![]() |
|
|
![]() |
|
| Kemal Burkay: “Çareserî bi kar û xebata me Kurdan dibe” |
11ê Îlon 2009/07:40
 Navenda Nûçeyan Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Kemal Burkay di hevpeyvîna ku malpera Rojeva Kurd de hatiye weþandin, diyar kir ku li gor rewþa welat û dinyayê çareserî federasyone.
Hevpeyvîna ku di malpera Rojeva Kurd de hatiye weþandin bi vî awayî ye; 1- Hûn vê gava ku hukumet dixwaze bavêje çawa dinirxînin? Hukumet çi gav bavêje hîn ne eþkere ye. Pêvajoya ku dest pê kirîye danûstandina bîr û ray e li ser pirsa Kurd. Lê destpêkirina vê pêvajoyê bi xwe jî, bi raya min tiþtekî baþ e.
Hukumetê cara pêþîn got pirsa Kurd heye û divê bê çareserkirin. Çareserî jî bi rîya þer û pevçûnê nabe. Ango divê bi rê olaxên aþtîxwaz ev pirs bê çareserkirin... Eva helwesteke baþ e û guhartineke mihîm e di sîyaseta berê a hiþk û þaþ da. Cara pêþîn e li vî welatî tiþtekî usa dibe, hukumetek sîyaseteke teze dide pêþ xwe û ji raya gel ra eþkere dike.
Em jî bi salan e dibêjin ku ev sîyaseta ku dewleta Tirk daye pêþ xwe þaþ e. Pirsa Kurd bi rîya zor û zulmê çareser nabe. Divê dewlata Tirk vê pirsê nas bike, hebûna Kurdan qebûl bike û heqên wan bidîyê. Bona vê yekê em piþtgirî didine vê pêvajoya ku hukumeta Erdoxan dest pê kir. Divê ev pirs bi serbestî bê gengeþîkirin, herkesek raya xwe di heqê çareserîyê da bi serbestî bêje.
Her usa jî, hukumet di vî warî da, ango di warê naskirina heqê Kurdan da û di warê demokratîyê da bi awayekî giþtî çi gavên erînî, ango gavên baþ bavêje, emê piþtgirî bikin.
GOR REWÞA WELAT Û DÝNYAYÊ ÇARESERÎ FEDERASYON E
2- Helwesta partiyên siyasî yên Kurdan çawa dibînîn? Gelo gerek kurd çawa pêþewaziyê li pêvajoya ku hukumetê destpêkirî bikin? Helbet ne hewce ye ku ez behsa helwesta hemû partîyên sîyasî yên Kurdan bikim. Malûm e, di warê legal û îllegal da gelek partî hene. Lê dikarim behsa sîyaseta hinan bikim.
Di rojevê da du partîyên ku bi navê Kurdan derdikevin pêþ PKK û DTP ne û pêvendîyê wan jî bi hevra malûm e. Sîyaseta wan di vî warî da him rûneniþtîye, him jî ne gor berjewendîyên Kurdan e.
Sîyaseta herduyan jî bi destê Avdilla Ocalan tê rastkirin. Ev yek dibe ku ji bo PKK’ê heya derecekê normal be, lê ji bo DTP ne normal e. DTP partîyeke legal e, komika xwe yê Parlamenê bi hilbijartin çêbûye. Dikari bû û divîya bû bêje: “Ez dikarim Kurdan temsîl bikim û ji bo çareserîyê bi hukumetê ra rûnim.” Lê mixabin, wekî bawerîya xwe bi xwe tune, yan jî xwe berpirsîyar nabîne, dibêje hukumet bila bi Ocalan ra rûne, dibêje çareserî di destê wî da ye.
Þaþîya duwemîn jî ji bo DTP’ê ev e ku, Ocalan, ne bi rewþa xwe ya bi taybet ne jî bi daxwazên xwe dikare Kurdan temsîl bike. Ocalan ji bo Kurdan tiþtekî naxwaze, tiþkê ku dixwaze jî berê tu tiþtî nagire.
