|
|
|
|
Em cejna Çarþemba Sor li tevaye êzîdîyan pîroz dikin
Wek ku tê zanîn îro cejna kurdên êzîdî ye, cejna Çarþemba Sor e. Ev cejin wek rojbûna Tawisî Melek, wek roja afirandina cihanê û roja xêr û bereketê tê pîroz kirin. Li Kurdistanê û seranserê cihanê îro kurdên êzîdî di nava hewldanên pîrozkirina Çarþemba Sor de ne. Bi cil û bergên kurdî ên rengo rengo govendan dikiþînin û cejna xwe pîroz dikin. Em jî bi pêwana hatina vê cejna pîroz Çarþemba Sor a xwîck û birayên xwe ên êzîdî ji dil de pîroz dikin û di kar û barê wan de sereftinê û ji bo wan jî jîyaneke bextewar daxwaz dikin. Hêvîdarin ku her sal cejnên xwe di nav xweþî û þahîyê de pîroz bikin.
Wezîra întegrasîyonê û bîyanîyan li Danîmarqa ser kar hat avêtin

Serokwezîrê Danîmarqa Lars Løkke Rasmussen îro (08.03.2011) wezîra întegrasîyonê û bîyanîyan Birthe Rønn Hornbech ji ser kar avêt, piþtî ku eþkere bû ku wezareta wê heta niha di derbarê dosyayên 36 gêncên filistînî ên ji bo hemwelatîya Danîmarqa bêqanunî meþandîye.
Berîya niha bi çendakê eþkere bû ku wezareta întegrasîyonê û bîyanîyan di derbarê hemwelatîya 36 gêncên filistînî de ku li Danîmarqa ji dayîk bûne û li vir mezin bûne, li dijî qanunê bersivên negatîv ji wan re dayibûn. Piþtî ku ev bûyer eþkere bû muxalefetê zext danîn ser hukumetê û di dawîyê da serokwezîr jî mecbur ma ku wezîra xwe ji ser kar bavêjê û di hin wezaretan de hin guhertinan pêk bînê û kesên nû destnîþan bikê.
Herweha serokwezîr ji wezîrê edaletê daxwaz kirîye ku lêkolîneke berfireh bidê destpê kirin. Muxalefet ji vê pêngava serokwezîr kêfxweþin, lê li hêladin jî dixwazin bizanin û lêkolîn li ser bê kirin bê ma ka haya wezareta serokwezîr jî ji van bêqanûnîyan hebû an na.
Pîroz be 8´ê Adarê sembola azadî û wekhevîya jinan!

Di 8´ê Adarê roja sembola azadî û wekhevîya jinan de, 8´ê Adarê li hemû jinên cîhanê û bi taybet jî li jinên Kurd, pîroz dikin. Ji wan re jiyanek azad, wekhev û bextewar daxwaz dikin.
Bêþîkçi tenê nehêlin!

Li gor agahdariyên di çapemeniyê de belav bûye, Dadgeha Cezayê a Giran ya Stembolê ya 11., ji ber gotarek wî ya ku li ser kurdan li nivîskar û sosyolog Îsmaîl Beþîkçî salek û sê meh cezayê hebsê biriye.
Li dijî ziluma Îranê bêdeng nemînin

Komara Îslamî ya Îranê, zilum û terora xwe li ser gelên Îranê bi taybetî li ser gelê Kurd, her ku diçe zêdetir dike. Rejîma Îranê, bi zilum û zordariya xwe pê li hemû mafên mirovî dike. Daxwaza azadî, demokrasî û aþîtiyê bi hemû rengên xwe li Îranê qedexeye. Bi hezaran azadixwazên Kurd, Belûç, Faris û Azerî di zîndanan da ne. Bi dehan girtiyên siyasî hatin îdamkirinê û gelek ji wan jî li ber îdamkirinê ne.
Daxoyaniya Partî û hêzên sîyasî yên Kurdistanî li Elmaniya (hevkarî)

Rûdanên vê dawiyê li Herêma Kurdistanê bune cihê xemgînî û dilgiraniyê li cem hemî Dilsoz û niþtîmanperwerên Kurd, jiberku li cem me hemiyan rûhin û aþkiraye ku azadî û serbora baþurê Kurdistanê rûniya hîvî û ûmêdê xistiye nava mal û dil î deronê her Kurdekî buye tîrek hember çavê dagîrker û nahezên vî gelî.
Nivîskar Têmûrê Xelîl semînerek li ser "Rewþa zimanê kurdî li komarên Soveyeta berê û niha" da

Di 2011-02-26an de, bi amadekariya Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê, nivîskar Têmûrê Xelîl li Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê semînerek li ser "Rewþa zimanê kurdî li komarên Soveyeta berê û niha" da. Gelek nivîskar, rewþenbîr, dildarên edebiyat û zimanê kurdî beþdarî semînerê bûn.
KOMKAR.eu: Di þûna erîþ û tehdîtan de, hewil bidin ku aþîtiya nav xwe ya Kurdan pêk bê

Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu, Erîþ û rexnên tehdîtkar li hember hunermendê hêja yê gelê Kurd Þivan Perwer, neheq dibîne û mehkum dike.
KOMKAR.eu, daxwaz dike ku di þûna erîþ û tehdîtan de, bi hunermendên Kurd, bi siyasetmedarên Kurd, bi partî û rêxistinên Kurd ra aþ bin. Hewil bidin ku pirs û pirsgirêkên nav Kurdan bi riya dîyalog bi þiklekî demokratîk bê çareserkirin. Hewil bidin ku aþîtiya nav xwe ya Kurdan pêk bê.
Þivan Perwer; “Ji zîhniyeta bandorvan, hov û çavsor re tu car serê xwe xwar nakim”

Ji raya giþtî re
Ji kî û ji kuderê tê bila bê, ji zîhnîyeta bandorvan, hov û çavsor re tu car min serê xwe xwar nekiriye û nakim. Ez duh çava bûm, îro û sibê jî her weke xwe me. Yanî bilindkirina ruhê Kurdistanî, hevîdariya daxwaziya hunerî dijîm, Hunerê azad û serbixwe hergav nîþana xebat û xizmeta min e.
Yilmaz Demir- Þehîdê azadîyê

Kekê Yýlmaz DEMÝR wek mîna Metin Aksoy, Mustafa Çamlýbel, Ramazan Adýgüzel û hemû þehîdên RÝYA AZADÝ rihê xwe ji dest berda çu gihiþt asîman. Îro disa xortên kurdewar, hogirên vefakar bîranîna Kek Yýlmaz Demir dike. Bîranîna þehîdên kurdistan û RÝYA AZADÝ dike. Em dibêjin kû bi rih û bi xwîn em pey we ne. Em bawer in rojekî em ê dîsa werin ba hev û di RÝYA AZADÎ bimeþin. Niha em ê Kek Yýlmaz bi jîyana xwe, we ra bidin nîþan. De kerem kin jiyana þehîdê Kurdistan bixwînin û Keké Yýlmaz binîn bîra xwe.

Þahîya KOMKAR-DK li Kopenhag’ê bi serkeftî derbas bû

Di roja 30.10.2010’an de Komela Karkerên Kurdistan’ê, KOMKAR-DK, li bajarokê Albertslund’ê, nêzîkî bajarê Kopenhag’ê, þahîyeke kultûrî lidarxist. Þahî ji serî heta bi dawîyê di nav kêfxweþî û govend û dîlanê de derbas bû. Di þahîyê de nêzîkî 1000 kesan beþdarî kirin.
PÊÞANGEHA KÝTÊBEN KURDÎ LÝ BOTTROPÊ

Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu, 4. Peþangeha Pirtûkên Kurdî, bi beþdariya nivîskar-þair û kesayetiyên Kurd û Tirk pêk anî. Pêþangeha ku di bin þîara „Perwerda Zimanê Dayikê Mafeke Bingehîn ya Mirovî ye!“ hatibû amade kirin, 15-17.10.2010´an de li Elmanyayê, bajarê Bottropê hat li dar xistin.
Pêþangeha Pirtûkên Kurdî di bin þîara „Perwerda Zimanê Dayikê Mafeke Bingehîn ya Mirovî ye!“ tê li dar xistin

KOMKAR.eu: Fuara îsal rola çapemeniyê dinirxîne

Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewropa-KOMKAR.eu, li Almanya bajarê Bottropê, Pêþangeha Pirtûkên Kurdî ya çaremîn, li dar dixe. Pêþangeh di 15-16-17ê Cotmeha 2010ê de dê pêk bê.
KOMKAR.eu 4. Peþangeha Pirtûkên Kurdî pêk tîne

Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu, Peþangeha Pirtûkên Kurdî ya adetî, li Elmanya bajarê Bottropê, navnîþana Saalbau Bottrop, Droste-Hülshoff-Platz 4, 46236 Bottropê de li dar dixe.
Ebdulmelîk Firat li Amedê hat bibîranîn
Dema Nû/Amed

Bi mebesta salvegera mirina Siyasetmedarê Kurd û Serokê rûmetê yê Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê Ebdulmelîk Firat, li Otêla Prestîjê ya li Amedê civîneke bibîranînê hat lidarxistin.
Kongra Komciwan-Swêd hat li darxistin

Komeleya Ciwanên kurd li Swêd - KOMCIWAN, kongra xwe ya salane, yekþema 26 îlonê li avahîya Alviks medborgarhus, li darxist.
29.09.2010
Kurdên li Danîmarqa her roj serdana çadira pênaberên kurd dikin
 
Ji roja ku grûbek pênaberên kurd ji Rojavayê Kurdistanê, ku di destpêkê de ji 31 kesan pêkdihat û niha jî ji 28 kesan pêk tê, di roja 14.09.2010’an de dest bi çalakîya xwe a girêva birçîbûnê kirin, her roj milet- çi kurd çi danîmarqî - diçin serdana wan dikin, li halê wan dipirsin û piþtgirîya xwe ji bo wan didin nîþandan. Di rojên 22.09.2010, 27.09.2010 û 29.09.2010’an de jî grûbek endamên KOMKAR’ê li gel hin kurdên din ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê serdana pênaberên kurd kirin û piþtgirîya xwe dan nîþandan. Di serdana herî dawî de jî miletwekîlîya kurd ji Partîya Sosyalîst a Gel, SF, Özlem Sara Çekiç jî hebû. Özlemê sohbetek li gel penaberan kir û li ser çalakîya wan pirs ji wan kirin û wan jî bersivên pirsên wê dan. Piþtî sohbetê Özlemê soz da ku hewl bidê xwe ku dengê wan û daxwazên wan bigihînê sîyasetmedaran û dezgehên bi meselê eleqedar ta ku wan bi darê zorê neþînin Surîyê ku jîyana wan di xeterîyê de ye.
Fotoalbum
22.09.2010
Li Danîmarqa pênaberên kurd di girêva birçîbûnê de

