|
Pîroz be 8´ê Adarê sembola azadî û wekhevîya jinan!
Di 8´ê Adarê roja sembola azadî û wekhevîya jinan de, 8´ê Adarê li hemû jinên cîhanê û bi taybet jî li jinên Kurd, pîroz dikin. Ji wan re jiyanek azad, wekhev û bextewar daxwaz dikin.
Li welatê me þîdeta li dijî Jinan de li gor berê kêmbûn xweya be jî, lê hîn jî tund û tûjî li dijî Jinan di nav civata Kurd de berdewam e, Jin neheqiyek mezin dibînin. Hîn ji keç bê dilê xwe û bê îrada xwe mêr dikin. Hîn jî þîdetek mezin li dijî jinan tê bikaranîn, hîn jî keç bi hinceta ”namûs û þerefê” ji aliyê kesên nêzî xwe ve tên kuþtin û þewitandin. Hîn jî mafê wan yê tercîhê bo jiyana xwe tune ye. Hîn jî jin têra xwe di civatê de cîhê negirtiye.
Zulm û tedaya li ser jinên Kurd, bi her awayî ducar û sêcar e. Jinên Kurd ne tenê ji ber jinbûna xwe, her wisa ji bo nasnama xwe ya netewî jî zulmê dibînin. Di þerê ku li dijî gelê Kurd tê kirin de, tedaya herî mezin jin dibîne. Ev zulma, di jiyana rojane de jî her berdewam e. Li Îranê di sala 2010´an de bi 10 an Jinên Kurd hatin îdamkirinê.
Îro di nav jinên Kurd de, dixtor, endazyar, nivîskar, parêzvan (avukat), hunermend û þaîr hene. Di dem û dezgehên demokratîk û siyasê de jinên Kurd hene û siyaset dikin. Endamê parlamentoyê ne. Elbet evana pêþkeftinên baþ in di nav civata Kurd de û cihê dilxweþiyê ye.
Di despêka meha Adarê de jinên seranserê cîhanê li paytexta Venezuela, Karakasê hatin ba hev û têkiliya nav xwe xurttir kirin. Yekîtiya Jinên Kurdistan-KOMJIN jî bi heyetek li wir hat temsîl kirin û dengê jinên Kurdistanê bilind kir. KOMJIN bi brosur û belavokên xwe yên çar zimanan (Kurdî, Îngilizî, Elmanî û Tirkî) li raya giþtî ya cîhanê da zanîn ku jinên Kurd jî ji bo maf û azadiyên xwe têkoþîna xwe didomînin û daxwaza piþgirî û alîkariyê kir.
Li gor me ev hewldan, ne tenê ji bo têkoþîna rewa ya jinên Kurd, her weha ji bo lobiyeke xurt ya Kurdî jî gaveke giring e. Em di vî karê bi rûmet de bi her awayî li gel KOMJINê ne. Divê ne tenê KOMJIN, hemû sazî û dezgehên Kurdistanî yên li derveyî welat giranî bidin kar û xebatên bi vî awayî û her gav di nav têkiliyeke xurttir de bin.
Jin, bi hemû êþ û azarên xwe, bi xem û xeyalên xwe, bi dayikbûn, bi jinbûn, bi keç û xwîþkbûna xwe, bi bedenên xwe yên nazik û lawaz, lê bi dilên xwe yên mezin, bi îradeya xwe ya xurt, dixwazin Ji bo jiyanek Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa - KOMKAR.eu, tund û tûjiya li hember jinan mehkûm dike û ji bo jiyanek wekhev û jiyanek bê þîdet û azad tekoþînê dide. KOMKAR.eu, bi munasebeta 8´ê Adarê, ji hemû jinên cîhanê ra û bi taybetî jî, ji jinên Kurd ra, jiyanek azad û bextewar dixwaze.
KOMKAR.eu 08.03.2011 |

|