Daxuyaniya Hevbeş ya “Konferansa Kurdên Diyasporayê

 

 

Li ser banga KOMKAR.eu, bi navê “Kurden Diyasporayê”, di 28-29.08.2010´an de li Elmanya, bajarê Kolnê ji 60’î zêdetir siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û akademisyenên Kurd hatin ba hev û li ser “Referandûm, rêlibervekirina Kurd û agirbesê” gengeşiyek dûr û dirêj kirin û piştî konferansê daxuyaniyeke hevbeş belavkirin.

 

Daxuyaniya hevbeş ya “Konferansa Kurdên Diyasporayê” weha ye;

 

 

Li ser banga KOMKAR.eu, bi navê “Kurden Diyasporayê”, di 28-29.08.2010´an de li Elmanya, bajarê Kolnê ji 60’î zêdetir siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û akademisyenên Kurd hatin ba hev û li ser “Referandûm, rêlibervekirina Kurd û agirbesê” gengeşiyek dûr û dirêj kirin. Di berdewama civîne de pêvajoya siyasî ya Tirkiye û Kurdistanê hat şirovekirin. Beşdarvan dan zanin, hukumeta AK Partiyê di despêkê de bi navê “rêlibervekirina Kurd“ konseptek amade kiriye û piştre navê projeyê bûye „rêlibervekirina demokratîk“ û di dawiyê de jî projeya yekîtiya netewî“. Lê ev naveroka vê konseptê de ji bo çareseriya pirsa Kurd tu tiştên erênî nîne, konsept ji bingeha pirsgirêkê dûr e û kêm e. Lê belê ji ber ku guhertinên ku amadekariya wan tê kirin dikarin bibin pêngavek ji bo demokratîkbûna Tirkiyê, bi giştî ev proje wek gaveke erênî hat nirxandin. Di qonaxa îroyîn de, li Tirkiyê, di navbera hêzên guherinê dixwazin ku AK Partî pêşengiya wan dike û hêzên statukoperest cudabûneke siyasî ya ciddî heye û di vê cudabûnê de Kurd jî divê li ser bingeha bihêztirkirina civaka sivîl û demokratîk berjewendiyên xwe yên netewî û demokratîk li ber çavan bigrin û li gor vê helwestên xwe zelal bikin. Berjewendiyên Kurdan û yên hêzên guhartinan dixwazin hevbeş in, ji ber vê yekê û ji bo ku ew li hember hezên statukoparêz paş ve gavan nevêjin, divê Kurd pişgiriya hêzên guhetinan dixwazin bikin.  

 

 

Beşdarên

Konferansa Kurdên Diyasporayê

- Mesûd Tek
- Nurî Çelik

- Seyran Duran

- Cemîl Demîrcan

- A. Bekîr Saydam

- Yilmaz Çamlibel

- Hîkmet Serbilind

- Yilmazê Seydo

- Seydo Can

- A. Haydar Koç

- Şivan Perwer

- Zerdeşt Haco

- Bayram Ayaz

- Dr. Osman Kizilhan

- Yaşar Kaya

- Murat Dagdelen

- Ferial Haco

- Hozan Birîndar

- Necatî Tank

- Şukru Gulmuş

- Yasîn Kut

- Zehra Topgider

- Ahmed Çamlibel
- Xidir Mak

- Xalidê Hekarî
- Selîm Çurukkaya

- Prof. Dr. Husên 

  Bektaş
- Newroz Bawer
- Fettah Tîmar

 