Ev zêdeyî heftîyekê ye ku 31 pênaberên kurd li ber parlamentoya Danîmarqa ketine girêva birçîbûnê.
20.09.2010
Li Danîmarqa pênaberên kurd di girêva birçîbûnê de
Foto: Modkraft.dk
Ev heftîyeke ku 31 kurdên pênaber ji Rojavayê Kurdistanê li ber parlamentoya Danîmarqa ketine girêva birçîbûnê.
Daxuyanîya çapemenîyê
Derewên ANFê berdewamin!

Ajansa xeberan ANFê di xebera xwe ya 13 Îlon 2010 de derewa “Komela KOMKAR –Berlin kampanya yarmetîya ku ji bo kareseta Pakîstanê berhev kirîye, dest daye ser û kirîye zîmeta xwe” weþandîye. ANF, bi ev xebera xwe ya derewîn, dixwaze ku bi rebenî rêzdarîya KOMKARê li gel rayagiþtî ya Rojawayê bihincirîne.
HAK-PAR; “Encamên referandûmê rê li ber makezagoneke nû vekiriye”

Partiya Maf û Azadiyan-Hak-Parê bi mebesta nirxandina encamên referandûma beþek ji xalên Destûra Bingahîn ya bermahiya derbeya leþkerî ya 12ê Îlonê ya sala 1980yî, civîneke çapemeniyê pêkanî û daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat destnîþankirin ku encamên referandûmê zemîna Destûreke nû amade kiriye.
Ji xwe bê bawer û derewîn...

Em bi salan e ji derewên medyaya Tirk bêzar in. Lê her usa, em ji derewên hin medyaya Kurd jî bêzar in.
Yek ji wan ANF ye (Ajansê Nûçeyê Firat).
PSK; “Ji bo pêkanîna aþîtiyê, pêdivî bi wêrekiyek zêde heye”

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK'ê bi mebesta 1'ê Îlonê Roja Aþîtiya Cîhanê belavokek belav kir. PSK, di belavoka xwe de bal dikiþîne li ser pirsgirêka kurd û diyar dike ku ji bo pêkanîna aþîtiyê, pêdivî bi wêrekiyek zêde heye.
FKKS:
Di referandûmê de dengê ERÊ di menfeeta kurdan de ye

Pistî darbeya leskerî ya 12 îlona 1980ê li Bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyeyê bi hezaran hevwelatiyên me yên siyasî mecbûr man terka welatê xwe bikin û hatin li Swêdê bûn penaber.
KOMKAR li Kopenhagê beþdarî festîvala navnetewî bû

Di roja 28.08.2010’an de bi amadekarîya Þaredarîya Bajarê Mezin a Kopenhagê festîvaleke navnetewî di bin navê ”Københavns Kommunes Internationale Dag 2010” de hate li dar xistin.
Daxuyaniya Hevbeþ ya “Konferansa Kurdên Diyasporayê”

Li ser banga KOMKAR.eu, bi navê “Kurden Diyasporayê”, di 28-29.08.2010´an de li Elmanya, bajarê Kolnê ji 60’î zêdetir siyasetmedar, rewþenbîr, nivîskar, hunermend û akademisyenên Kurd hatin ba hev û li ser “Referandûm, rêlibervekirina Kurd û agirbesê” gengeþiyek dûr û dirêj kirin û piþtî konferansê daxuyaniyeke hevbeþ belavkirin.
"Konferansa Kurdên Diyasporayê" tê li dar xistin

Li ser banga Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu û beþdariya rewþenbîr, akademîsyen, siyasetmedar û hunermendên Kurd, di 28-29.08.2010´an de li Elmanyayê „Konferansa Kurdên Diyasporayê“ tê li dar xistin. Di konferansê de beþdarvan, li ser „rêlibervekirina Kurd“, referandûma destûrê û agirbesê wê gengeþî bikin.
Ji bo konferansê ji sedan zêdetir Kurd wek þexs hatine vexwendin û di dawiya konferansê de, li 29.08.2010, roja Yekþemê, civîneke çapemeniyê wê bê li dar xistin.
Bayram Bozyel; “Divê êdî çek qet neyên bikaranîn”

Dema Nû/Amed
Serokê Giþtî yê Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê Bayram Bozyel, derbarê biryara “bêçalakî” ya PKKê ku di 13ê Tebaxê de ragihandin de, civîneke çapemeniyê pêk anî û daxuyaniyek belav kir. Bozyel, diyar kir ku divê êdî çek qet neyên bikaranîn û hewldanên çareserkirina pirsgirêka kurd bên lezandin.
Li Kopenhagê cangorîyên Þingalê hatin bibîranîn û semînerek li ser êzîdîyan hate lidarxistin
|
|

|
“Erê” Dibêjin, Ji Ber Ku, Guhartin, Demokrasî, Aþitî, Azadî Dixwazin, Dixwazin Þerê Kirêt Nemîne

HAK-PAR rojnama TARAFê ziyaret kir

“Ji bo ku dev ji tund û tûjiyê berde, zexta li ser Tirkiyê zêdetir bikin!”

