|
Dengê Jina Kurd Zeyneb Celaliyan, ku li ber îdamê ye, bibihîzin!
Zulm, zordarî û tund û tîjiya dewletên kolonyalîst ya li ser gelê Kurd bûye karê rojane. Zeyneb Celaliyan di vî warî da mînaka dawîn e.
Rejîma Îranê ya kevneperest û hov ceza îdamê da Zeyneb Celaliyan. Zeyneb, di roja 14.01.2009´an da derkete ber Dadgeha Þoreþê, bê parêzer, di nav 7 deqîqê da hat dadgeh kirin û ceza îdamê girt û ev ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ya Îranê va hat pejirandin.
Daxwaza wê ya „beriya îdamê bi malbat û diya xwe bibîne û ji wan xatir bixwaze“, ji aliyê dadgeran va, bi bersîva „bicehme“ hat red kirin. Li çar aliyê dinyayê, daxwaza mehkûmên îdamê ya dawîn tê bi cîh anîn. Lê belê ger ew mehkûm Kurd be, ser da jî jineke Kurd be, kes guh nade wê daxwazê.
Lê belê, divê helwesteke bi vî awayî ya ji insaniyetê û ji dadiyê dûrtir neyê qebûl kirin û tu kesek ku xwe wek însan bi nav dike, divê vê helwestê nepejirîne.
Ne tenê Zeyneb di zîndanên Îranê da li ber îdamê ye. Nêzî 15 welatparêzên Kurd li benda îdamê ne.Zeyneb û girtiyên din yên di bin zulm û zordariyên giran jiyana xwe didomînin, li hember vê neheqiyê, ji parêzêrên mafên mirovan daxwaza piþgirî û alîkariyê dikin.
Em wek jinên KOMJINî, vê helwestê wek hestiyarî û berpirsiyariyek civakî dibînin û bang li Rêxistina Miletên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrupa, dewlet û hukûmetên Rojavayî û parêzerên mafên mirovan dikin, ku zext li ser rejîma kevneperest ya Îranê bikin û ji wan, ji bo Zeyneb Celaliyan û girtiyên din daxwaza alîkarî û piþgiriyê dikin.
Ji kerema xwe ra guh bidin dengê vê jina Kurd!
30.11.2009
KOMJIN-Yekîtiya Jinên Kurdistan Feuerwache, Gathe 6, 42106 Wuppertal jiyankurd@yahoo.de
|