|
Stockholm Bayram Bozyel li ser “Berlêvebûna Pirsa Kurd” û helwesta HAK-PARê axifî

STOCKHOLM- 2009.11.07- Serokê giþtî yê HAK-PARê Bayram Bozyel, îro li Stockholmê li ser rewþa dawî ya li welêt û siyaseta partiya xwe û “Berlêvebûna Kurd” (*) axifî. Di Konferansa Bozyel de beþdarîyeke mezin hebû. Gelek welatparêzên kurd ku ji bajarên Stockholm û Uppsalayê tevî civînê bûbûn, bi baldarî guhdariya axaftina Bozyel kirin, hinekan pirs jê kirin û yan jî raya xwe gotin. Civîn di atmosfereke erênî de derbas bû.

Bozyel di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ew giringiyeke mezin dide xebata kurdên Swêdê û welatên din yên Ewropayê. Bozyel, dilxweþiya xwe ji bona vê yekê anî ziman û weha got: “Bi rastî wan di pêþxistina karên dîplomatîk û xebatên ser ziman û çanda kurdî de roleke baþ leyistine û dileyîzin.”
Bozyel di axaftina xwe de bêtir li ser pêvajoya nû û “Berlêvebûna Pirsa Kurd” sekinî. Wî li ser sedemên siyaseta nû ya dewleta tirk û faktorên sereke yên destpêkirina vê pêvajoyê qise kir û weha got: “ Dewletê êdî fehm kir ku nikare siyaseta xwe ya totalîter ya 85 salan bidomîne. Zordestî û înkariya mafên gelê kurd tu encam neda, gelê kurd, ji tevgera Qoçgiriyê bigre heta nuha li hember vê siyasetê li berxweda û tucar stuyê xwe xwar nekir. Loma ev guherandin berî hertiþtî encama xebat û berxwedana milletê kurd e.”

Bozyel behsa cêrgek faktorên ku di destpêkirina vê pêvajoyê de rol leyîstine kir, wek YE (Yekitiya Ewropa), DYA (Amerika) û .h.w.d.. Di berdewamiya axaftina xwe de got: Îro eger berlêvebûna kurd tê niqaþkirin, sedemekî wê yî giring jî, doza Ergenekonê ye.”

Bozyel, herwisa li ser hin erkên giring yên ku dikevin ser milê hêz û kesên siyasî yên kurd sekinî. Wek; piþtgiriya vê pêvajoyê, pêkanîna yekitiya hêzên siyasî û berdewamiya xebata rêxistînî û wekî din...
Dû re dor hat pirs û bersivan. Bozyel di gelek pirsan de raya HAK-PARê diyar kir, û guhdariya dîtin û pêþniyazên guhdaran kir. Bi kurtî civîna serokê giþtî yê HAK-PARê Bozyel bi dilxweþî û serfirazî gihîþte dawiyê.
--------
(*) Wek tê zanîn, van rojana peyva “Vebûna kurd” wek wergera “Kürt açýlýmý” ya tirkî, ji alî hin kesan ve di kurdî de tê xebitandin. Di konferansa Bozyel de nivîskar Zinar Soran pêþniyaz kir ku em di kurdî de, li þûna vê gotinê, gotina “Berlêvebûna Pirsa Kurd” bi kar bînin. Li gor raya min jî ev gotineke bêtir lêhatiye. Hêvîdar im herkes bi kar bîne. (nûçegîhan) |