CHP, dijminatiya Kurd û Elewiyan dike

 

 

Di roja 10ê meha 11´an di Meclîsa Tirkiyê da li ser “Berlêvebûna Pirsa Kurd û Berlêvebûna Demokrasiyê niqaþ hate kirin. Di vê niqaþê da hin partî siyaseta xwe ya þoven û nijadperest pir bi eþkere raxistin ber çavan.

 

Berdevkê gruba CHPê Onur Oymen, di axaftina xwe da ruyê xwe yê faþîst li hember Kurd û Elewiyan eþekere kir. Di axaftina xwe da got ku divê dewleta Tirk, çewa li serhilda Þêx Seîd, Dersim, Agirî û Zîlanê, bi qeliyaman dengê kurdan temirand, îro jî ew siyaseta bê domadin. Gelek balkêþ bû ku gava Oymen vê axaftinê kir cîgirê serokê giþtî yê CHP´ê Kemal Kiliçdaroglu jî jê ra çepikan lêda.

 

Wek tê zanîn 28 serhildanên kurdan di dema ku CHP li ser hukumbûye pêkhatiye. Hemû serhildan  jî bi ewayek hovîtî hatine temirandin. Zikê jinên biducan hate sungûkirin,zarok di zikê dayikên xwe da hatin kuþtin. Jinê kurd ji bo ku ji aliyê eskeran ve neyên tecavizkirin, xwe ji zinaran ve avêtin xwarê. Bi milyonan Kurd ji welatên xwe hatin dûrxistin. Gund, mezra zewî û daristan hatin þewitandin. Ji milyonek zêdetir însan hatin kuþtin. Nêzî sed rêberên Kurd hatin bidarvekirin. Kurdistanê kirin gola xwînê.

 

Ji wê rojê heta îro, li dinyê gelek tiþt hatin guhartin. Tirk, Kurd, Elewî, Sosyalîst û dîndar hatin guhartin. Lê CHP înat dike û xwe nagorîne. Naxwazin, dijî Kurdan û dijî hemû komên muxalifên siyaseta xwe ya li ser esasên zilumê, qedexekirinê, tund û tûjî hatiye avakirin, bigorînin. Siyasetek pir dengî, pir rengî, wekhevî û demokratiyê û sazumanek nûjen, li dijî yekitiya Tirkiyê dibînin.

 

Xwe wek partiyek hevdem dibînin, lê li dijî endametiya Yekitiya Ewrûpayê dertên. CHP bi vî halê xwe bû navenda kevneperestî, þoven û nijadperestiyê. Di vê rewþê da tu sebeb tuneye ku kesên þoreþger, demokrat û welatparêz piþtgiriya siyaseta CHP bike.

 

Em wek KOMKAR- EU, di serî da bangê Kurd û Elewiyan dikin, bangê kesên dijî sîstemê û bangê hemû partî û dezgehan dikin ku li dijî siyaste CHP´ê ya þerxwaz derkevin. Bagê wan kesan dikin ku heta nuha piþtgiriya CHP´ê dikirin, ji îro pêva li dijî siyaseta þerxwaz û þoven ya CHP´ê helwestek bi rûmet bigrin û ji CHP´ê veqetin.

 

 

Kovan Amedî

Serokê Giþtî ya                                                                                                          

Konfederasyona Komeleyên Kurdistan Li Ewrûpa

KOMKAR -EU

 

 

 

 

 

 

      

 

 

 

 

• Komkar - den kurdiske forening © 2009 Nansensgade 30, 1. th, 1366 København 
Tlf. +45 33137501/30225297 email: info@komkar.dk  Arbejdernes Landsbank, regr nr: 5321 - konto nr: 0503541

 

 

 

                 Den Kurdiske Forening – KOMKAR-DK

                   VelkommenBi xêr hatin - Hoþgeldiniz