|
Li hember rejîma faþîst ya Îranê bê deng nemînin!
Rejîma faþîst ya Îranê, terora xwe li ser gelên Îranê û bi taybetî jî li ser gelê Kurd didomîne. Komara kevneperest ya Îranê ji bo ku rejîma xwe ya kevneperest biparêze, pê li hemû mafên însanî û demokratîk dike. Bi taybet, piþtî hilbijartina Serokkomarê Îranê, tund û tûjîya xwe li
hember muhalefeta demokratîk zêde kiriye. Derîyê xwe ji hemû daxwazên demokratîk ra girtiye. Rejîm dixwaze, daxwazên demokratîk û netewî yên gelê Kurd, gelê Belûc û Azerî bi îþkence, kuþtin û îdamkirinê va çareser bike.
Zîndanên Îranê, bi hezaran keç û kurên Kurd û muxalif va tijî ne. Gelek ji wan zîndaniyan cezayê îdamê girtine. Þoreþger û welatparêzê kurd Êhsan Fetahiyan yek ji wan e ku di roja 11ê Mijdara 2009´an li gîrtîgeha bajarê Sinê hat îdamkirin. Ji bo girtiyên kurd Þêrko Moaref û gelekên din jî cezayê îdamê tên xwestin.
Em wekî Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê Li Ewrûpa-KOMKAR-EU, kiryarên hov yên rejîma Îranê bi tundî mehkûm dikin.
Bangê hemû dezgehên siyasî û demokratîk yên Kurd dikin ku li hember hovîtiya rejîma Îranê bêdeng nemînin.
Bangê Yekitiya Netewan-YN û Yekitiya Ewrûpayê-YE dikin ku li hember vê hovîtiya Îranê bêdeng nemînin û hengavên pêvîst bavêjin. Bangê hemû dezgehên demokrat û aþîtîxwazên dinyê dikin ku li hember zulm û zordariya Îranê bê deng nemînin û piþgiriya xwe bo gelê Kurd û bo muxalefeta demokratik ya Îranê nîþan bidin, ku Êhsanên din neyên îdamkirin.
16.11.2009
Komîteya Giþtî ya
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê
Li Ewrûpa-KOMKAR-EU
|