NETKURD
Aktuelbûn: 2009-11-25 10:26:06

 

Dêrsim yek ji berxwedanên mezin yê milletê Kurd e li Kurdistana Bakur. Wekî eyan e, erda ku Komara Tirkîye li ser ava bû, di warê etnîkî da pirrengî bû. Lê hukumeta Tirk piþtî Lozanê xwest hemû xelkên nav sînorên xwe (Anatolîya, Kurdi

Hevpeyivîn: Mûrad Ciwan


- Birêz Kemal Burkay, cîgirê serokê CHP-ê Onur Öymen roja 10-ê mehê di dema gotûbêja giþtî ya li ser çareseriya pirsa Kurd de, hukumeta Ak Partiyê rexne kir ku ew bi bahaneya ”nerijandina hêstirên dayikan” li gel terorîzmê mizakere dike, ne ku micadele… û di Serîhildana Þêx Seîd de, li Dêrsimê kesî negot çima hêstirên dayikan dirijin.


- Berê bi kurtî hun dikarin bahs bikin ku hukumeta wê wextê a tirk çi kir? Mesela Dêrsimê çiye, hûn ji kerema xwe re bi kurtî dikarin ji bo gencên me; neslê nuha eþkere bikin?


- Dêrsim yek ji berxwedanên mezin yê milletê Kurd e li Kurdistana Bakur. Wekî eyan e, erda ku Komara Tirkîye li ser ava bû, di warê etnîkî da pirrengî bû. Lê hukumeta Tirk piþtî Lozanê xwest hemû xelkên nav sînorên xwe (Anatolîya, Kurdistan û Trakîya) bike Tirk û jê milletekî pêk bîne. Ermenî di berê da hatibûn qirkirin û revandin. Romî (Grêkî) jî bi piranî piþtî Þerê Pêþîn ê Mezin koç kirin çûn. Man xelkên misilman, ango Kurd, Tirk, Arnawûd, Laz, Çerkez, Ereb û hwd…


Mistafa Kemal û hevalên xwe xwestin hemû xelkên Misilman bi darê zorê bikin Tirk. Zmanên hemûyan qedexe kirin, tu heq û azadî nedane wan û li ser derewan dîrokek ava kirin… Di nav van xelkên misilman da tenê Kurd bi xurtî dijî vê sîyasetê derketin. Ji ber ku Kurd di nav sînorên Komara Tirk da xwedî welateke mezin û taybetî bûn (Kurdîstana Bakur), her usa jî Kurd bi hejmara xwe ya mezin gel û milletekî cuda bûn.


Bona vê yekê Kurd piþtî Lozanê ji sîyaset û helwesta hukumeta Tirk aciz bûn. Berxwedanên Kurdan (Serhildana Þêx Saît, Grîdax û yên din) bi du hev hatin, lê bi êriþên mezin yên dewleta Tirk hatin vemirandin û dijî Kurdan qetlîamên mezin çêbûn. Bi vî awayî destê dewleta Tirk giha hemû cîhên Kurdistana Bakur, ji bilî Dêrsimê. Dêrsim hîn bi serê xwe bû. Çekdar bû û bi têrî xwe beþ û leþker nedida dewleta Tirk. Ji xwe xelkê Dêrsimê feqîr bû, di dest da tiþtek tune bû ku bide vê dewleta zordest.


Piþtî vemirandina þoreþa Girîdaxê dor hatibû Dêrsimê. Hukumeta Tirk di sala 1935’an da navê Dêrsimê guhart, kir Tunc Elî. Di sala 1936-a da serokwezîr Celal Bayar pirsa Dêrsimê anî parlamena Tirk, got ”Dêrsim wek kunêrekê ye (çiban) û divê bê jêkirin û avêtin!” Di sala 1937-a da leþkerê Tirk bi çar alî va dora Dêrsimê girt. Di çapemenîya Tirkîyê da hat nivîsandin ku leþkerê Tirk li dora Çemê Miradê manewra dike û ”hêzên kesk û þîn lîstikên þer pêktînin…”

Lê bi rastî ordîya Tirk bi tevî top û teyareyên þer êriþî ser xelkê Dêrsimê kir. Dêrsimîyan cî û cî bi xurtî ber xwe dan, bedêleke giran dane êriþgeran. Lê di dest Dêrsimîyan da tenê tifingên kevn hebûn û têr cebirxane jî tune bû. Êrîþgeran tevî topbaranê û bombayên ezmanî, çekên kîmyewî jî bi kar anîn. Dijî xelkê ku ketibûn þikeftan (piranî jin û zaro) gazên jehrî bi kar anîn. Cî û cî bi þewitandina puþ û pelaxê ew bi dûmanê kuþtin. Xelkê ku teslîm bûn kirin rêzê gulebaran kirin, pirî caran bi singîyan kuþtin û avêtin çeman. Bi vî awayî bi dehhezaran kes kuþtin, bi dehhezaran jî koçberî rojhilatê kirin di gund û bajarên Tirkan da belav kirin. Serokê berxwedanê Seyît Riza, lawê xwe û çend merivên xwe li Xarpêtê hatin dardakirin. Bi vî awayî berxwedana Dêrsimê vemirandin.