Li Kurdistan û Tirkiyê tund û tûjî zêdetir dibe. Çiya û daristan tên bombe kirin, êrîþî qereqolan tê kirin, mîn diteqin, di bajaran da ji sedema bombeyan mirov tên kuþtin. Þîn û giriyên malbatan erþ û ezmanan digre. Dewletên Tirk û Îran êriþî Kurdistana Baþûr dikin. Leþkerên herdu dewletan dikevin nav axa Kurdistana Azad û dixwazin li herêmê bê aramiyê pêk bînin û amadekariya dagirkirina parça azad ya welatê me dikin. Dijminên Kurd û demokratiyê daxwaza Rewþa Awarte dikin. |
|
|
Serokê KOMKAR-EU xelata rêzgirtinê wergirt

Dengê Azad/Dihok
Serokê KOMKAR-EU yê piþtî beþdariya kongreya YNK’ê di 1’ê Hezîranê, li Baþûrê Kurdistanê çend rêze hevdîtin li gel rêxistinên sivîl yên Kurd pêkanî.Serokê KOMKAR-EU Kovan Amedî, serdana Bingeha Laleþ li Dihokê, Enstîtuya Kelepûrên Kurdî li Dihokê û Yekitiya Nivîskarên Kurd Taxa Dihokê kir. Di serdanê de Serokê Yekitiya Nivîskarên Kurd Hesen Silêvanî û desteya Komîteya rêvebir pêþwazî li Kovan Amedî kir.
Peyama Mesud Tek Bo Celal Talabanî

Dema Nû Hewlêr
Sekreterê Giþtî ya PSK Mesud Tek peyemeka pîrozbayî þande hêja Celal Talabanî û pîrozbayiya partiya xwe jý bona hilbijartina wî wekî Sekreterê Giþtî ya YNK, pêþkeþ kir.
Di þahiyên daweta dotmîra Swêd de daweta kurdî jî hat nîþandan

Kurdan di rojên 6, 12 û 13-ê hezîranê de li Stockholmê daweta kurdî nîþandan...KOMKAR-Swêd jî yek ji wan bû ku beþdarî þahiyên dawetê bû.
Kurd jî beþdarî þahiyên daweta dotmîra Swêd dibin
Di 19-ê hezîranê de daweta keça qiralê Swêdê banû Viktoria û mîrzava Daniel Westling çêdibe. Ji bo pîrozkirina dawetê amadekariyeke mezin hatiye kirin...KOMKAR-Swêd jî li ser daxwaz û pêþniyara þaredariya Stockholmê beþdarî þahiyên dawetê dibe.
------------------------------------------------------------------------------------------
Li Danîmarqa kurdên ji Anatolîya Navîn konferansek li dar xistin

Di roja 29.05.2010’an de kurdên ji Anatolîya Navîn li Danîmarqa li bajarê Ishøj, ku nêzîkî bajarê Kopenhagê ye, konferansek di bin navê ”Konferansa Kurdên Anatolîya Navîn” de pêk anîn.
------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Prof. Þakroyê Xudoye Miho li Almanyayê bi Konferansek hate Bîranin

Li roja Þemya Buhurî di 22.05.2010’an da, KOMKAR-EU û Komela Endamê KOMKAR’ê Hevaltî, Ji bo 80 Saliya ji Dayik Buyin û Bîranîna Dirokzanê Kurd yê bi nav û Deng û qedirbilind, Rehmetî Prof. Þakroyê Xudoyê Miho Konferansek li Almanyayê di Bajarê Bottropê da hate pêk anîn.
----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Li ser Konferansa Jinên Kurd ya di 24-25ê Nîsana 2010´an da li Diyarbakirê hatibû li dar xistin
-------------------------------------------------------------------------------------------
Bê helwestî û bê dengî li hember van kiryarên hov ya rejîma Îranê, sûcek mezin li hember mirovatiyê ye!

Di 9ê meha Gulanê de rejîma xwînxwar ya Îranê pênc Kurdên din jî li sêdar da. Evana ne yekem Kurd in ku ji aliyê rejîma hov ya Îranê ve tên îdamkirin. Rejîma dijî maf û azadiyan, tu muxalif li hember xwe qebûl nake û dixwaze bi cezayê herî giran, îdamkirinê ve wan ji holê rabike.
---------------------------------------------------------------------------------------------
Li hember erîþên nijadperestan bê deng nemînin!

Li Elmanyayê erîþên nijadperestan li dijî biyaniyan her ku diçe zêde dibe. Di roja 28.04.2010´an de endamekî KOMKARê bi navê Berzan B., li bajarê Nurnbergê li taxa Opernhausê gava diçe male, di trênê de rastî erîþa grûbek Naziyan tê. Ji ber derbên giran ji xwe ve diçe û dilê wî 45 deqîqe disekine. Piþtî mudaxeleya acîl dilê wî dixebite, lê hîn jî di komayê de ye û nehatiye ser xwe.
----------------------------------------------------------------------------------------------
KOMKAR-DK BEÞDARÎ 1. GULANÊ BÛ

Komela Karkerên Kurdistanê, KOMKAR-DK, wek her sal îsal jî li bajarê Kopenhagê beþdarî roja karker û xebatkarên cihanê, 1. Gulanê bû.
-----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Daxuyaniya Çapemeniyê
„23 Nîsan- Cejna Desthilatdariya Netewî û ya Zarokan" propaganda Dewleta Tirk.

