Kurdekî dostê KOMKAR li bajarê Brønby , Danîmarqa, bû cigirê serokþaredar

 

Di roja 17.11.2009’an de li welatê Danîmarqa hilbijartina þaredarîyan û meclisên herêman pêk hat. Di hilbijartinan de kurdekî dostê KOMKAR’ê di Partîya Sosyalîst a Gel (Socialistisk Folkeparti- SF) de hate hilbijartin û bû cigirê serokê þaredarîyê.

 

Piþtî encamên hilbijartinên ji bo þaredarîyan (Kommunevalg) û meclisên herêman (Regionsrådsvalg)  li Danîmarqa di roja sêþemba 17.11.2009’an de, hate dîyar kirin ku kurdê bi navê Mahmut Erdem li bajarê Brønby’yê ji nav Partîya Sosyalîst a Gel, SF’ê  hatîye hilbijartin.

 

Mahmut Erdem kurdekî ji Anatolîya Navîne û dostekî herî nêzîk ê Komela Karkarên Kurdistan, KOMKAR-DK ye. Di nav partîya xwe de Mahmut Erdem 530 deng wergirtin û wek yekemîn kes ku zêde deng wergirtine hate hilbijartin. Niha jî wek cigirê serokê þaredarîya bajarê Brøndby’yê, ku ji partîya Sosyaldemakratê ye, hate destnîþan kirin.

 

Di pêwendîyeke telefonê de, Mahmut Erdem spasîyên xwe pêþkêþî kesên ku dengê xwe dane wî kir û got ku ew gelkî kêfxweþe ku hatîye hilbijartin û ji bo karê xwe ê pêþerojê jî wiha anî ziman:

 

”Berîya her tiþtî zor spasî hemû wan kesan dikim ku piþtgirîya min kirin û dengê xwe dane min. Ezê hewl bidim ku van dengên wan, vê bahwerîya wan ku bi min anîne û vê piþtgirîya wan ji bo min, bi rengekî baþ û bi kar û xebateke baþ pêk bînim. Di serî de du tiþtên herî mihûm li pêþîya min hene. Yek ji wan ewe ku ez dixwazim hewl bidim ku careke din tevgera bîyanîyan li Danîmarqa xurt bibê. Ya din jî ez dixwazim kampanyayekê bidim destpêkirin li dijî nijarperestîyê û dîskrîmînasîyonê (Racisme & Diskrimination) di nav civakê de û balê bikþînim ser van herdu xalan”.

 

Mahmut Erdem ji bajarê Kuþça ji Konya ye û ji sala 1969 ve li Danîmarqa dimînê û bi salan di nav kar û xebata întegrasîyon û bîyanîyan de mayîye. Ew ji sala 1976 heta 1997 serokê FAT’ê bû, ku rêxistina ji bo karkerên Tirkîyê bû. Herwiha ji sala 1981 heta salên 1990 jî wek nûnerê INDsam (Federesyona Komelên Bîyanîyan li Danîmarqa) bû.

 

Hêjayî gotinê ye ku kurdekî din jî bi navê Ali Çapkan, ku ew jî kurdê Anatolîya Navîne û herwiha dostekî KOMKAR’ê ye, di partîya ”Liberal Alliance” de li bajarê Herlev xwe wek namzet dabû nîþandan, lê mixabin bi ser neket.

 

Partîya Sosyalîst a Gel dengên xwe duqat kirin

Di hilbijartina vê carê de jî eþkere bû, ku her ku diçê Partîya Sosyalîst a Gel (SF) bi pêþ dikevê. Him di hilbijartina ji bo þaredarîyê û him jî di hilbijartina ji bo meclisên herêman, partîya SF’ê gelekî bi pêþ ket û dengên xwe duqat kirin. Niha li Danîmarqa SF partîya sêyemîne. Di vê hilbijartinê de li hin herêman weke partîya duwemîn derket pêþ. Li gelek cihan ji sedî 10  (10%) rêjêya dengan ji ya berê zêde kir.

 

Li gelek cihan SF û Sosyaldemokrat bi hev re bi alîkarîya hin partîyên din karên rêveberîya þaredarîyan di nav xwe de parve kirin.

 

Di encama hilbijartinan de tiþtê ku zêde bala mirov dikiþînê ewe ku ji alîyê çep ve Partîya Sosyalîst a Gel (SF) gelkî bi ser ket û ji alî milê rastê ve jî Partîya Gel a Danîmarqa (Dansk Folkeparti), ku bi sîyaseta xwe a hinkî nijadperest û dijwar li himberî bîyanîyan tê nas kirin, bi pêþ de çûn. Lê dîsan jî ne wek partîya SF’ê. Ji xwe partîya lîberal Venstre ku niha li ser hikûme gelek deng winda kirin û li gelek herêman lawaz bûye.

 

Yilmaz Yildiz

Dema Nû/Kopenhag

19.11.2009

yilmazyildiz@ofir.dk

 

 

 

            

 

 

 

 

 

 

 

 

• Komkar - den kurdiske forening © 2009 Nansensgade 30, 1. th, 1366 København 
Tlf. +45 33137501/30225297  email: info@komkar.dk  Arbejdernes Landsbank, regr nr: 5321 - konto nr: 0503541

 

 

 

      Den Kurdiske Forening – KOMKAR-DK 

       VelkommenBi xêr hatin - Hoþgeldiniz

   

 

Den Kurdiske Forening -  KOMKAR-DK