|
PSK; “Ji bo pêkanîna aşîtiyê, pêdivî bi wêrekiyek zêde heye”
Dema Nû/Amed
Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSKê bi mebesta 1ê Îlonê Roja Aşîtiya Cîhanê belavokek belav kir. PSK, di belavoka xwe de bal dikişîne li ser pirsgirêka kurd û diyar dike ku ji bo pêkanîna aşîtiyê, pêdivî bi wêrekiyek zêde heye.
Li gor ku di malpera ‘www.kurdistan.nu’ de hat belavkirin, Partiya Sosyalîst a Kurdistan di despêka belavoka xwe de bal dikişîne li ser rewşa siyasî ya Tirkiye û Kurdistanê ya heyî û diyar dike ku ji ber zêdebûna daxwazên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ya bi rêya aşîtiyê, ji nû ve peydabûna hêviyên di vî derbarî de û bilindbûna pêla nerazîbûnê ya li hember hêzên mîlîtarîst û rejima di bin wesayetê de giringiya 1ê Îlonê Roja Aşîtiya Cîhanê ya sala 2010an hê zêdetir bûye.
Di berdewamiya belavoka Partiya Sosyalîsta Kurdistanê de weha tê gotin; “Ji bilî birek piçûk ya aliyên ku ji şer û tundiyê dimijîn, daxwazkirina aşîtiyê ji aliyê hemû çîn û birên civaka kurd û tirk ve tê kirin.
Êdî ji aliyê piraniya civakê ve tê xwestin ku pirsgirêka kurd ku ji ber polîtîkayên resmî yên dewletê yên red, înkar û tunekirinê di warê siyasî û aborî de bandoreke dijwar li ser tevahiya civakê daniye, bê çareserkirin.
Lewra, ji aliyê hemuyan ve hatiye dîtin û tê zanîn ku neçareserkirina pirsgirêka kurd, bi tundî û kuştinê bersivdayîna daxwazên çareseriyê, pêşîlêgirtina hewldanên ji bo aşîtiyê û demokratîkbûna Tirkiyeyê, tenê bi kêrê mîlîtarîzmê tê û li gor berjewendiyên şerxwazan e û wan bi hêztir dike.
Gel aşîtî dixwazin;
Dixwazin êdî ev xwîna ku diherike, bê rawestandin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ya bi bi şêwyeke demokratîk û aşîtiyane rê û olax bên peydakirin.
Di serî de saziyên civaka sivîl û hemû alîgirên demokrasî û guhertinê, êdî hê bi dengê bilind daxwazên çareserkirina pirsgirêka kurd ya bi bi şêwyeke demokratîk û aşîtiyane tînin ziman.
Divê hemû alî guh bidin vî dengî!
Partiya me di wê baweriyê de ye ku ji bo pêkanîna aşîtiyê, pêdivî bi wêrekiyek zêde heye.
Partiya me, bi minasebeta 1ê Îlonê Roja Aşîtiya Cîhanê;
-Bang li hemû alî û hêzên ku demokrasî û guhertinê dixwazin dike ku dest bidin hev û ji bo pêkanîna aşîtî û demokrasiyê hê zêdetir têbikoşin û înîsiyatîfê bigirin dest.
-Bang li rayedarên PKKê dike ku ji bo rêlibervekirina çareseriyeke aşîtiyane ya pirsgirêka kurd û diyalogê, divê ew biryara bêçalektiyê ku heta 20ê Îlonê ragihandibû, bi şêweyeke bêdemî rabighîne.
-Bang li Hikumeta AKPê dike ku dawî li operasyonên leşkerî bîne û guh bide daxwazên Gelê Kurd û di vî derbarî de gavên pêwist bavêje.
Ji hêlek din ve, 1ê Îlonê Roja Aşîtiya Cîhanê ya sala 2010an ji şerê navbera hêzên statukoparêz û alîgirên guhertinê yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê re jî şahadî dike.
Hêzên mîlîtarîst û alîgirên rejima di bin wesayetê de, ji bo redkirina paketa guhertina beşek ji xalên makezagonê ku di 12ê Îlonê de pêşkêşê referandûmê tê kirin, bi hemû hêza xwe din av hewldanê de ne û provokasiyonan pêk tînin.
Partiya me, di wê zanînê de ye ku ev paketa guhertinê ya beşek ji xalên makezagonê ku pêşkêşê referandûmê tê kirin, bi tevahî berhema derbeya faşîst ya 12ê Îlonê bi tevahî ji holê ranake. Ji ber vê jî, partiya me dibêje “ne bes e lê dîsa jîerê”.
Partiya me, ji gel daxwaza dike k udi 12ê Îlonê de xwedî li îradeya xwe derkevin, biçin ser sindoqan û dengê ‘ERÊ’ bikar bînin.
Partiya me, ji Hikumeta AKPê û ji Serokwezîrê wê daxwaz dike ku carek di li ser “pêvajoya rêlibervekirinê” hûr bibe, ji bo ji holêrakirina rejima xwedîwesayet, li hember mîlîtarîzmê helwestek bibiryar nîşan bide û herweha, pêdivîyên pêvajoya Yekîtiya Ewrûpayê bi cîh bîne.
Partiya me, ji bo amadekirina makezagoneke nû û hevdem ku li gor pirrengî, pirçandî û pirdengiya Tirkiyeyê û li gor normên Yekîtiya Ewrûpayê be, banga hevkarî û yekhelwestiyê li hemû hêzên şoreşger, demokrat û aşîtîxwaz dike.
Partiya me, ji bo jidestnerevandina firsendên ku rê li ber hêviyên aşîtiyê vekirine û bêhêzkirin û hilweşandina mîlîtarîzmê û rejim adi bin wesayetê de bang li hemû aşîtîxwaz û azadîxwazan dike ku di nav hevkariyê de bin, cesaret bidin hikumeta AKPê û piştgiriya pêngavên wê yên derbarê aşîtî, demokrasî û guhertinê de bikin.
Rizgarbûna ji pergala-sîstema mîlîtarîst û xwedîwesayet, di nav aşîtî û wekheviyê de bi hev re jiyana gelên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê mumkûn e.
Ji bo pêkanîna aşîtî û demokrasiyê wezîfe dikeve ser milê herkesî.
Em, ji bo bicîhanîna wezîfe û erka ku bikeve ser milê me, amade ne. |