- Zîya Laçîn

- Sirac Kirici

- Bîlge Acar

- Mehmet Kurt

- Sîdar Bîngolî

- Namdar Çamlibel

- Kamîl Ermîş

- Kovan Amedî

- Mustafa Kisabacak

- Bekir Topgider

- Riza Guner

- Baran Hemze

- Saît Çîçek

- Mihemed Tanrikulu

- Zerîn Tek

- Kutbettin Ozer

- Burkay Arslan

- Sedat Karakaş

- Şahîn Korkmaz

- Efraîm Alpayci

- Hasan Işiker

- Îsmaîl Aslan

- Suleyman Ateş

- Rodî Îlgen

- Ziver Arslan

- Rodî Mercî

- Ahmet Akbaş

- Bedirxan Demîr

- Abûzer Çakmak

- Serkan Kelekvan

- Muhlîs Kirik

- Serxwebûn Perwer

Guhertinên li 26 xalên Destûra Cûnta 1982´yan, di 12 Îlonê de bi riya referandûmê wê bê li ber gel û gel raya xwe wê eşkere bike. Di naveroka van xalên mijara referandûmê de, guherînên raste rast yên bo baştir kirina maf û azadiyên Kurdan nîn in. Lê belê ev guhertin dikarin rê li ber demokratîk kirina Tirkiyê vekin,  rê li ber rejîma wesayet ya Kemalîst ya ku 88 sal in pêşveçûna demokratîk xitimandiye teng bike û dibe ku wê ji holê rake, rê li ber pêvajoyeke hevdem veke, ku li ser pirsa Kurd bi serbestî bê axaftin, derfeta xwe îfade kirin û birêxistinabûna Kurdan bibe zemîneke kêrhatî û bi vê yekê jî wê derfeta pêvajoyeke aşitiyane  bê bi dest xistin û dengê çekan wê bê birîn. Li gor van rastiyan di referandûma 12 Îlonê de dengê „erê“ ji berjewandiya Kurdan e, helwesta „na“ an jî „boykot“ xizmeta berjewandiya Kurdan ya giştî nake. Daxuyaniyên rêxistinên sivîl yên Kurdistanî ên li ser referandûm û çareseriya pirsa Kurd wek erênî hatin nirxandin û divê ew di pêvajoyan îroyîn de hîn zêdetir însiyatîf bigrin. Biryar hat girtin, ku helwesta tehdîtwarî ya hin aliyên Kurd yên li hember  hêzên Kurd yên ku di referandûmê de dibêjin „erê“ bê şermezarkirin. Her weha beşdaran bal kişand li ser rola medyayê ya di pêvajoya guhertinan da û çespandina li ser rojnameya Tarafê ya du alî protesto kirin.

 

 

Di 12 Îlonê de dibêjin „erê“; lê belê ger di referandûmê de “erê” derkeve, hukûmeta AK Partiyê di despêkê de divê li gor mercên demokrasiyê û mafên mirovî yên navnetewî gavên  konkrêt bavêje. Divê guherindinên bingehîn yên yasayî pêk bîne da ku ji aliyê siyasî, aborî, civakî û çandî da bibe bingeheke huqûqî ji bo wekheviya Tirk û Kurdan. Astengên li ber birêxistinbûna Kurdan ya di her aliyê jiyanê de divê bên rakirin, bendê hilbijartinan divê bê daxistin, navên warên Kurdî  ku  hatine guhertin, divê paşve bên dayîn. Ji bo bêdengbûna çekan divê guhertinên yasayî bên pêk anîn û efûyeke giştî bê derxistin. Divê derfet ji bo kesên ku dixwazin ji efûya giştî îstifade bikin bên amade kirin, da ku ew jî bikaribin di qada legal de siyaset bikin. PKK divê agirbesa xwe her berdewam bike û dewlet jî dev ji operasyonên leşkerî berde, dev ji girtina siyasetmedarên sivîl bê berdan û siyasetmedarên girtî yên Kurd û zarokên ku bi hinceta keviravêtinê hatine girtin serbest bên berdan û sîstema cerdewaniyê divê bê tasfîye kirin.

 

Piştî van guhartinan, destûreke nû a hevdem û demokratîk divê bê amade kirin, ku di nav de hebûna Kurdan bê pejirandin, mafên wan bê qebûl kirin û her weha mafê hindikahiyên etnîkî û olî tê de bên garantî kirin.  

 

Koln, 29.08.2010

   
Mesajên Konferansê:

 

Merhabalar
Davetiye icin cok tesekkürler.
Ama maalesef gelme imkanim yok. Söylediginiz günler ajandam dolu.
Umarim gül bir toplanti olur.
Saygilarimla

Özlem Sara Cekic
Danimarka Paramentosu Üyesi
-----------------------------------

Hêja Kak Kovan Amedî

Ez ji bo daweta konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa-KOMKAR.eu  gelek spas dikim. Min dixwaz ku tevle vi konferanse bibim lê di meha ilone, universite vedebin. Hetta meheyi ilone, ez gereke ku wene (derse) xendekaren amade bikim.
silav

Janroj
-----------------------------------

Gelek spas ji bo dawetnameya we û mijar gelek aktuel e. Lê ji haziriyên destpêka termina payizê (30 tebaxê destpêdike) ez dê nikaribim beşdar bibim. Ger nêzî me bûya û rojekê bûya dê bibûya, lê wusa diyar e, wextên çûyin û hatinê dê herî kêm 3-4 rojan bigrin û ew jî di van rojên dawîn ên tebaxê de ne mumkun in. Hêvî dikim ku di çalakiyeke din de em bikaribin bi hev re bin. Ji nuha ve ji we re serkeftin hêvî dikim.
Bi silavên hevaltiyê.

Osman Aytar
-----------------------------------

Min biborînin, ez nikarim beşdarê konferansê bibim.
Zor spas ji bo dawetnameya we.
Ji we re û ji konferansê re serkeftinê dixwazim.
Bi slavên dostanîye.

