwaziya kirina pêşveçûnên gengaz yên li Rojhilata Navîn, dest bidin hev û pêwendiyên xwe xurtir bikin.
- PSK-LKDW ku, ji giringiya xebatên lobiyê haydar e, bang li hemû însiyatîfên sivîl û rêxistinên civakî û demokratîk yên Kurd ku li derveyê welat xebat dikin, dike daku ji bo pêkanîna lobiyeke bi hêz ya Kurd destê xwe bidine hevdu.
- PSK-LKDW, di wê baweriyê de ye ku şertê bingehîn yê serkeftinê, tekoşîna bi rêxistinî ye. Ji ber vê yekê, bang li hemû dilxwazên PSKê dike ku hê zêdetir li sazî û rêxistinên demokratîk û civakî xwedî derkevin û bi şêweyeke çalak beşdarî li xebatên wan bikin.
Çileyê Paşîn ya sala 2010
Komîteya Derveyê Welat ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan
--------------------
Dengê Kurdistan