|
Dema tevgerîna bi aqlê selîm e
Dadgeha Destûra Bingehîn ya Komara Tirk ku yek ji qeleyastatukoyê ye, bi girtina Partiya Civaka
Demokratîk-DTPê îmze avêt bin biryarek din ku dijberên guhertinê, demokrasiyê û azadiyê pê kêfxweþ kirine.
Doza girtinê ku ev zêdetirî du salan e dane sekinandin, di rewþek usa de bi encam bû ku ne mumkûn e mirov wek pêdiviya prosedorê binirxîne; kêm zêde pêvajoya ‘rêlibervebûn’ê dimeþe, çalekî û xwepêþandanên ji ber ‘rewþa tendurustî û tengbûna hucreya Abdullah Ocalan’ û kuþtina 7 leþkerên li Tokatê ku ji aliyê hêzên PKKê ve pêkhatiye.
Ev biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ku dijberên‘rêlibervebûn’ê bextewar kiriye û xwestiya kurdan ji siyaseta legal dûr bixe herweha îradeya girseya ku deng daye DTPê jî binpê kiriye.
Dadgeha Destûra Bingehîn ku dezgeha herî bilind ya pergala daraziyê ye û hêzên neteweperest û ergenekonê din av de hêlîn vedane, bi vê biryara xwe dixwaze rê li ber hewldanê aramîbûnê bigire. Bêguman di serî de hikumeta AKPê bêxemî û bêhelwestiya dezgeha siyasetê karê dijberên guhertinê, demokrasiyê û Ergenekoniyan hêsantir kiriye. Di biryara girtina DTPê de herî kêm bi qasî Dadgeha Destûra Bingehîn hikumeta AKPê jî berpirsyar e ku heta nuha di serî de Yaseya Partiyên Siyasî û ya hilbijartinan, di yase û qanûnan de guhertinên pêwist pêk neaniye.
Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn, derî li alozî û kaosa li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê vekiriye;hewayeke bi mij ku gur hez jê dikin, peyda kiriye. Lê, aliyên ku guhertinê, demokrasiyê û azadiyê dixwazin, dikarin hewesa guran di gewriyê wan de bihêlin. Ji bo vê jî, ya ewil ku bê kirin, divê hestyariyê ji dest bernedin û xwe ji nerazîbûnên hîsî dûr bixin.
Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ya girtina DTPê, carek din daye nîþandan ku heta ev Destûra Bingehîn ya berhema rejîma 12ê Îlonê hebûna wê dom bike, dê li Tirkiyeyê demokrasî û guhertineke mayende pêk neyê.
Divê Hikumeta AKPê bi wêrekî û bi biryarî pêvajoyê ‘rêlibervebûn’ê bidomîne, xwe ji tevger û helwestên ku li gor berjewendiyê dijberên ‘rêlibervebûn’ê bin, dûr bixe, dest bi xebata amadekirina Destûreke nû ku li gor pirçandiya Tirkiyeyê be, bike. Ji ber vê yekê jî, divê ji bo amadekirina Yaseya Partiyên Siyasî û ya Hilbijartinan ya hevdem ku li standardên Yekîtiya Ewrûpayê be, bi lezgînî bikevin nav tevgerê.
Divê kurd siyaseta legal ku dewlet bi israr dixwaze wan jê dûr bixe, neterkînin û ji bo çareseriyeke aþîtiyane bi biryar tevbigerin.
Partiya me biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ya girtina DTPê þermezar dike û bang li alî û hêzên ku demokrasî û guhertinê dixwazin, dike ku li hember vê biryarê dengê xwe bilind bikin. Herweha, em bang li alîgirên DTPê jî dikin ku divê nerazîbûnên xwe yên li dijî vê biryarê, ji tundiyê dûr di nav sînorên demokrasiyê de bi þêweyeka aþîtiyane bînin ziman.
11. 12. 2009
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
|