Birêvebiriya Giþtî ya KOMKAR-EU civîna xwe ya yekemîn li dar xist
Birêvebiriya Giþtî ya Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrupa-KOMKAR-EU civîna xwe ya adetî a yekemîn di rojên 14-15.11.2009´an da li bajarê Wuppertalê pêk anî. Tevayiya endamên birêvebiriyê beþdarî civînê bûn û Serokê Giþtî yê KOMKAR-EU Kovan Amedî civînê birêvebir. Di civînê da, li ser bûyerên li welat û li seranserê Ewrupayê gengeþiyên dûr û dirêj hatin kirin û bernama pêþerojê ya konfederasyonê hat amade kirin. Di bernama KOMKAR-EU da xalên jêrîn cîh digrin:
- Kar û xebatên li ser zman, çand û nasnama Kurdî.
- Ji bo ku jinên Kurd di her qada jiyanê da (civakî, çandî,
aborî hwd.) di civata Ewrupî da ciheke baþtir bigre, divê
kar û xebat kirin.
- Ji bo ku kal û pîrên Kurd li ser civata Ewrupî agahdarî û
xizmetên baþtir bigrin û baþtir entegreyî civaka Ewrupî
bibin, divê kar û xebat kirin.
- Kar û xebatên li ser wekhevî, demokrasî û mafên mirovî.
- Amadekirina bernameyek taybet ji bo çareserkirina
pirsgirêkên rêxistinî û aborî ya KOMKAR-EU.
- Amadekirina bernameyek taybet ji bo wekheviya jin, mêr
û ciwanan di nav kar û xebatên KOMKAR-EU.
- Kar û xebateke bi rêk û pêk a lobîtiyê ji bo bidestxistina
piþgiriyeke navneteweyî bo tekoþîna gelê Kurd.
Her weha di civînê da biryar hate girtin, ku KOMKAR-EU giringî bide kar û xebatên jêrîn:
- We di navbera komeleyên endam û navendê têkiliyên
baþtir bên pêk anîn, navend li gor þert û mercên xwe wê
piþgirî bide komeleyên endam û alîkariya wan bike.
- Ji bo karên lobîtiyê baþtir û bi rêk û pêktir bê meþandin,
wê di navbera navend û komeleyên endam tim diyalog
hebe û zanîn û tecrube bên parve kirin.
- Amadekirina heftiyeke Kurdî ya navneteweyî, bi
çalakiyên pircureyî yên çandî.
- Amadekirina konferansek li ser „berlêvebûna Kurdî“.
- Ji bo ku komeleya Bruksel-Belçîqayê bihêztir û aktîftir
bibe, wê kar û xebatên taybet bê meþandin.
- Ji bo ku kar û xebatên herêm û welatan baþtir û bi rêk û
pêktir be komîteyên xebatê yên herêman hatin li dar
xistin û berpirsiyarên wan hatin destnîþan kirin .
Her weha komên çand, çapemenî, lobî, jin û ciwanan hatin li dar xistin.