|
Girtina DTPê xizmeta demokrasî û aþîtiyê nake
Partîya Civaka Demokratîk DTP, bi biryara Dadgeha Yasaya Bingehîn ya Tirkîye, bi
sedema kiryar û peywendîyên wê li gel PKKê hate girtin. Serokê DTPê Ahmet Turk jî tê da
37 rêvebirên din ji bo 5 salan siyasetkirina wan hate qedexekirin.
Wek tê zanîn du sal berê ji bo girtina DTPê mehkeme hatibû vekirin. Dadigehê di roja 11ê
Çileya Pêþîn da bi yek dengî biryara girtina DTP da.
Di serî da bibêjin ku biryara Dadgeha Tirkiyê, biryarek siyasî ye û tu elaqa wî bi hukuqê va
nine. Dadigeh wek gurên birçî di kemînê da bû û ji bo girtina DTPê li hacetan digeriya. Lê,
DTP jî li hember vê xeterê xwe neparast û bi hestiyarî kar nekir. Di pêvajoya
demokratîzekirina Tirkiyê û rê li bervekirina Pirsa Kurd da, bi 21 parlamenteran erkên ku
jê dihate xwestin neanî cîh. Adresa çareseriyê cîhên din nîþan dida. Di þûna ku piþtgirî bide
libervekirina pêvajoya pirsa kurd, rewþa tendurustiya Ocalan ve mijûl bû. Meþ û mitîngan
ji bo Ocalan pêkanîn. Di van meþan da molotof kokteyl hate bikaranîn ku her tim ji
provaksyonan ra vekirî bû. Di netîcê da çend kes hatin kuþtin.
Di roja 7ê Çileya Pêþîn da li bajarokê Reþadiyê bi ser Tokatê ve ye , kuþtina 7 eskeran jî li
dû van çalakiyan hat. Her çend wext û metoda bûyerê, bi þikdar û provaktîfbûna xwe
diþibe kuþtina 33 eskeran ku di sala 1993´an da li Bîngolê rûdabû, PKK´ê piþtî 3 rojan
xwedî li vê bûyerê derket.
Bi karanîna tund û tujiyê xizmeta pêvajoya aþîtî û demokrasîyê nake. Divê PKK bi temamî
dest ji bikaranîna þîdetê berde. Þîdet bi berjevendiya hêzên statukoparêz, nijadperest û
þoven tê. Divê PKK, xebata xwe bi metodên demokratîk û aþîti bidomîne. Zemînê ji pêþî
libervekirina pêvajoya pirsa Kurd xweþtir bike ku daxwazên gel bi serbikeve.
Þik tune ye ku girtina DTPê û qedexekirina mafê siyasetê, derbek li xebata legal û
demokratîk dixe. Li dijî demokratî û mafên miroviyê ye. Em tu sebebek huqûqî nabînin û
tu elaqa wî bi huqûqê va tune ye, biryarekî siyasî ye. Loma jî em girtina DTPê mehkum
dikin.
Em, bê dengiya hukumeta AKPê jî, li hember girtina DTPê bi þik û manîdar dibînîn.
Divê bûyerên dawî û girtina DTPê, projeya rê libervekirina pirsa Kurd û demokratiyê neke
nav astengiyan. Çareseriya pirsa Kurd û bi cîhanîna demokrasiyek temam wê wisa bi rihetî
û bê astengî nebe. Hêzên nijadperest û þoven, rêxistina dewleta kûr Ergenekon, ji bo
alozkirina rewþê û ji bo rê li bergirtina demokratizekirina Tirkiyê, wê vala nesekine. Loma
jî hiþyarî û hestiyariyek mezin divê.
Divê hukumeta AKPê, projeya rê libervekirina pirsa Kurd û demokrasiyê, bi hestiyariyek
mezin bidomîne. Divê hêzên demokratîk û aþîtîxwaz û hêzên Kurd, hemû hêz û kesên ku
terefên guhartinê û serketina demokrasiyê ne, bi xebatek hestiyar xizmeta rê libervekirina
pirsa Kurd, demokrasî û aþîtiyê bikin.
13.12.2009
Kovan Amedî
Serokê Giþtî yê
Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa / KOMKAR- EU
|