Di despêka avabûna Komara Tirkiyê, ku li ser bingeha regezperestî û þovenîzmê hatiye ava kirin, 23 Nîsan wek „Cejna Desthilatdariya Netewî û ya Zarokan" hat destnîþan kirin.
--------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Wexta Hiþyarî û Eqlê Selîmî Ye

Berxwedana hêzên statukoparêz û mîllitarîst ya li hember “pêvajoya rêlibervikirinê” ku ji aliyê hikumetê ve hatiye destpêkirin, berdewam e. Hêzên hanê di van rojên paþîn de, di pêvajoya guhertina Desturê da jî, dijayetiyeka tund niþan didin. Ligel berxwedana hanê, li Tirkiyê hin çalakiyên ajavegerî (provokatîf) jî rûdidin.
----------------------------------------------------------------------------------------------
Cejna Çarþema Sor pîroz bê
Em wek Komela Karkerên Kurdistan, KOMKAR-DK cejna birayên xwe ên Êzîdî, cejna Çarþemba Sor a serê Nîsanê, ku cejna afirandina cihanê û peydabûna xêr û beraketê ye, ji dil û can pîroz dikin û daxwaza jîyaneke bextewar ji bo hemû Civaka Êzîdî dikin. Bi hêvîya ku em hemû cejnên xwe di Kurdistaneke azad de pîroz bikin.
Çarþemba Sor li we teva pîroz bê.
-----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Ji bo Serokatiya Gruba Sosyalîst ya Parlamena Ewrûpa

Rêzdaran,
Gor agahdariyên ku di çapemeniya Trik de cîh digrin, Serokê Partiya Gel a Komarî-CHP Denîz Baykal, li ser vexwendina parlamenterên Sosyalîst yên endamên PE, di 12 Nîsan 2010´an de wê here Brukselê û di civîna Grupa Sosyalîst ya PE de biaxive.
------------------------------------------------------------------------------------------
HDK-Î û PSK þehîdên Kurdistanê bibîr anîn

Ji aliyê Hizbî Demokrata Kurdistana Îran-HDKÎ û Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK ve, bi boneya „Roja Þehîdan“, wek her sal, îsal jî merasîmek hat li dar xistin. Merasîm, di 31.03.2010´an de, li Elmanya, bajarê Wuppertalê pêk hat. Ji HDK-Î Þahriyar Neqþîbendî, ji PSK jî Ahmed Çamlibel wek gotarvan beþdarî merasîmê bûn. Her weha ji Partiya Serbestiya Kurdistan-PSK jî Kak Þaho beþdarî merasîmê bû û gotarek pêþkêþ kir.
-------------------------------------------------------------------------------------------
Pêwistî Pê Destûreke Nû û Hevdem Heye

Destûra nûha, li ser bingeha sazûma faþîst a leþkerî ya 12 Êlona sala 1980’an hatiye avakirin. Ew li gor pêwistiyên hêzên milîtarîstên statuqoyî hatiye amade kirin û armanca serekiya wê berdewamiya desthelatdariya paþverû û nijadperest e. Destûra heyî astengeka herî mezin e li ser riya pêþketin û demokrasiyê.
--------------------------------------------------------------------------------------------
KOMKAR-DK CEJNA NEWROZÊ BI COÞÎ PÎROZ KIR

Bi minasebeta hatina cejna netewî a gelê kurd, cejna Newrozê, gelê kurd dîsan wek her demê li ser pîyane, di nava çalakîyan de ne û li her dera ku kurd lê dijîn bi dilgermîyeke herî mezin li Newroza xwe xwedî derdikevin û wê bi hest û rihekî kurdewarî himbêz û pîroz dikin.
---------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Helebçe li Elmanyayê hat bibîr anîn
Dema Nû Wuppertal-Mannheim-Wuppertal

Keraseta Helebçê, di salvegera xwa ya 22. de li Elmanyayê hat bibîr anîn. Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu, li bajarên Wuppertal, Mannheim û Nurnberg û Duisburgê, bi çalakiyan þehîdên Helebçê bi bîr anî, agahdarî da raya giþtî ya Elman û berpirsiyaran þermezar kir.
------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Divê kareseta Helepçe bibe sûcekê dijî mirovahiyê!

