Kurdên Anatolîya Navîn li bajarê Kopenhagê şahîyeke kultûrî li dar xistin

Di roja 15.01.2010’an de kurdên Anatolîya Navîn bi amedekarîya Komela Çandî û Hevgirtina Yeniceoba li bajarê Kopenhagê li Danîmarqa şahîyeke kultûrî a bi girseyî li dar xistin.
Şahîya ku li salona Dawetê a bi navê Başak Saray li taxa Sydhavn li bajarê Kopenhagê hate li dar xistin, ku tê de zêdeyî 1000 kesan beşdarî kirin, xwedî bernameyeke bi rêk û pêk, bi xwarin û vexwarin û ji mêvanan û ji hûnermendên cur be cur tijî, ji dest pêkê heta derengî şevê di nav kêf û şahîyeke bê hempa de derbas bû.

Di şevê de gelik mêvanên xerîb ên wek Serokê Şaredarîya Yeniceoba, Birêz Ilyas Kara, Serokê Şaredarîya bajarê Ishøj, Birêz Ole Bjørstorp, ji redaksîyona kovara Bîrnebûnê, Birêz Alî Çiftçi, ekonomîst û nivîskar Nebi Kesen amade bûn û her yekî ji wan axaftinek kirin.
Di şevê de her weha peymanek dostanîyê di navbera Şaredarîya Yeniceoba û Şaredarîya Ishøj de ji alîyê herdu serokşaredaran Ilyas Kara û Ole Bjørstorp ve hate îmze kirin.
Afatinên ku hatin kirin hemû jî balkêş bûn, xasima axaftinên Birêz Ali Çiftçî û Birêz Nebi Kesen bi kurdî bûn û gelekî balkêş bûn. Herduka jî bi kurdîyeke paqij û zelal dîtinên xwe anînin ziman û li ser rewş û pirsgirêkên kurdan rawestihan. Birêz Nebî Kesen di axaftina xwe de zêde li ser pêvajoya sîyasî a li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê rawestiha û qala ”rêlibervekirina demoqratîk” û bûyerên vê dawîyê kir ku qewimîne kir.
Birêz Ali Çiftçî jî di axaftina xwe de zêde giranî da ser rewşa Kurdên Anatolîya Navîn û zimanê kurdî, ku tê dûr û dirêj li ser zexta dijmin a li ser kurdan û xasima jî a li ser zimanê kurdî sekinî û da dîyar kirin ku bi salaye ku dijmin xwestîye ku zimanê kurdî bi rêya asîmîlekirina kurdan ji holê rakê û kurdan ji nirxên wan ên netewî bi dûr bikê. Çiftçî her weha daxwaz kir ku heta ku ji kurdên Anatolîya Navîn bê li zimanê xwe xwedî derkevin û bi zarokên xwe re bi zimanê dayîka wan biaxivin û heta ku ji wan bê çand û kultûra kurdî û erf û adetên kurdî bi wan bidin nas kirin. Her weha bal kişand ser metirsîyên li van welatên xerîb jî û daxwaz ji dê û bavan û bi giştî jî ji hemi komel û rêxistinên kurdan kir ku li zarokên kurdan ku li kocberîyê hatine dinê, xwedî derkevin ta ku ev zarokên ha dûrî nirxên xwe ên kurdayetî nebin, ji ber ku lêxwedîderketina çand û zimanê kurdî di eynî wextî de tê wateya lêxwedîderketina nasname û hebûna mirov bi xwe û weke erkekîye li ser milê hemû kurdan.

Di şahîyê de gelek hozan û hûnermendên hêja û qedirbilind amade bûn û her yekî ji wan bi deng û awazên xwe ên ji cur be cur rengekî taybet dane şahîyê û ew xemilandin. Hozan û hûnermendên beşdar bûyin ev bûn:
- Hozanê Gelê Kurd, Şivan Perwer li gel orkêstra xwe.
- Hûnermend Çanê.
- Hûnermend Murat Küçükavci.
- Hûnermend Hikmet Çoban.
- Hûnermend Nurettin Çiçek.

Hêjayî gotinê ye ku di şevê de grûba folklora kurdî jî di bin rêveberîya Şoreş Kiliçaslan de çend govendên xweş û balkêş pêşkêşî mêvanan kirin û mêvan dilşa kirin.
Ji êvarî de çavê hemi mêvanan li hatina hozanê mezin Şivan Perwer bû û bi meraq li benda derketina wî li ser dîkê bûn. Bê gûman wek her carî dîsan Hozan Şivan Perwer di dawîya şevê de derket ser dîkê. Şivan Perwer di derdora seat 23.00 de derket ser dîkê û heta seat bû 00.30 jî berdewam kir û bi stranên xwe ên ji hev xweştir û balkêştir, di nav de car car na jî ên govendê, mêvan di nav kêf û şahîyeke mezin de hiştin û ew rakirin govend û dîlanê. Geh ew ber bi welêt ve birin û geh ew li kolanên Ewropa gerandin û bi pêşnîyarên xwe bangawazî li kurdan kir ku hez ji hev bikin, li çanda xwe xwedî derkevin, xwe li hev kom bikin û yekîtî û tifaqa xwe çêkin.
Şeva kurdên Anatolîya Navîn bi giştî bi rêk û pêk û di nav kêf û coşeke mezin de derbas bû û hemû mêvanan bi dilxweşî berê xwe dane malên xwe.
Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag
19.01.2010
yilmazyildiz@ofir.dk
---------------------------
Dengê Kurdistan
Dengê Azad