Kampa Zivistanê ya KOMCIWANê bi serkeftî pêk hat

 

„Xweştirîn Kamp ya Salên Borî“

 

- Li Cuxhavenê nêzikî 100 ciwan gengeşî kirin, fêr bûn û kêf kirin -

 

Kampa Zivistanê ya KOMCIWANê, ku di meha Çileyê Pêşîn da, li Cuxhavenê hat li dar xistin, ji Elmanya, Swîsre û Nemsê (Avusturya) bi beşdariya nêzikî 100 ciwanan pêk hat. Gengeşî bi coş bû, kar û xebatên atolyeyan bi ber… Ciwan kêfxweş bûn. Lê belê dema ku Adir (ji Berlînê) li ser dawiya Komara Kurd a Mehabadê agahdarî da, xemgînî û bêdengiyek peyda bû.

 

Kamp, bi civîna agahdariyê despê kir. Li Cuxhavenê, di despêkê da diviya herkes herkesî nas bikira. Û ev rewş di berdewamiya kampê da her wusa ma. Her sibeh û êvaran Kurdên ciwan sohbetên germ kirin. Her gav ji hev ra rêz û hurmet nişan dan. Di bernamê da pir cure derfet hatibûn pêşkêş kirin. Di 5 atolyan da (Rojnamegerî, Kurmancî, Govend, Fîlm û Agahdariyên Giştî) ciwan fêrî pir tiştan bûn. Hin ji encamên kar û xebatên atolyan ji beşdaran ra hatin pêşkêş kirin, lê ji bo hin xebatan ev yek ne mumkin bû.

 

Kevneendamê KOMCIWANê, endamê Birêvebiriya Giştî ya KOMKAR-EU Tarkan Koç, ji bo ku seminera xwe ya bi navê „Kurdên Ewrupayê“ pêşkêş bike, ji Bremenê hat. Semînera ku nêzikî 3 saetan ajot, ji aliyê ciwanan bi baldarî hat guhdarî kirin. Tarkan, li ser karkerên mêvan (Gastarbeiter), penaber û nivşên ku li vir hatin dinyayê, agahdarî da. Di dawiya semînerê da ji ciwanan xwest, ku serpehatiya malbatên xwe vebêjin. Ciwan vê daxwazê bi dilxweşî û serketî bicîh anîn.

 

Sekreterê Giştî yê PSK Mesud Tek jî beşdarî kampê bû û li ser „Relibervekirina Kurd“ agahdarî da. Tek, ji ber ku pirsa Kurd bi serbestî tê niqaş kirin û li Tirkiyê Kurd wek gel tên pejirandin, bi giştî rêlibervekirina Kurd bi erênî nirxand û sedemên vê pêngava weha şirove kir: Sedemek pêvajoya endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrupa, ya  din jî dewlemendiya nefta erdê û xeta boriyên neftê ye, ku ji bo wan aramî û aşîtiya herêmê pêwîst e. Tek, da zanîn ku sedemên aborî yên bingehîn in ji bo berdewamiya pêvajoyê. 

 

Pey gotara Tek, ji KOMKAR-EU´yê Tarkan Koç û Taner Uçar, li ser dîroka KOMKARê agahdarî dan. Herdu jî kar û xebatên KOMCIWANê bi erênî nirxandin û eşkere kirin, ku wê pişgirî bidin peşniyar û pêngavên KOMCIWANê.

 

Ji Berlînê Medya Koflî (22) dîtinên xwe weha anî zman: „Bi taybetî gotara Tarkan Koç bi dilê min bû. Ji ber ku têkiliya wî ya bi me ra pir xwîngerm bû.”

KOMCIWAN di sermaya zivistanê da li ser mijarên germ jî gengeşî li dar xistin. Di atolyeya „Agahdariyên Giştî“ da beşdar, „kuştinên bi navê toreyê“ û „homoseksualîte“ jî tê da, li ser babetên curbecur sohbet kirin. Di bernama êvarê da, li ser van babetan komên „li gel“ û „li dij“ pêk hatin û gengeşî hatin li dar xistin. Koma ku li gel „kuştinên bi navê toreyê“ bû, dîtinên xwe bi lîstikên piçûk yên teatral pêşkêş kirin. Di gengeşiyan da koma muhafazakar-îslamîst û ya lîberal nêrînên xwe eşkere kirin. Mixabin keç û jinên Kurd hîn jî dibin qurbaniyên vê kevneşopiya kevneperest.   