Îsalli ser karesataHelebçê 22 sal derbasbû. XelkêHelebçeyê di destpêkamehaAdarê de xweji bo pîrozkirinacejnaNewrozêamadedikir. Berfhêdîhêdîdihelîya, erdreþdibû, çîçek û kulîlk aj didan, sala nû û jiyananûdespêdikir. LêrûniþtvanênbajarêHelebçeyêhizirawînedikirinku di cejnaNewrozê de, rejîmafaþîstya Saddam, li ser Helebçeyê, bi balefiranwêjahrênkîmyawîbibarîne.
----------------------------------------------------------------------------------------
Em Lazerev bi rêz û wefadarî bi bîr tînin
-----------------------------------------------------------------------------------------
Kurdolog û dostê Kurdan Lazarev wefat kir
KOMKAR-EU ji Serokê Herêmê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Salih re peyama pîrozbahî þand

Serokê Giþtî yê Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê yê Ewrûpayê-KOMKAR.EUyê Kovan Amedî, bi mebesta bi serkeftîdawîlêhatina hilbijartinên parlamentoya Iraqê, ji Serokê Herêmê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Dr. Berhem Ehmed Salih repeyameke pîrozbahiyê þand.
--------------------------------------------------------------------------------------------
Kurdolog û dostê Kurdan Lazarev wefat kir
10 Adar 2010 Çarþem Saat 20:02
KOMKAR-EU Newrozan pîroz dike
Wuppertal bi agirê Newrozê geþ bû

Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê-KOMKAR.EU, dest bi pîrozkirina þahiya Newrozê kir. Þahiya yekemîn, di 6´ê Adara 2010´an de, li Elmanyayê, bajarê Wuppertalê hat li dar xistin.
---------------------------------------------------------------------------------------------

----------------------------------------------------------------------------------------------
Birîna Tirkiyê ya xedar; „zarokên girtî!"

Ji birîna Tirkiyê ya xedar “ zarokên girtî” hin jî xwîn diherike. Dewleta Tirk pesnê xwe dide ku yekemîn dewlet e ku “cejnekê diyarî zarokan kiriyê.” Lê îro ji 1000´î zêdetir zarok di zîndanên Tirkiyê da ne û pêþeroja jiyana wan tê tarîkirin.
--------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Encamnameya konferansa Stockholmê: “Divê mafên Kurdan yên kolektifî bên qebûlkirin”

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê(FKKS) bi bêþdariya Serokê KADEPê Þerafettîn Elçî, Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel û Parlamenterê Þirnexê yê Partiya Aþtî û Demokrasî (BDP) Hasip Kaplan di 7ê Sibata 2010ê de li Paytaxta Swêdê li Stockholmê li ser pêvajoya ’rêlibervekirina’ pirsa Kurd li Bakûrê Kurdistanê konferansekê li dar xist. Konferans ji aliyê derûdorên cûda yên siyasî û civakî, medyeya kurdî û hevwelatiyan ve bi baldarî û girseyî hat guhdarî kirin.
-------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Dawîn þervanê Simayîl Axayê Þikak li temenê 137 saliyê de koça dawiyê kir |
7ê Çileya Paþîn 2010/15:50
Sibêdehiya roja 27.01.2010’an, hevwelatî Hemîd Ehmed Ebdula, naskirî bi Hemîde Goc, mêrê herî bi temen li Kurdistan û Rojhilata Navîn li gundê Çinaroka ser bi devera Sîdekan a bajarokê Soran, bi yekcarî malawayî ji jiyanê kir.
| |
|
|
Li Danîmarqa 64.mîn salvegera Komara Kurdistanê hate pîroz kirin

Di roja 23.01.2010’an de bi amadekarîya Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK-Îran), rêxistina li Danîmarqa, bi minasebeta 64.mîn roja salvegera damezirandina Komara Kurdistanê þahîyeke girseyî li bajarê Køge nêzîkî bajarê Kopenhagê hate lidarxistin.
-----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Encamnameya Civîna Lijneya Koordînasyonê ya Derveyê Welat ya PSKê

Lijneya Koordînasyonê ya Derveyê Welat ya Partiya Sosyalîst a Kurdistan -PSK-LKDWê, bi mebesta nirxandina xebatên sala 2009an yên liqên derveyê welat yên PSKê, bi beþdariya nuneran civînek pêkanîn.
-----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Federesyona Komelên Kurd li Danîmarqa hate damezirandin

Di roja 17.01.2010’an de li bajarê Greve nêzîkî bajarê Kopenhagê komcivîna damezirandina Federesyona Komelên Kurd li Danîmarqa (FKKD) hate li dar xistin.
-----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Kurdên Anatolîya Navîn li bajarê Kopenhagê þahîyeke kultûrî li dar xistin

Di roja 15.01.2010’an de kurdên Anatolîya Navîn bi amedekarîya Komela Çandî û HevgirtinaYeniceoba li bajarê Kopenhagê li Danîmarqa þahîyeke kultûrî a bi girseyî li dar xistin.
-----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Ji bo temaþekirine video a þahîya ji bo 40 salîya kurdan li Danîmarka ji kereme xwe re pê li vê derê bikin ►►►►
-----------------------------------------------------------------------------------------------
Kampa Zivistanê ya KOMCIWANê bi serkeftî pêk hat
„Xweþtirîn Kamp ya Salên Borî“
- Li Cuxhavenê nêzikî 100 ciwan gengeþî kirin, fêr bûn û kêf kirin -

Kampa Zivistanê ya KOMCIWANê, ku di meha Çileyê Pêþîn da, li Cuxhavenê hat li dar xistin, ji Elmanya, Swîsre û Nemsê (Avusturya) bi beþdariya nêzikî 100 ciwanan pêk hat. Gengeþî bi coþ bû, kar û xebatên atolyeyan bi ber… Ciwan kêfxweþ bûn. Lê belê dema ku Adir (ji Berlînê) li ser dawiya Komara Kurd a Mehabadê agahdarî da, xemgînî û bêdengiyek peyda bû.
-----------------------------------------------------------------------------------------------
KOMKAR-DK li bajarê Kopenhagê 40 salîya kurdan pîroz kir