Cemil Gündogan
-----------------------------------

Hêja Kovan Amedî
Serokê Giştî yê KOMKAR.eu

Sipas ji bo vexwendina konferansa li ser "rewşa siyasî ya Kurdistana Bakûr û rêlibervekirina pirsa Kurd, guhartina destûra Tirkiyê û her wisa helwesta Kurdên dîyasporayê" Muxabin sebaret bi kar û mijûlahîya rojane min mecal nîne ez besdari vê calakîyê bibim. Daxwaza serkevtinê ji bo we dikim.
Silav û rêz

Adnan Axacan
-----------------------------------

Birêzan!
(Serokê Giştî yê KOMKAR.eu re)

Di dîroka karkerên Kurdistan yên li dervayî welat, rol û karê Komkar di destpêkê de heya roja îro gelek girîng e.

Li welatê em lê hatin çi mixabe di navbeyna hêzên welatparêz de ne hevkarî û ne jî eniyek neteweyî heya roja îro pêk ne hat! Rewşa rêzanî (siyasî) ya Kurdistana Bakûr û rêlibervekirina pirsa Kurd û çareseriya wê, çi mixabin hêzên Kurd ji hev gelek cuda difikirin. Gengeßiyên neyînî ne tenê li ser pisgireka Kurd, li ser guhartina destûra Tirkiyê jî her berdewam dikin. Êrîßên li ser keseyatiyên Kurd dibin, rê li pêß hevkarî û yekitiya netewî digire û dibire! Di van mercan de gengeşiya van pirsan yê di konferansê de bête axavtinn. Di vê konferasê de ji ber sedemên tendûristiya xwe ez nikanim tê de beshdar bibim. Lê ji we re serketin û serfirazî dixwazim.
Ligel silavên hevaltî

A. Balî
-----------------------------------

Birêz Kovan Amedi,
Gelek spas ji bo dawetnameya we.
Ez niha li Kurdistanê me û di dawiya mehê de jî ezê ne li Ewropa bim.
Lewra, mixabin, ezê nikaribim beshdarî konferansa we ya girîng bibim.
Bi hêviya serketina we,
Silavên dilsozane..

Kendal Nezan
-----------------------------------

Birêz kek Kovan!

Ez ni navbera 9. 8a u 30. 8. li welatim, ji ber vê sedema ez nikarim beshdari vê civinê bibim. Sipas jibo vexwandinê. Heya carek din
Silav u rêz

Ali Atalan (Endamê Parlamena Eyaleta NRW)
-----------------------------------

Birêz Kovan Amedî,

Ji bo dawetnameya cenabê we gelek sipas. Lê mixabın ez 21.08.2010 da diçim Kurdistanê.
Serkeftina we daxwaz dikim.
Bi silav û rêzên taybetî.
Osman Aydın
-----------------------------------

Roj Bas Rêzdar / Rêzdaran

Em ji bo dawetî ya we,zor spas dikin,em dixawzin bi kêfxwesî besdarî konferansê we bibin, mijarek pir girîngê û hemu kurdan eleqedar dike lê mixabin bi vesî la festîval ê em nikarin besdar bibin.
Li gel silav û rêzan

Ahmet Çelik
-----------------------------------

YEK-KOM e.V.
FÖDERATION KURDISCHER VEREINE IN DEUTSCHLAND

Hevalin heja mixabin ez e nikaribim di konferansa Kölne de bejdar bim,  ji bo dawetname we gellek spas dikim u ji we re serketin daxwaz dikim. Bi silaven birati

 Mahmut Kiper
-----------------------------------

Hêja kekê Kovan Amedî û hemû rêvebirên KOMKAR.EU`ê,

di destpêke de gelek spas ku we rêzadaran ez bi taybetî dawetî konferansa di 27-28-29.08.2010´an de çêbive kirim.
Mixabin ji ber hinek sedemên  kesayetiya xwe ez nikarim bêm di konferansê de amade bivim.
Hêvîdarim hûn di vê konferasa xwe de jî gelek encamnen baş ji bo siyasî ya Kurdistana bakûr derxînin û serkeftî bin.

Silav û rêz

Kemal Tolan
-----------------------------------

Silav Hevrên Hêja!

Gelek spas jibo vexwendina konferansê. Mixabin jiber sedema vexta min li nexweşxanê heye. Ez nikarim beşdarî civînê bim. Digel silavên welathezî û serfiraz bin!

Şoreş Zîrek
-----------------------------------

Rêzdar kek Kovan,
Bi silavên birayetiyê...

Keko, ez hêviya lêborînê dikim, jiber ku ez nikarim beşdariya Konferensê bikim. Karekî me yê gelek girîng derketiye, mixabin di eynî rojan de. Me nekarî em wext biguherînin jiber ku guhertina wext ne di dest me de ye.

Ez ji Konferensa we re serkeftin û serfîrazî dixwazim.

