
Banga dezgehên Kurd û Elewî yên Ewrupayê ji bo Enternasyonala Sosyalîst:
"CHP ji endametiyê derxin!"
7 dezgehên demokratîk yên Kurd û Elewî yên seranserê Ewrupê, ji Serokatiya Enternasyonala Sosyalîst û partiyên endam ra nameyek þandin û ji wan daxwaz kirin ku CHP ji endametiyê derxin.
Name li jêr ê:
„Ji serokatiya Sosyalîst Enternasyonalê û Partiyên Endam ra
Rêzdaran,
Di roja 10ê meha 11´an, di Meclîsa Tirkiyê da li ser “Berlêvebûna Pirsa Kurd û Berlêvebûna Demokrasiyê” niqaþ hate kirin. Di vê niqaþê da hin partî siyaseta xwe ya þoven û nijadperest pir bi eþkere raxistin ber çavan.
Berdevkê gruba CHPê Onur Oymen, di axaftina xwe da ruyê xwe yê faþîst li hember Kurd û Elewiyan eþekere kir. Di axaftina xwe da got ku divê dewleta Tirk, çewa li serhilda Þêx Seîd, Dersim, Agirî û Zîlanê, bi qeliyaman dengê kurdan temirand, îro jî ew siyaseta bê domadin. Gelek balkêþ bû ku gava Oymen vê axaftinê kir cîgirê serokê giþtî yê CHP´ê Kemal Kiliçdaroglu jî jê ra çepikan lêda.
Wek tê zanîn 28 serhildanên kurdan di dema ku CHP li ser hukumbûye pêkhatiye. Hemû serhildan jî bi ewayek hovîtî hatine temirandin. Zikê jinên biducan hate sungûkirin,zarok di zikê dayikên xwe da hatin kuþtin. Jinê kurd ji bo ku ji aliyê eskeran ve neyên tecavizkirin, xwe ji zinaran ve avêtin xwarê. Bi milyonan Kurd ji welatên xwe hatin dûrxistin. Gund, mezra zewî û daristan hatin þewitandin. Ji milyonek zêdetir însan hatin kuþtin. Nêzî sed rêberên Kurd hatin bidarvekirin. Kurdistanê kirin gola xwînê.
Ji wê rojê heta îro, li dinyê gelek tiþt hatin guhartin. Tirk, Kurd, Elewî, Sosyalîst û dîndar hatin guhartin. Lê CHP înat dike û xwe nagorîne. Naxwazin, dijî Kurdan û dijî hemû komên muxalifên siyaseta xwe ya li ser esasên zilumê, qedexekirinê, tund û tûjî hatiye avakirin, bigorînin. Siyasetek pir dengî, pir rengî, wekhevî û demokratiyê û sazumanek nûjen, li dijî yekitiya Tirkiyê dibînin.
CHP li ser esasên nasyonalîstî, nijadperestî, þaovenîstî û Tirkitiyê Komara Tirkiyê damezrandiye û ji sala 1923´an heta sala 1950´an Tirkiyê bi serê xwe îdare kiriye.
Eger em beþek ji qetliyam û jenasîdên di diroka bi xwîn ya Îttihat Terakî û Komara Tirkiyê de, ku di bin hukma CHPê de çêbûne wek numûne nîþam bidin;
Di salên 1923-1934´an da 1,5 miyon rom bi zorê ji cîh û warên xwe hatin dûrxistin
Di salên 1925-1928´an da di serhildana Þêx Seîd´da bi hezaran kurdê sivîl hatin qetilkirin.
Di salên 1926-1930´an da Serhilda Agiriyê
Di salên 1935-1938´an da Li Dersimê nêzî 100 hezar Kurdên Elewî hatin qetilkirin
Di sala 1942´an da ji bo ku Ermenî, Yunaniyan û Cihûyan ji cîh û warên wan dûrbixin yasayek taybet hate derxistin
CHP berpirsê qetliyamên; 1 Gulan 1977li Stenbolê, 1978 li Meraþê, 1980´ê li Çorumê,berpisê qetliyama 2 tebax 1993´an li Swasê ye.
Ji sala 1984´an vir da, di þerê qirêj da 4000 zêdetir gund û mezra hatin þewitan û werankirin. Çar milyon Kurd bi zorê ji cîh û warên xwe hatin dûrxistin.
Bi kurtî, berpirsê qirkirin, qetliyam, faîlê meçhûl, binpêkirina mafên mirovî û zulmê, damezranerê sîstema Komara Tirkiyê CHP ye.
CHP, xwe wek partiyek hevdem dibîne, lê li dijî endametiya Yekitiya Ewrûpayê dertê. Bi vî halê xwe bû navenda kevneperestî, þovenî û nijadperestiyê. CHP bi vî rengê xwe, bi prensîbên Sosyalîst Enternasyonalê ra nagunce. Ji ber vê yekê em rêxistinên li jêr ku li Ewrûpayê xebatên xwe didomîne, daxwaz ji Sosyalîst Enternasyonalê dikin ku CHPê ji endametiyê derxîne.
Bi silav û rêzên me.
08.12.2009
Konfederasyona Komeleyên Kurdistan Li Ewrûpa KOMKAR-EU
Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd
Mala Gel Li Cenevre
Navenda Çanda Elewiyan li Goteborg
Yekîtiya Jinên Kurdistan-KOMJIN
Yekitiya Ciwanên Kurdistan-KOMCIWAN