KOMKAR-DK li bajarê Kopenhagê 40 salîya kurdanbi coþ û þahîyeke mezin pîroz kir.
Bi minasebeta 40 salîya kurdan li welatê Danîmarqa, di roja 25.12.2009’an de Komela Karkerên Kurdistanê, KOMKAR-DK, li paytexta Danîmarqa li bajarê Kopenhagê þahîyeke mezin a multîetnîkî li dar xist.
--------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
|

Birêvabiriya Þaxê Amedê ya Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê bi mebesta þermezarkirina operasyona li dijî endam û birêvabirên Partiya Demokrasî û Aþîtiyê-BDPê ku þaredar û parzvanên mafên mirovan jî di nav de ne, daxuyaniyek belav kir.
---------------------------------------------------------------------------

Girtina DTPê xizmeta demokrasî û aþîtiyê nake
Þik tune ye ku girtina DTPê û qedexekirina mafê siyasetê, derbek li xebata legal û demokratîk dixe. Li dijî demokratî û mafên miroviyê ye. Em tu sebebek huqûqî nabînin û tu elaqa wî bi huqûqê va tune ye, biryarekî siyasî ye. Loma jî em girtina DTPê mehkum dikin.
---------------------------------------------------------------------------

Dema tevgerîna bi aqlê selîm e
Dadgeha Destûra Bingehîn ya Komara Tirk ku yek ji qeleyastatukoyê ye, bi girtina Partiya Civaka Demokratîk-DTPê îmze avêt bin biryarek din ku dijberên guhertinê, demokrasiyê û azadiyê pê kêfxweþ kirine.
---------------------------------------------------------------------------

Banga dezgehên Kurd û Elewî yên Ewrupayê ji bo Enternasyonala Sosyalîst:
"CHP ji endametiyê derxin!"
7 dezgehên demokratîk yên Kurd û Elewî yên seranserê Ewrupê, ji Serokatiya Enternasyonala Sosyalîst û partiyên endam ra nameyek þandin û ji wan daxwaz kirin ku CHP ji endametiyê derxin.
-----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------

Guh bidin hewara Zeyneb Celaliyan!
Rejîma Îranê, terora xwe li ser gelên Îranê û bi taybetî jî li ser gelê Kurd didomîne.
----------------------------------------------------------------
| Weþana Nû: Þêx Fexrê Adiyan Fîlosof û xasê ola Êzdîyatîyê |
|

Kîteba “Þêx Fexrê Adiyan Fîlosof û xasê ola Êzdiyatiyê” di nav weþanên Dengê Êzîdîyan de derket.
------------------------------------------------------------------------------------------------------ |
Dengê Jina Kurd Zeyneb Celaliyan, ku li ber îdamê ye, bibihîzin!

Rejîma Îranê ya kevneperest û hov ceza îdamê da Zeyneb Celaliyan. Zeyneb, di roja 14.01.2009´an da derkete ber Dadgeha Þoreþê, bê parêzer, di nav 7 deqîqê da hat dadgeh kirin û ceza îdamê girt û ev ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ya Îranê va hat pejirandin.
-----------------------------------------------------------------------------------------------------------------------------
Kurdekî dostê KOMKAR li bajarê Brønby, Danîmarqa, bû cigirê serokþaredar

Mahmut Erdem
Di roja 17.11.2009’an de li welatê Danîmarqa hilbijartina þaredarîyan û meclisên herêman pêk hat. Di hilbijartinan de kurdekî dostêKOMKAR’ê di Partîya Sosyalîst a Gel (Socialistisk Folkeparti- SF) de hate hilbijartin û bû cigirê serokê þaredarîyê.
-------------------------------------------------------------------------
Birêvebiriya Giþtî ya KOMKAR-EU civîna xwe ya yekemîn li dar xist

Birêvebiriya Giþtî ya Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrupa-KOMKAR-EU civîna xwe ya adetî a yekemîn di rojên 14-15.11.2009´an da li bajarê Wuppertalê pêk anî.
------------------------------------------------------------------------------------------------

Li hember rejîma faþîst ya Îranê bê deng nemînin!
------------------------------------------------------------------

Derbarê îdamkirina Êhsan Fetahî, 9 Partiyên Kurdistanî daxuyaniyek belav kirin
Bi hinceta darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Êhsan Fetahiyan, 9 partiyên Kurdistanî bi daxuyaniyeke hevbeþ wê cinayetê mehkûm û þermezar kirin û daxwaz ji rêxistinên mirovdost û kom û komeleyên navneteweyî kirin ku li hemberî vê cinayeta rejîma Komara Îslamî bêdeng nebin.
-----------------------------------------------------------------------
---------------------------------------------------------
Serokê KOMKAR-EU Kovan Amedî Kongreya Piziþkî pîroz kir
Serokê KOMKAR-EU Kovan Amedî, peyamek pîrozbahiyê þande ji bo Kongreya Piziþki ya li Amedê. Amedî, di peyama xwe da, kongreyê girîng nirxand û her weha nêrînên xwe yên li ser pêvajoya pirsa Kurd li Tirkiyê ragihand.
---------------------------------------------------------
Mamosta Salah Sadullah Hate Bi Bîranin
Dema Nû-Hewlêr