Ji xwe, Ocalan roja ku hate girtin û derket pêþ dadigeha Tirkan eþkere got: “Ez poþman im, min ne kujin, hûn çi dixwazin ezê bikim. Ez di xizmeta dewleta we da me!” Piþtî wê jî bi rastî her tiþtê ku dewleta Tirk jê xwest bi cî anî. Hêzên PKK derbazî Kurdistana Baþûr kir, ku li wir þerê Kurdên Baþûr bikin... Dev ji nav û bernama PKK berda. Got êdî ne dewleta serbixwe, ne federalî ne jî xwemuxtarî dixwazi; tiþtên han ji bo Kurdan ne hewce ne...
Ango her tiþt li ber çavan e. Avdilla Ocalan di dest neyar da hêsîr e û berxwe ne daye, teslîm bûye. Mirovekî han çawa dikare bibe serokê Kurdan û temsîla wan bike û derdê wan ra bibe derman? Xwelî li serê wan kesan ku hîn jî hêvîya xwe bi Ocalan girê didin û dibêjin ew irada me ye!
Bona vê yekê, ne ku tenê DTP, divîya bû PKK jî bêje, “Ocalan îro di destê neyar da hêsîr e, ne azad e û di rewþa hanê da nikare temsîla me bike. Divîya bû PKK ji xwe ra serokatîyeke teze hilbijêre û ger bi rastî ji bo berjewendîya Kurdan ditekoþe, daxwazên Kurdan yên bingehîn bi dil û can biparêze û ber xwe bide. Lê mixabin PKK bi dû Ocalan çû û bi xwe jî bû hêsîrê dewletê!
Rewþa van herdu partîyan, ango yê PKK û DTP ev e. Hêza wan heye, lê mixabin temsîla Kurdan nakin. Bona vê jî, ger ev bi hukumeta Tirk ra li hev bên jî, eþkere ye ku daxwazên Kurdan bi cî nayên, ango pirsa Kurd çareser nabe.
Wekî din rewþa partîya me (Partîya Sosyalîst a Kurdistan) eþkere ye. Em dibêjin Kurd milletekî mezin in, xwedî welatekî fireh in. Dewlet jî heqê me ye. Divê Kurd derheqa dahatûya xwe da bi xwe biryar bidin (ango heqê çarenûsî). Her usa jî gor me, di rewþa îro da federasyoneke Kurd û Tirk li ser esasê wekhevîyê statûyeke realîst e û dikare vê pirsê çareser bike.
Helbet ew tiþt di rojekî da nabe, bi girêdayî pêvajo ye. Di destpêkê da hukumet, ji bo ku þer bisekine û rewþ aram be, bawerîya Kurdan jî bi vê pêvajoyê bê, dikare operasyonên eskerî bisekinîne, ji bo vegera yên serê çîyê û derketina mirovên sîyasî ji hepsê rê veke, bo serbesthiþtina partiyên Kurd û çand û zmanê Kurdî (wek xwendin bi zmanê kurdî di dibistanan da) gavên teze bavêje û hwd...
Em helwesta HAK-PAR’ê jî di vî warî da rast dibînin. Ew jî wek partîyeke legal pirsa Kurd wek pirseke netewî dibîne û ji bo çareserîyê federasyona Kurd û Tirk dixwaze. Ji xwe ew daxwaz di bernama wê da jî heye.
HUKUMET NÝKARE GAVÊN MEZÝN BAVÊJE
3- Di baweriya we de `` Vekirina Demokratîk`` dê çi encamê bide? Ew înîsîyatîfa hukumeta Tirk ku berê gotin ji bo çareserîya pirsa Kurd e, piþt ra jî guhartin, gotin ev projeya pêþvebirina demokratîyê ye bi awayekî giþtî, wê çi encamê bide, ew hukumet di meh û salên pêþ me da çi gavan bavêje, hîn ne xuyayî ye. Di vî warî da ez ne xweþbîn im, bi gotineke din ne ewqas hêvîdar im.