Bi vî awayî li temamîya Kurdîstana Bakur ji bo demekê bêdengîyek çêbû, qasî bîst salan. Dewleta Tirk usa hêvî kir ku êdî dawîya tevgera kurdî hat. Lê ev hêvî pûç bû. Pir ne borî tevgera kurd cardin geþ bû xewên zordestan revand.


- Öymen xwest ku hukumeta nuha jî wek li Dêrsimê, li Serîhildana Þêx Seîd qetlîaman bike. Wî ew axaftin li ser navê partiya xwe; CHP-ê kir. Hûn vê rewþa Onur Öyman û ya CHP-ê çawa dinirxînin? Bi taybetî ku ew xwe wek partiyeka çep a sosyaldemokrat dinirxîne, heta endama Enternasyonala Sosyalîst e…


- Gelek eþkere ye Onur Öymen naxwaze þer bisekine û Pirsa Kurd bi rê olaxên aþitîxwaz bê çareserkirin. Ji bo wî çareserî wek berê metodên eskerî ne, ango komelkujî û jenosîd e. Ev sîyaseta CHP-ê û Kemalîstan a salan e. Ji xwe heya van salên dawîyê jî dewleta Tirk ev metod bi kar anîne, lê hat dîtin ku bi ser neketin. Bedêla vê sîyasetê ji bo Tirkîyê jî giran e. Nuha rewþa herêmê û dinyayê guharîye. Bona vê yekê hukumeta teze, AK Partî dixwaze sîyaseta berê biguhure.


CHP, ji bo xwe çi dibêje bila bêje, lê ew tucar nebû partîyeke çep û sosyaldemokrat. Ew di eslê xwe da ta ji berê partîyeke nijadperest û mîlîtarîst e. Di dema Mistefa Kemal û Ýsmet da sîyasetên faþîst bi rêva bir. Nuha di bin serokatîya Baykal da jî dîsa ew e; dijî demokratîyê ye, þerxwaz e. Endametîya wê ji bo Enternasyonala Sosyalîst eybeke giran e, divê rojekê berê bê qewirandin.


- Îdîyayek li Tirkiyeyê heye ku goya haya Ataturk ji îdama Seyid Riza û hevalên wî tunebû, hin kesên derûdorê yên wek Ismet Înonî û serokerkan Fevzi Çakmak bê haya wî ew îdam kirin. Heta mixabin elewî, elewiyên kurd yên Dêrsimê bi xwe bi vê îdîayê bawer dikin û vê dibêjin. Serokê PKK-ê Abdullah Öcalan jî gelek caran di daxwiyaniyên xwe de îdîa dike ku ne Ataturk berpirsên din ev cerîme kirin.


Dîtinên we li ser van îdîayan çi ne? Rastiyên dîrokê çi nîþan didin?


- Çawa min li jorê got, dewleta Tirk hazirîya vê êriþê hîn di sala 1935’da kir. Pirs di parlamenê da hat qisekirin û biryar hatine girtin. Çawa haya Mistefa Kemal jê nabe? Him jî wê wextê bê haya Mistefa Kemal li vî welatî pel ne dilivîya. Keçmarîya wî Sabîha yek ji pîlotên teyaran bû ku Dêrsim bombe kir. Her usa jî, di gelek çavkanîyan da tê xuyakirin ku di dema þer da Mistefa Kemal bi xwe çû Dêrsimê, nîþan û medalya li zabitên xwe belav kirin.


Tevî Mistefa Kemal, Ýsmet Ýnonî jî, him jî bi çekên eskerî çû Dêrsimê û bi zabitan ra civîn çêkir. Wêneyên wî yên wê demê ku li Dêrsimê hatine kiþandin, di salnameya rojnama Cumhurîyatê da derketine û min bi çavên xwe dîtine.


