|
Daxûyanî - Ji bo raya giþtî

|
|
Îro berê sibehê polîsên Danîmarqa 12 pênaberên ji Îraqê bi zorê þandin Îraqê. Di nav wan de yekî êzîdî þêx jî heye, ku bi heslê xwe ji Bahþik û Bahzanê ye.
Piþtî rayedarên Danîmarqa pênaberîya van kesan red kir, polîsan ew kirin zîndanê û ji bona þandina wan li benda wextekî mûsaît bûn. Vê sibehê jî hê zû girtin ser zîndanê û ew bi zorê bi balafirekê di rêya balafirxaneya Roskilde-Tune re þandin Îraqê.
Herçiqas ku derdora 200 kesên danîmarqî bi rêya komela piþtgirîya penaberan ”Kirkeasyl” li devê zîndanê kom bûbûn û xwestin rê li ber polîs bigrin jî, lê mixabin bi ser neketin.
Di pêwendîyeke telefonê de li gel komela me parezerê wî kesê êzîdî jî þandina wî piþtrast kir û xemgînîya xwe anî ziman. Wî got ku ji alîyê daîreya pênaberan ve pêvajoyeke bêhiquqî li himberî wî hatîye meþandin û ewê pey vê dahweyê bernedê. Herwiha anî ziman ku wî malûmatên nû di dahweya vî kesê êzîdî de bidest xistine, ku him ew bi xwe û him jî tevaye malbata wî bi giþtî bi kuþtinê hatine tehdît kirin. Li ser van agahdarîyên nû wî jî dîsan serî li daîreya pênaberan dayibû û herwiha dahwe þandibû cem ”ombudsmand”, ku wek mehkemeyeke taybet a herî mezin li Danîmarqa tê naskirin, lê mixabin bêyî ku bersivekê ji mahkemê bistînê an jî mahkeme þandina wî bisekinînê, ew jî îro li gel wan kesên din þandin Îraqê. Parezer herwiha anî ziman ku piþtî serîlêdana wî a nû, daîreya pênaberan þevîdin dîsan redeke (revzeke) nû ji bo vî kesê êzîdî ji bo wî þandibû. Ango hêdî ji bo þandina wî ti gûman nemabûn.
Parezer jî li himberî vê helwesta sîstemê þok bû û got ku çawa bêyî ku bersivek ji mahkemê bê wan ev kesê êzîdî bi þêweyekî bêhiqukî þandine û got ku ewê vê meselê bibê ji bo çapamenîyê û herwiha hewl bidê ku wî dîsan vegerînin Danîmarqa.
Ji hêla din ve niha di çapemenîya danîmarqî de jî gelkî li ser þandina van kesan tê rawestandin. Ji rojnameya bi navê ”Information” ê rojnamevanek li komela me geriha û li ser rewþa wî kesê þêx ê êzîdî hin agahdarî wergirtin. Wê sibe di roja 05.11.2009’an de maqaleyek li ser wî di rojnameyêde bê weþandin.
Komela ji bo piþtgirîya pênaberan ”Kirkeasyl” jî îro ji bo protestokirina vê helwesta Danîmarqa amadeyîyên xwepêþandaneke mezin dikin. Herwiha dahweya vî kesê êzîdî jî ji nêz ve diþopînin û bi komela me re di nav pêwendîya de ne.
Þandina van kesan ji alîyê Rêxistina Navnetewî a Mafê Mirovan, Amensty International, jî ve hate rexne kirin. Þaxê Amensty International li Danîmarqa ji bo civînekê daxwaz ji Wezîra Întegrasîyon û Penaberan, Birthe Rønn Hornbech, kir, lê wê ev daxwaza wan bi paþda vegerand.
Peymana di navbera Danîmarqa û Îraqê de: Daîreya pênaberan li Danîmarqa bi tevayî reda 242 kesên pênaber ji Îraqê dayibû. Di roja 13. Gûlana 2009’an de Danîmarqa û Îraqê peymanek li ser vegerandina van kesan bi hev re îmze kirin. Ji Îraqê heyetek ji bo Danîmarqa hate þandin ta ku nasnameyên wan kesên ji Îraqê tespît bikin, ango piþtrast bikin. Piþtî vê yekê hêdî dest bi þandina wan hate kirin. Cara ewil polîsan di roja 25. Hezîranê de 6 kes þandin, cara dûwemîn di roja 13. Tebaxê de 7 kes, cara sêyemîn jî di roja 2. Êlûnê de 22 kes û niha îro jî 12 kes, ango li ser hev ji van 242 kesan 47 kes bi zorê þandine. Herwiha wek ku di çapemenîyê de tê gotin, ji bilî van kesên hatine þandin, 129 kesên din jî an bazdane çûyina welatekî din an jî xwe li Danîmarqa ji ber polîs vediþêrin. Di meha Êlûnê de zêdeyî 10 hezar kesan beþdarî meþeke mezin bûn û ev sîyaseta hikûmetê protesto kirin. Lê hikûmet, ku bi piþtgirîya Dansk Folkeparti (Partîya Gel a Danîmarqî ) li ser hikûme, ku bi sîyaseta xwe a dijwar li himberî bîyanîyan tê naskirin, her wek xwe dike.
Li gel ku Yekîtîya Netewan (FN) bi xwe jî çendîn cara anîye ziman ku rewþa Îraqê ne arame û divê ev kesên ha di rewþa îroyîn de û bi zorê neyên þandin jî, welatê Danîmarqa her van kesan bi darê zorê diþînê. Li hêla din jî hikûmeta navendî a Îraqê çend cara anîye ziman ku wan û Danîmarqa ti peyman bi hev re îmze nekirine û ew naxwazin ku Danîmarqa kesî bo zorê biþînê, lê kes bahwerîya xwe zêde bi van gotinên wan nayînîyê, ji ber ku heke tiþtek di navbera wan de nebûye wê çima nexwe heyetek ji Bexdayê biþandina Kopenhagê ji bo kifþkirina nasnameyên îraqîyan. Û ji xwe þandina van kesên ku tên þandin jî nîþana wê yekê ye ku di navbera wan de peymanek bi dizî heye. Tê gotin ku hikûmeta Malikî li beramberî vê yekê gelik pere ji Danîmarqa wergirtîye. Hêjayî gotinêye ku heta vê gavê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîkî hewldanên Danîmarqa di derbarê þandina pênaberên kurd bi zorê nebûye, ji ber wê yekê jî Danîmarqa hemû van kesên pênaberên Îraqî di ser Bexdayê re diþînê.
Em wek Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmarqa vê helwesta hikûmeta Danîmarqa þermezar dikin û daxwaz dikin ku ew rewþa nearamî a li Îraqê û bi taybetî jî rewþa civaka êzîdî, ku her roj li himberî êrîþên tûndî û êrîþên terorîstan rû bi rû mînin, li ber çav bigrin û mafê pênaberîyê bidê wan kesên êzîdî ku koçberî welatê wan dibin. Herwiha bangî hemû raya giþtî a danîmarqî, rêxistinên mafê mirovan, komelên demoqratîk ên sifîl, Yekîtîya Netewan (FN) û Yekîtîya Ewropa (EU) dikin ku zextê li ser hikûmeta Danîmarqa bikin ta ku hêdî tikesî bi darê zorê neþînin Îraqê.
Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmarqa 04.11.2009
| |
|
|
|