Guhartina sîyaseta kevn û þaþ û danîna sîyaseteke rast ku bikaribe pirsa Kurd gor normên navnetewî çareser bike, ne hêsan e. Hêzên þoven û kevneperest li vî welatî xurt in û dijî guhartinê ne. hukumetê hîn tiþtek ne kirîye, behsa çareserîyê dike, lê ewana, bi taybetî du partîyên sereke yên himber hukumetê (CHP û MHP) cî li hukumeta Erdoxan teng kirin, ew bi îxanetê gunekar kirin. Piþtî wan Serokerkan jî wek hukumdarekî çoyê xwe dirêj kir û xetên sor ji hukumetê ra kiþandin! Got “xwendin bi zmanê kurdî nabe, Kurdî nabe zmanê resmî, federalî û xwemixtarî nabe. Heya di heqê van tiþtan da axaftin jî nabe. Em rê nadin wan!..”
Malûm e, piþtî wê jî Erdoxan û hevalê xwe gotin: “Raya me jî ev e; dewleta yekpare, yek zman, yek al û hwd... ”
Ango ji nuha va xuyayî ku hukumet ne hazir e, heya naxwaze, -ger bixwaze jî nikare- gavên mezin bavêje ji bo çareserîya pirsa Kurd. Lê hukumet dixwaze av û hewayê (îqlimê) sîyasî nerm bike, þer bisekine, PKK ji çîyê dakeve... Dibe ku di warê zman û çand da jî hin gavên teze, lê piçûk bavêje ku ew nabin çareserî, berê tu tiþtî nagirin.
Lê bi raya min, ger þer bisekine, nermayî çêbe ew jî baþ e. Hingê rîya sîyasetê zêdetir vedibe. Ji xwe, me ji vî þerî tu xêr ne dît. Ev þer ji bo kê ye, bi kêrî kê tê, ew jî ne xuyayî ye; heya ger em rastîyê bêjin, ew þerê PKK tucar ne bi berjewendîya Kurdan bû, ev yek vê dawîyê zêdetir xuyayî ye.
Ma eger tu ji bo Kurdan tiþtekî esasî naxwazî, ev þer ji bo çi? Him hêfa wan xortên serê çîyan e, him jî dewlet “terorê” dike mane û rê li ber sîyasetê û hemû gavên demokratîk digire.
ÇARESERÎ BÝ YEKÝTÎYA KURDAN DÝBE,
HAK-PAR ALTERNATÎFEKE BAÞ E
4- Ji bo vê pêvajoyê pêþniyara we çiye? Min di heqê vê pêvajoyê da –ew çi dikare bike û bîne- û di heqê aktorên esasî da raya xwe gotin. Lê tiþtek din heye. Ji bo me Kurdan çare çi ye? Bi raya min çare yekitîya Kurdan e. Heya ku Kurd yekitîyeke xurt çênekîn li ser rêyeke rast, bawerîya gelê xwe negrin û dernekevin kûçe û kolanan, nikarin bigihîjin armanca xwe, rizgar bin.
Bo yekitîyê du rê hene: Yek ev e ku hemû hêzên welatparêz, PKK û DTP jî di nav da, bên ba hev û daxwazên Kurdan wek milletekî bînin zman û biparêzin. Lê bona vê yekê divê PKK û DTP dev ji vê sîyaseta îro ya þaþ berdin, bi dû Ocalan neçin. (Helbet dikarin ji bo wî jî azadî bixwazin, lê nebêjin ku ew serokê me ye, adrêsa çareserîyê ev e.)
Dema bi dû Ocalan diçin, bi dû dewletê diçin; ji ber ku Ocalan di xizmeta dewleta Tirk da ye, heya yê Gunelkurmaya Tirk da... Camêrî ev tiþt bi zmanê xwe got li ber dehan kamerayên têlevîzyonan. Piþtî wê jî tiþtê ku bûn vê yekê eþkere nîþan didin.
PKK û DTP ger bikaribin siyaseta xwe rast bikin, pir baþ e. Ji ber ku gelek hêza wan heye. Lê ew hêvî tune. Ewana bi dûvika Avdilla Ocalan girtine û bernadin. Hingê bi wan ra yekitî ne mimkûn e.