Lê helbet dewletê di nav Dêrsimîyan da propagandeyek usa kirîye, gotîye hayê Mistefa Kemal ji vî þerî tune bû, di dema þer da ew nexweþ bû, di cilê da bû. Heya dibêjin hayê Feyzî Çaqmaq, ango serokerkan jî ji qirkirina Dêrsimîyan tune bû, çawa hayê xwe jê bû, kuþtin da sekinandin. Lê ev gotin ji serî heya binî derew in û bi destê hin peyayên dewleta Tirk têne belavkirin. Dixwazin bi vî awayî serok û berpirsîyarên dewleta Tirk pak bikin. Mixabin xelk jî nezan e, bi van gotinan dixape.


Gotinên Ocalan tiþtekî din e. Wî berê digot, divê serê kesên Kemalîst bê hûrkirin, da ku jehra Kemalîzmê jê bê rijandin! Nuha jî usa dibêje… Ê wî gor zeman û mekan e. Waxtekî Marksîstê herî tûj bû. Li Romê pesnê Êsa dida. Nuha li Ýmralî jî dora pesna Kemalîzmê ye…


- Wê demê li Tirkiyeyê tenê partiyek hebû ew jî CHP bû, hukumet û desthilata wê demê ya vê partiyê bû. Tevî wê jî qasî ku dixwiyê li Tirkiyeyê elewiyên kurd û yên Dêrsimê jî tê de, elewiyan piþtgiriya CHP-ê kir, herdem bûn bingehekî esasî yê vê partiyê, reyên xwe hema hema bi blok dan wê, di nav rêxistinên wê de û di îdrê de cih girtin.


Carekê gelo hûn jî di eynî qenaetê de ne ku elewiyan hergav destek dane CHP-ê? Baþ e tevî ku CHPê ew qas xerabî bi wan kir, heta rejima kemalîst a heta nuha wek dewlet (kîjan partî çi CHP çi partiyên baskên rast, DP, AP, ANAP yan AK Partî) miameleya welatiyên dereca yekê ya xwedan mafên etnîkî, dînî û mezhebî li gel wan nekiriye. Rejima kemalîst her çend tê gotin laîk e jî di ware dînî de siyaseta li ser esasê mezheba sunnî meþandiye û maf nedaye elewiyan. Bi taybetî elewiyên ku hem ji alî ziman û kultura xwe, hem ji alî baweriya xwe ya alewîtiyê tûþî miameleya asîmîlekirinê bûne.


Tevî vê çima sempatiyeka elewiyan ji rejima kemalîst re heye, wan çima berdewamî destek daye CHP-ê?


- Rast e, Elewîyan gelek piþtgirî dane Kemalîzmê û CHP-ê. Sedemek ev e ku Mîstefa Kemal dawîya xelîfetîyê anî. Elewî bi vê yekê kêfxweþ bûn, ji ber ku ji xelîfetîya Osmanî ya Sunnî gelek kiþandi bûn. Piþtî wê jî Kemalîstan û partîya wan CHP xwe wek partîyeke modern û laîk nîþan da wekî reformên dike û dijî kevneperestîyê ye, dijî sazîyeke þerî dike…


Bona vê yekê Elewîyan bi giþtî, her usa jî Elewîyên Kurd, ku ji destê CHP ewqas kiþandi bûn, dîsa jî piþtgirîya CHP-ê kirin. Wekî gotina ”dijminê dijminê min, dostê min e…”


Lê bi rastî rejîma Kemalîst ne dostê kesî bû. Her usa jî bi rastî ne laîk bû. Belê, vê sazûmanê hin tiþt kirin ku Misilmanên Sunnî ne li gel bûn û êþîyan. Wek ”reforma þewqe…” Lê her usa jî ev sazûmana Kemalîst û partîya wan CHP ne dostê Elewîyan bûn. Di dema wan da jî Elewî di bîr û bawerîyên xwe da ne azad bûn, nasnama xwe vediþartin, ayînên xwe (cem) bi dizî dikirin. Her usa jî çend caran, wek bûyerên Qoçgîrî û Dêrsim da zulm û qetlîameke mezin dîtin. Di dema 12 îlonê da bi destê leþkerên Kemalîst ev zulm teze bû. Smêlên wan kurt kirin. Di gundê wan da mizgeft hatine çêkirin da ku Elewîyan bi zorê bikin sunnî…


Ev Rêxistina Karên Dîyanetê di dema CHP da hat avakirin. Dersên dînî ku li gor esasên Ýslama Sunne ku bo herkesî îcbarî ye, di dema wan da hat danîn.