Ji bona salvegera sisêya mirina Mamosta Salah Sadullah merasîmeka bi bîraninê, di bin çavderiya Qaymeqama Zaxo Huseyn Xalid da hate saz kirin. Merasîm ji aliyê Bi Rêvaberiya Roþenbîrî û Huneriya Zaxo ve hatibû amade kirin.
---------------------------------------------------------

Daxuyaniya Konfederasyona KOMKAR-EU´yê
Di rojên 17-18.10.2009´an da, piþtî xebata çend salan bi beþdariya komeleyên KOMKAR´an li welatên Ewrûpayê, kongreya damezrandina Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa- KOMKAR-EU´ yê di bin diruþma ”Des tji çekan bikþînin, divê pirsa kurddi nav aramî û aþitiyê da bê gengeþîkirin” hat damezrandin.
--------------------------------------------------------------------------------

Komcivîna KOMKARê ya 21. bi serketî pêk hat EU-KOMKAR hat damezirandin

Komcivîna Yekitiya Komelên Kurdistan-KOMKARê ya 21. bi seketî pêk hat. Her di vê komcivînê da damezirandina Konfederasyona Komelên Kurdistan li Ewrupa EU-KOMKAR jî hat ilan kirin.
Komcivîna EU-KOMKARê, di bin dirûþma „Dest ji çekan bikþînin!
---------------------------------------------------------
Li Amedê Konferansek li ser sedsaliya Qenatê Kurdo
Dema Nû-Pukmedia/Amed

Li Amedê, ji aliyê Komeleya Çand û Huner ya ÇIRA ya Amedê ve bi mebesta sedsaliya jidayîkbûna zanyarê nemir Prof. Qenatê Kurdo konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de li ser jiyan, kesayetî, behrem û rola Prof. Qenatê Kurdo ya di pêþkeftina zimanê kurdî ya li Yekîtiya Sovyetê hat rawestandin.
---------------------------------------------------------
KOMKAR li Kopenhagê beþdarî roja navnetewî bû

Komela Karkerên Kurdistanê, KOMKAR-DK, di roja 29.08. 2009’an de li paytexta Danîmarqa, li bajarê Kopenhagê bi çadirekê beþdarî Roja Navnetewî bû. | |
Konferanseke taybetî li ser
Kurdên rojava (Dawetname)

Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu û Rêxistina Gelên di bin Gefê de-GfbV.
konferansek li ser rewþa Kurdên Rojava û Sûriyê pêk tînin. Wek hûn jî dizanin zulmek mezin li ser Kurdên Rojava heye. Mixabin li hember vê zulmê bêdengiyek ciddî heye. Ji bo þikandina vê bêdengiyê û hulqandina piþgiriyê bo Kurdên Rojava, we dawetê vê konferansê dikin. Beþdariya we, wê konferansê xurttir bike.
Li gel silav û rêz.
Kovan Amedî
Serokê Giþtî yê KOMKAR.eu
Cîh : DGB-Haus / Hans Böcklerplatz 1
50672 Köln
Tarîx: 14.11.2010
------------------------------
Kurdên Munîhê beþdarî hilbijartina Encumena Biyaniyan dibin

Kurdên bajarê Munîhê yê Elmanya, bi navê Azadî-Civata Kurdan li Munîh beþdarî hilbijartina Encumena Biyaniyan li Munîhê dibin. Hilbijartin di 21.11.2010´an de tê li dar xistin.
Kurd ji bo agahdariyan malpereke înternetê ya bi du zimanî (Elmanî û Kurdî) û sê zaravayan (Kurmancî, Zazakî û Soranî) û bi du elfabeyan (Latînî û Erebî) amade kirine. Di malperê de agahdariyên berfireh li ser armanca lîsta Kurdistanî, li ser berendaman û li ser hilbijartin û giringiya hilbijartinê hatiye dayîn.
Navnîþana malpera Lîsta Kurdistanî weha ye: http://muenchener-kurden.de/?lang=de
-----------------------------------

Sîyasetmedar û nivîskar, Birêz Kemal Burkay di roja 01.11.2009’an de, di saet 13.00 de li navnîþana xwarê beþdarî civînekê dibê.
Civîn di derbarê pirtûka wî ya bi navê "Bîranîn" cilda 2’ yan de ye. Birêz Burkay di vê civînê de di derbarê bûyerên dawî yên li Kurdistanê û di derheqê bîranînên xwe de wê bi xwendevanên xwe re sohbet bike. Em li benda beþadarbûna we ya di vê civînê de ne.
Navnîþan:
UTTERSLEV SKOLE
SKOLEHOLDERVEJ 20
2400 KBV.NV
Amedekar: KOMKAR-DK
___________________________
Rêzexeleke semînerên nivîskar û sîyasetmedar Kemal Burkay li seranserê Ewropa:
Semînera li Hamburgê: 31.10.2009
Semînera li Kopenhagê: 01.11.2009
Semînera li Lozanê: 07.11.2009
Semînera li Mannheimê: 08.11.2009
Semînera li Wuppertal: 14.11.2009
Semînera li München ûNürnberg: 21-22.11.2009
Semînera li Parîsê: 29.11.2009
Semînerali Berlînê:
06.12.2009
Semînera li Londonê:
31.01.2010
---------------
| |
|