Þahîya KOMKAR-DK li Kopenhag’ê bi serkeftî derbas bû

 

 

Di roja 30.10.2010’an de Komela Karkerên Kurdistan’ê, KOMKAR-DK, li bajarokê Albertslund’ê, nêzîkî bajarê Kopenhag’ê, þahîyeke kultûrî lidarxist. Þahî ji serî heta bi dawîyê di nav kêfxweþî û govend û dîlanê de derbas bû. Di þahîyê de nêzîkî 1000 kesan beþdarî kirin.

 

 

Rêveberîya þahîyê bi hevkarîya serokê KOMKAR’ê, Serhad Amedî û Özlem Çekiç, endama kurd a parlamento ji Partîya Sosyalîst a Gel (SF) ve ji serî heta dawîyê pêk hat û rengekî taybet da þahîyê.

 

Di destpêkê de sekretêrê Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurd li Sûrîyê (PYDKS), Îsmaîl Omer, ku berîya du hefteyan koça dawî kiribû hat bi bîranîn û ji bo wî û hemi þehîdên Kurd û Kurdistan’ê yek deqe rêzgirtin hat nîþandan. Piþtre jî bernameya þahîyêdest pê kir.

 

Di þahîyê de hozanê gelê kurd, Þivan Perwer, hozan Fatê, hûnermend Mizgîn û Nadîa amade bûn û her yekî li gora xwe, li gor stîla xwe a taybet û deng û awazên xwe ên ji hev xweþtir þahî bi reng kirin, xemilandin û mêvan rakirin govend û dîlanê. Di navberê de jî spîkerên þahîyê, Serhad Amedî û Özlem Çekiç jî bi axaftinên xwe, ku him kurdî, danîmarqî hat kirin, rengekî taybet û cuda dane þevê. Vê yekê jî kêfa mêvanan anî û baleke mezin kiþande ser xwe.

 

 

Hûnermend Nadîa, ku ji dê û bavek kurd û danîmarqîye, li gel grûba xwe bi stranên danîmarqî û îngilîzî derket pêþberî mêvanan.

 

 

Piþtî wê jî hûnermend Mizgîn derket ser sahnê. Taybetmendîya vê þahîyê jî ji xwe ew bû ku hûnermend Mizgîn care ewil bû ku beþdarî þahîya KOMKAR-DK dibû. Ev hûnermenda dengxweþ a ku ji Almanya hatibû û beþdarî kir, xwedîyê dengekî xweþ, stîleke taybet e û bala mêvanan baþ kiþande ser reng, deng û awazên xwe. Wê jî bi deng û awazên xwe ên bi kurmancî û zazakî rengekî xweþ da þevê.

 

 

Hozan Fatê ji xwe bi stîla xwe, dengê xwe, bi xemla xwe rengekî cuda da þahîyê û bi deng û awazên xwe ên ji hev xweþtir mêvan dilþa kirin û rakirin govendê.

 

 

Ji xwe ji bo derketina hozan Þivan Perwer mêvanan bêsebrîya xwe dîyar dikirin. Her dipirsîn ka wê kengî Þivan Perwer derkevê ser dîkê.Gava ku Þivan Perwer derket ser dîkê, mêvanan tev da

ew bi çepikan û dilgermîyeke mezin pêþwazî kirin. Piþtî bi xêrhatina mêvanan Þivan Perwer hêdî dest pê kir, zend û bendê xwe çikandin û xwe tam dayê, stran li ser stranê pêþkêþî mêvanan kir. Mêvan di nav kêf û þahîyeke bê hempa de hiþt. Xort li ber dîkê rêz bûn û bi alên kurdî temaþeyî hozanê gelê kurd dikirin û car carna jî weke koroyê lê vedigerandin. Hozan Þivan Perwer bi dengê xwe, bi tembûra xwe û awazên xwe ên taybet þahî xemiland û heta derengî þevê mêvan rakirin dîlanê. Piþtî þahîyê mêvanan li piþt dîkê sûret li gel hûnermendan kiþandin.

 

 

Taybetmendîyeke vê þevê jî ew bû ku di salonê de KOMKAR’ê hozan Þivan Perwer, hozan Fatê û hûnermend Mizgîn xelat kirin. Bi taybet ji bo wan hersêkan plakêtek hatibû çêkirin û li wir, li pêþ hemû mêvanan ew xelat li gel destegûlekê ji bo wan hate pêþkêþ kirin. Hersêkan jî bi kêfxweþî xelatên xwe wergirtin û spasîya xwe ji bo KOMKAR’ê û kar û barê KOMKAR’ê dan nîþandan. Li ser plakêta Þivan Perwer wiha hatibû nivîsandin: ”Hozanê Gelê Kurd, Sefîrê çand û hunera kurdî, Mamoste Þivan Perwer! em bi navê te , bi xebata te serbilindin. Spas ji bo hemu tiþti”.   

 

Li ser navê Însîyatîfa Kurdên Anatolîya Navîn, cîgirê serokþaredarê bajarê Ishøj, Bilal Inekçî axaftinek di derbarê rewþa kurdan û sîyaseta Tirkîyê de kir û ji bo çareserîya pirsgirêkê hin dîtin û daxwazên însîyatîfê anîn ziman.

 

Ji bo þahîya KOMKAR’ê Komela Kultûrî a Kurdên Sûrîyê û Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmarqa wek mêvan beþdarî kirin.

 

KOMKAR’ê û Komela Kultûrî a Kurdên Sûrîyê standên pirtûkan vekiribûn.

 

Herweha Fahmy Al-Majid, ku kurdekî ji Qamiþlo ye û ku ji zû da li Danîmarqa jîyan dikê, ji bo piþtgirîya zarokên feqîr li Qamiþlo projeyek alîkarîyê bi navê ”AID! Children of Qamishli” (http://www.fahmy.dk/?p=256) dest pê kirîye. Wî û çend hevalên xwe jî li wir ji bo danheva îmzeyan û alîkarîyê standek vekiribûn. Hêjayî gotinê ye ku li ser dîkê jî anonsa vê projeyê hat kirin û daxwaz hat kirin ku beþdar piþtgirîya vê projeya pîroz bikin. 

 

Bi kurtayî ev þeva ku KOMKAR-DK lidarxist bi þêweyekî serkeftî derbas bû û mêvan tev da bi dilgermî berê xwe dane malên xwe.

 

Têbînî: Bilal Inekçi di partîya xwe de, di Partîya Sosyalîst a Gel, SF’ê de cîgirê endamekî parlamento bû. Niha Bilal Inekçi ketîye dewsa wî hevalê xwe û bûye endamê parlamento.  

 

Yilmaz Yildiz

Dema Nû/Kopenhag

01.11.2010

roniwelat@yahoo.dk

 

FOTOALBUM

 

   
   

 

   

                                                                                                                                                                                                                 

 

 

 

• Komkar - den kurdiske forening © 2009 • Nansensgade 30, 1. th, 1366 København 
Tlf. +45 33137501/30225297  email: info@komkar.dk  Arbejdernes Landsbank, regr nr: 5321 - konto nr: 0503541

 

 

 

      Den Kurdiske Forening – KOMKAR-DK 

       VelkommenBi xêr hatin - Hoþgeldiniz

   

 

Den Kurdiske Forening -  KOMKAR-DK