Bi kurtî tu dostayetî û nêzikahîya Kemalîstan û CHP bi Elewîyan tune; lê dîsa jî, mixabin Elewî bi propagandeya wan hatin xapandin û piþtgirîya CHP kirin, di dema pirpartîtîyê da bûn sermîyanê CHP. Helbet partîyên dinê, yên himberî CHP’ê jî tu hêvî ne dane Elewîyan. Di warê laîkîyê da ferqê wan û CHP tune bû, belkî zêdetir giranî didane Ýslama Sunnî.


Van salên dawî tegera Elewîyan xurt bû. Ango êdî wek berê xwe venaþêrin û bo destxistina maf û azadîyên xwe kar dikin. Ruyê CHP û Kemalîzmê jî êdî zêdetir nas dikin. Bûyerên dawî, gotinên Onur Öymen jî çavê gelekan vekir. Eva tiþtekî baþ e. Ez hêvîdar im, Elewî çi Kurd çi Tirk ji bandûra CHP dê xilas bin.


- Di mesela sempatî an desteka elewiyan a ji bo kemalîzmê û CHP-ê de gelo ferqek di navbera elewiyên kurd û yên tirk de heye?


- Helbet ferqek heye. Elewîyên Tirk qasî yên Kurd zor û zîlma Kemalîstan ne dîne. Propaganda tirkperestîyê li ser wan zêdetir tesîra xwe kirîye. Bona vê yekê, temara nasyonalîzma Tirk di nav wan da xurt e. Lê dîsa jî wek Elewî, ew jî hatine xapandin û ji mafên bîr û bawerî bêpar mane.


- Li hember daxwiyaniya Öymen reaksiyonên elewiyên kurd û tirk gelo wek hev in? Çima?


- Reaksîyonên Elewîyan li himber gotinên Öymen hîn teze ne. Yên Elewîyên Kurd gelek xurt e û eþkere ye. Lê yên Elewîyên Tirk hîn ne xuyayî ye.


- Di çarçeweya ”Vebûna Demokratîk” de hukumeta Ak Partiyê behsa dayina mafê welatiyên elewî jî dike. Heta nuha pênc civînên bi navê ”Alewî Çaliþtayi” ji bal hukumetê hatine lidarxistin. Hûn vê siyaseta hukumetê, van xebatan çewa dinirxînin? Gelo elewî bi çi çavî li van xebatan dinihêrin?


- Ýro AK Partî hin tiþtan dike û dixwaze dilê Elewîyan xweþ bike. Çawa hûn jî dibêjin, hin civînên ku li ser pirsa Elewîyan hatin amadekirin. Her usa, wekî serlêdana Serokkomar Gul ya Dêrsimê, ku li wir çû li cemxanê rûniþt. Evana helbet gavên baþ in gor zulm û sîyaseta berê. Lê gavên pratîk li meydanê tunin. Wek nimûne, dersên olî yên îcbarî berdewam in û hukumet gor biryara Mehkema Ewrûpê ya Mafê mirovan nake. Her usa, ew bend û barajên ku li Dêrsimê ava dibin ew jî di dema vê hukumetê da jî berdewam in. Ev bend û baraj him dê bibin sedemê koçberîyeke teze, him jî delalîyên Dêrsimê yên sirûþtî dê xirab bikin. Bi alîyê aborî jî feyde û qîmeteke wan ê ber çavan tune.


- Hukumeta Ak Partiyê di vê pirsê de çend samîmî ye, çend nêzîkî daxwazên elewiyan e?


- Hukumeta AK Partîyê, ger di derheqa vê pirsê da dilsoz e, divê berî hertiþtî dersên olî yên îcbarî ji mekteban rake. Her usa jî bendên avê yên li Dêrsimê bide sekinandin. Her usa jî Madimakê bike muze. Helbet evana têr nakin, lê gavên pêþîn û hêsan in.


- Elewî li Tirkiyeyê çiqas hene? Ji kîjan etnîsîteyan in? Gelo di warê baweriyê de ferqek di navbera wan de heye? Ji kerema xwe re hûn dikarin bi kurtî elewiyan; warên wan, nifûsa wan rewþa wan bi xwendevanê me bidin nasîn?


- Elewî li Kurdistanê li xeta jorîn in. Warê wan li hêla Erzurimê dest pê dike, ji Mûþ, Bîngol, Dêrsim, Erzingan, Meletye, Semsur, Sêvas, Mereþ, Qeyserî, Enteb, heya Entakîya dirêj dibe. Elewîyên vê xetî piranî, belkî sedî da 95 Kurd in. Li alî dinê Tirkîyê jî, Amasya, Çorum, Edene, Mersîn, li Torosan (wek Yorik û Textecî), li hêla Ege û gelek cîyên dinê cî û warên Elewîyan heye. Her usa li bajarên mezin wek Enqere, Ýstembol û Ýzmîr gelek Elewî dijîn.