Divê Kurd bê van herdu rêxistinan rêyekî bibînin. Ew jî ew e ku hemû hêz û kesên welatparêz yên dervayî PKK bên ba hev. Ew jî ne hindik in. Ger yekitîyekê çêkin, ger gelek însanê ku rûniþtine bilivin û dest bavêjine kar, dikarin Kurdistanê û Tirkîyê bihejînin. Heya dikarin tesîreke mezin li ser bingehê PKK û DTP’ê jî bikin, wan ji vê rîya þaþ xilaskin.
Ev yek him hêsan e, him zor e.
Hêsan e, ger ew kesên ku bi sîyaseta PKK ne razî ne û dixwazin Kurd wek milletekî heqê xwe yên bingehîn bistînin, li welatê xwe azad û bi serbilindî bijîn, divê dest bidin hev. Ev yek bê kar û xebat, bê sîyaset, bê rêxistin nabe.
Rêxistin di roja îro da partîyeke legal e. Ev rêxistin jî heye, HAK-PAR e. Ne þert e ku em li yeke teze bigerin û bîlesewe waxt winda bikin, xwe biwestînin.
HAK-PAR Partîyeke demokrat e. Di nav da herkesekî welatparêz –çi sosyalîst, çi sosyaldemokrat, çi lîberal, çi îslamî- dikare kar bike û dike jî.
HAK-PAR neh sal berê ava bû. Yên ku ev partî ava kirin, berî avabûnê gazî hemû hêzên welatparêz yên dervayî PKK kirin. Lê mixabin pir kesan xwe dan alîkî. Xeter ne dîtin û çare jî ne dîtin, ev pirsîyarî nîþan ne dan.
Dereng be jî, bila îro nîþandin. Bila ji xwe ra tu maneyî çênekin, xwe û xelkê nexapînin, bên di bin banê HAK-PAR’ê da dest bidin hev, bi þiklekî demokratîk kar bikin. Hingê ew mezin be, xurt be, li her derê Kurdîstanê û li bajar û metropolên Rojava rêxistin çêke, xelkê bide dor xwe, sedhezaran wê bikiþîne kolanan û deng û daxwazên 20 mîlyon Kurd bi xurtî bide bihîstin. Yên ku nuha ji DTP ne razîne xwe bidin dora wê. Heya DTP jî ya xwe biguhurîne, yan jî bingehê xwe winda bike.
Bi raya min tenê rêyek heye, ev e.
Lê helbet ev ne hêsan e jî. Divê Kurdê me xwe piçek biguhurînin, helwestekî nu bidin pêþîya xwe, ji aqlîyetê feodalî, eþîrî; ji xwehezî, ezezi (egoîstî) û pozbilindî xilas bin. Razîbin di rêxistineke demokrat da, gor usûl adetên demokratîyê bi yên dinê ra kar bikin. Ji bo vê yekê hezar þert û þûrtî daneynin. Nebêjin ku îlle ez bibim serok!
Lê ev yek ji bo me Kurdan, mixabin ne hêsan e!
Ne hêsan e, lê bi raya min, ji vê pêve rê tune. Divê yan em di heqê vî karî da bên, yan jî dev ji hêvî û daxwazên xwe biþon û bibin sêrkarê plan û dezgeyên neyarên xwe, li dawî jî doz û dewayê winda bikin...
Gotina dawî: Çareserî bi kar û xebata me Kurdan dibe, ne bi merhemeta hukumet û dewleta Tirk. Serketin jî, têkçûn jî di dest me da ye.
2 îlon, 2009 |
| |
|
|
• Komkar - den kurdiske forening © 2009 • Nansensgade 30, 1. th, 1366 København • Tlf. +45 33137501/30225297• email: info@komkar.dk • Arbejdernes Landsbank, regr nr: 5321 - konto nr: 0503541
| | |
Den Kurdiske Forening – KOMKAR-DK
Velkommen – Bi xêr hatin - Hoþgeldiniz  |
|