|
Guh bidin hewara Zeyneb Celaliyan!
Rejîma Îranê, terora xwe li ser gelên Îranê û bi taybetî jî li ser gelê Kurd didomîne. Komara Îranê ji bo ku rejîma xwe ya kevneperest biparêze, pê li hemû mafên însanî û demomratîk dike. Bi taybet, piþtî hilbijartina Serokkomarê Îranê, tund û tûjîya xwe li hember muhalefeta demokratîk zêdekiriye. Derîyê xwe ji hemû daxwazên demokratîk ra girtiye. Hewl dide, ku daxwazên demokratîk û netewî yên gelê Kurd, gelê Belûc û Azerîyan, bi girtin, îþkence, kuþtin û îdamkirinê va çareser bike…
Zîndanên Îranê, bi hezaran keç û kurên Kurd û muxalif va tijî ne. Wek tê zanîn Îhsan Fetahiyan di roja 11ê Mijdara 2009´an da li gîrtîgeha bajarê Sinê hat îdamkirin. Gelek ji wan zîndaniyan cezayê îdamê girtine. Þoreþger û welatparêza Kurd Zeyneb Celaliyan ku di 15.01.2009´an da biryara îdama wê hatibû dayin, her weha Þêrko Moaref û bi dehan zîndaniyên din yên Kurd jî ku biryara îdama wan hatiye dayin, ji mafên wergirtina avûqat û dîtina dê û bavên xwe jî bêpar in.
Em wek Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê Li Ewrûpa KOMKAR-EU, bangê Yekitiya Netewan-YN û Yekitiya Ewrûpayê-YE dikin ku li hember vê hovîtiya Îranê bêdeng nemînin û hengavên pêvîst bavêjin.
Bangê hemû dezgehên demokrat û aþîtîxwazên dinyê dikin ku li hember zulm û zordariya Îranê bê deng nemînin, piþgiriya xwe bo gelê Kurd û bo muxalefeta demokratik ya Îran nîþan bidin, guh bidin hewara Zeyneb Celaliyan.
Li gel rêzên min.
01.12.2009
Kovan Amedî
Serokê Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê Li Ewrûpa KOMKAR-EU
|