Helbet ez nifûsa Elewîyan sedî sed çiqas e nizanim. Çiqasî wan Kurd e, çiqas Tirk e, ew jî ne xuyayî ye. Di vî warî da îstatîstîk jî tunin. Texmîn ew e ku nifûsa Elewîyan dora 15-20 mîlyonan e û bi kêmayî nêvi Kurd e.


Qasî ku dizanim, di navbera Elewiyan da di warê bîr û bawerî da ferqekî mezin tune. Lê hin adet usûlan da helbet ferq hene. Wek nimûne di nav Elewîyên Kurd da, bi taybetî li Dêrsimê vexwarina þerav û iraqê ne adet bû, qedexe bû. Ji 40-50 sal vir da ev adet hêdî hêdî guharî. Lê ji bo Elewîyên Bektaþî ta ji berê da vexwarina þeravê serbest e.


- Welatiyên Elewî yên li Tirkiyeyê çi kurd, tirk yan ji etnîsÎteyên din çi dixwazin?


- Elewî berî hertiþtî dixwazin nasnameya wan bê naskirin wek bîr û bawerîyeke taybetî, ev zulm û neheqîya heyî êdî bighê dawî. Dewlet ji bo zulm û neheqîyên berê uzra xwe bixwaze. Cemxane bê qebûlkirin wek cîyê ayînên wan; ango wek mizgeftê, dêrê û hawrayê. Dersên olî yên îcbarî bila rabe.


Wekî din jî helbet daxwaz hene lê di navbera daxwazan da ferqî jî hene. Wek nimûne, beþekî Elewîyan dixwazin bila Elewî jî di Rêxistina Karê Dîyanetê da xwedî par bin, dewlet meeþê pîr û dedeyên wan jî bide. Hinek jî dibêjin bila ev rêxistin nemîne, her ol û mezhep sazîyên xwe yên olî bi xwe ava bike û mesrefên xwe bi kîsî xwe û bi destê cimaeta xwe bike. Bi raya min jî ya rastî ev e. Di civakeke laîk da rêxiskineke han nabe. Divê dewlet destê xwe ji warê olî vekiþîne, li hember hemû ol û mezheban bêteref be, ne bibe asteng li pêþ hinan, ne jî piþtgirîya yekê bike dijî yê din.


- Ji bo biserxistina maf û daxwazên elewiyan lazim e elewî çi bikin, di vê riyê de berpirsiyarî û wazîfeya welatiyên ne elewî lazim e çi be? Bi taybetî pêwendiyên navbera maf û azadiyên elwîtiyê û yên kurdîtiyê çi ne?


- Bi raya min, divê Elewî û hêzên dinê yên ku hewcedarî azadîyê ne û neheqî li wan dibe, ji bo civakeke demokratîk mil bidine hevdu û kar bikin. Ango pirsa Elewîyan bi pirsên dinê ra girêdayî ye. Bi taybetî divê Kurd û Elewî dest bidine hevdu; ji xwe beþekî giran yê Elewîyên Tirkîyê bi xwe jî Kurd in. Ango pirsa Kurd her usa jî pirsa wan e.


Her usa jî dijminê Elewîyan ne Misilmanên Sunnî ne. Divê ew hurmeta hevdu bikin, da ku herkesek gor bîr û bawerîya xwe bijî. Wek nimûne, yê ku diçe mizgeftê yê ku diçe cemxanê, yan jî dêrê, yan jî Kurdên Êzdî, divê hemû hurmeta hevdu bikin. Yê ku serê xwe digre bila bigre, yê ku vedike bila veke. Da ku aþitî û demokratî bê welat. Ger ew parçe bin û dijayetîya hevdu bikin, ev sazûmana zordest her emirdar be. Ji ber ku ew dijayetîyê di navbera Kurd û Tirk, Elewî û Sunnî, Misilman û Xaçparêz da peyda dike, wan berdide hev û bi vî awayî tevgera wan ji bo azadî û serbestîyê sist û emrê xwe jî dirêjtir dike.

 

 


Pirs: Murad Ciwan


Bersîv: Kemal Burkay

24, Çirîya Paþîn- 2009
 


 

 

 

 

      

 

 

 

 

• Komkar - den kurdiske forening © 2009 Nansensgade 30, 1. th, 1366 København 
Tlf. +45 33137501/30225297 email: info@komkar.dk  Arbejdernes Landsbank, regr nr: 5321 - konto nr: 0503541

 

 

 

                 Den Kurdiske Forening – KOMKAR-DK

                   VelkommenBi xêr hatin - Hoþgeldiniz