 

Mijara gengeşiya êvara Çarşemê, „Kurd li ser homoseksualîtê, bi taybetî jî li ser jin û mêrên homoseksuel yên endamê malbatê çi difikirin“ bû. Dîtinên Hetaw û Adir, ku beriya 100 salan di rojhilatê da homoseksualî hebû û ji aliyê civatê jî ne ecêb dihat dîtin, ji bo hin beşdaran surprîz bû. Îro di civata Kurd û hin civatên rohilatê da, bi taybetî jî mêrên homoseksual bi reaksiyonên nehînî rûbirû dibin, caran rastî êrîşan dibin û ji aliyê malbatê va tên red kirin. Civîn bi gengeşiyên zindî yên komên „li gel“ û „li dij“ hat li dar xistin.

 

Roja Çarşemê, bêdengiyek ketibû salonê. Ji ber ku Adir (ji Berlînê), li ser Komara Mehabad a Kurd (îro Îran) semînerek pêşkêş dikir. Di wê demê da Qazî Mihemed, bi pişgiriya Sovyetê li Kurdistanê dewleteke Kurd saz kir. Bi hezaran welatparêz koçî Mehabadê kirin û bingeha vê dewletê danîn. Di zmanê Kurdî ya nivîskî da ronesansek despê kir, tovê neteweperweriya Kurdî hat avêtin. Mixabin Komara Mehabad ya Kurd ji sedema jarbûna Îrane dijîya, ku wê demê ji bakûr ji aliyê Arteşa Sor (YKSS), ji başûr jî ji aliyê Îngilistanê va hatibû dagir kirin. Piştî Şerê Cîhanê yê Duwemîn (1945), Sovyet bi dewletên Rojawayî û Îranê ra bazarî kir û hevalbendên xwe yên Kurd tenê hîşt.    

 

Pey ra daxwaz ji beşdaran hat kirin, ku ji çavê şahidekî (bi çavê zarokek, jinek an jî mêrek) pêvajoya wê demê vebêjin. Bêdengiyek kete nava kampê. Ji ber ku herkes êşa Mehabadê di giyan û bedena xwe da hîs dikir. Ji Hamburgê Hêvî (16) hestên xwe weha anî zman: „Ji ber ku bûyer yek bi yek li ber çavên min derbas bûn, ez pir hestiyar bûm.“ Xewn û xeyala Kurdistaneke serbixwe pirî caran bû trajedîyek. Lê belê êvarê bedengî bilez belav bû, firî çû: Beşdar nîqaş kirin, leyîstin, stran gotin, govend gerandin û di berdewamiya şevê da ken û coşa wan kêm nebû. Û piraniya wan nekarîn sibetirê di saet heştan da taştê bixwin.

 

Piraniya beşdaran, vê kampê wek „kampa herî xweş, herî perwerdekar û herî bi coş“ ya van salên dawîn bi nav kirin. „Ji bo min ev, xweştirîn kamp ya salên dawîn bû… birêvebiriyê pîroz dikim“ got Dilan Dişçi (19) ji Berlînê. Ji Bremenê Cîhan Koç (20) jî nêrînên xwe weha anî zman: „Hêvî û daxwazên min hatin cîh… ji her Kurdê ciwan ra pêşniyar dikim, ku beşdarî kampan bibe.“ Hîn ciwan cara yekemîn bû ku beşdarî kampê bûbûn. Bi coş bûn û dixwestin careke din beşdarî kampê bibin. Hin rexne jî hebûn: Ji bo hinan salonên semîneran sar bûn, hin bernnamê pir tijî nirxandin. Keçeke ciwan dixwest li derva kebap çêke. Ev daxwaz ma ji bo kampa havînê.

 

Her çiqas di 31 Çileyê Peşîn da hin ji wan ber bi malên xwe bi re ketin jî, ji nîviyan zêdetir beşdar serê salê bi KOMCIWAN va pîroz kirin.

 

Ji Atolya Rojnamegeriyê ya di bin birêvebiriya

Andre Berthy
Werger ji Elmanî: Sedat Karakaş

 

Dengê Kurdistan

 

 

 

 

 

• Komkar - den kurdiske forening © 2009 Nansensgade 30, 1. th, 1366 København 
Tlf. +45 33137501/30225297  email: info@komkar.dk  Arbejdernes Landsbank, regr nr: 5321 - konto nr: 0503541

 

 

 

      Den Kurdiske Forening – KOMKAR-DK 

       VelkommenBi xêr hatin - Hoþgeldiniz

   

 

Den Kurdiske Forening -  KOMKAR-DK