Digel silavên birayetiyê

Şefîk Kaya
-----------------------------------

Merhaba Dostlar,

Davetiyenizi aldık teşekkür ederiz, ancak ne yazık ki yoğun işlerimiz nedeniyle konferansa katılamayacağız.
çalışmalarınızda başarılar diliyor selam ve sevgiler sunuyoruz.

nuran-recep marasli
-----------------------------------

Hevalên hêja,
spas ji bo dawetnameya we ji bo Konferansa Kurdên Diyasporayê. Em giringiyek mezin didin xebata xwe ya berkeftî ji bo formulerkirina bîr û ra, dîtin û daxwazên diyaspora Kurd. Pêkanîna Konferansa we di vê çarçoweyê de helkeftinek gelek pîroz e. Mixabin bi egera pêkanîna bernameya Bergeh ku her roja şemiyan bi awayek zindî di ASOsat TV de diweşe, fersenda beşdariya me di Konferansê de nî ne. Lê biryara me ew e ku piştî Konferansê di bernameya Bergeh de em li ser xebata Konferansê û herweha daxûyaniya encamî raya gişti agahdar bikin...

Daxwazên xwe yên serkeftîne digihînin Konferansê...

Panela bernameya Bergeh:
Cemal Batun, Dara Bilek, Keya Îzol
-----------------------------------

Gelek spas hevlên hêje,

Mixabin, ji bo ku karekî min ê acil derket, ez nikarim besdar bibim konfêransa we. Min bibuhurin.

Tevî gelek silavan û hêviya biserketinê,

Pervîn Cemîl
Buroya Kurdî
Bruksêl
-----------------------------------

Merhaba,

Gercekten katilmayi cok isterdim lakin zaman olarak denklestiremedim

Basarilar dilerim
Saygilar, Sevgiler

Mikaîl Aslan
-----------------------------------

Ro bi xêr berpirsîyarên navenda Komkarê ra.
Seba-bo dawetnamê gelek-pir sipaz.
Ez vê carê nikam tevlê bim.
Hêvîdarim carên din tengasî dernakevî,
Bimînin nav xêri xasîyê da.
Berxudarbin.

Sevê Evîn Çîçek
-----------------------------------

Ji bo Komkar,
Hevalên hêja,

Ji bona  ku hûn min vê konferansa girîng re dawet kirine gellek spasiya we dikim.

Mixabin ji ber civînên Federasyonê  ku min divê amade bim nikarim di konferansa we besdarî bikim.

Ji bo konferansê serkeftin dixwazim û hêvîdarim encamên wê bas bibe.

Digel silav û rêz!

Sermîn Bozarslan
Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê
-----------------------------------

Birêz Kovan Amedî!

Bo dawetnama we zor spas. Helbet bersivdayîna dawetnama we bo me pewîstî ye, lê mixabin jiber ku dawetname dereng ket dest me, di berî de me (Toplum-Der Europa) biryara civînek dabû di roja 28-29.08.2010'anda. Bi vê minasebetê jî em nikarin tevli Konferansa Komkarê bibin.

Em hêvîdar in hun me mazûr bibînin.
Bo we serkeftinê dixwazim û silav û rêzên xwe pêşkêş dikim.

M.Nûreddîn Yekta
Berpirsiyarê Toplum-Der saxa Europa
-----------------------------------

Bîrez Kovan Amedî,

Ez pir sipaz dikim seba dawetnameya ku We bo we konferansê “Li ser rewşa siyasî ya Kurdistana Bakûr û rêlibervekirina pirsa Kurd“ rekirîye.

Ez pir kêfxwas bum. Lê belê- çi heyfe ku ez li Fransa nebum, loma dawetnamey We dereng ket desté min. Loma min nekanîya zutir bersivê bidim We.

Ez We ra gotarek xa ku mijar-naverok; rêlibervekirina pirsa Kurdê ku min par nivisîbû, namayek ku mîn serokkomare Dewleta Fransa,

birêz Nıcolas SARKOZY re rêkiribû We re rêdikim-disînim.

Sîlavi rez.

DrAli KILIÇ
-----------------------------------

Birêz Kovan Amedî,

gelek sipas ji bo vexwendina we ya 6.8.2010 ji bo konferansa 27./28./29.08.2010 li Kölnê derbarê “Li ser rewsa siyasî ya Kurdistana Bakûr û rêlibervekirina pirsa Kurd (Açilim), guhartina destûra Tirkiyê û her wisa helwesta Kurdên dîyasporayê bo referandûma destûra Tirkiyê divê çi be?”

Mixabin ez ji vexwendina we dereng haydar bûm, ji ber ku ez ji ber sedemên tenduristî ne li NAVEND’ê bûm. Ji ber sedemên tenduristî ez ê nikaribim besdarî konferansa we bibim. Hêvî dikim ku hûn li min negirin.

Ez ê kêfxwes bibim eger hûn min derbarê encamên konferansa xwe de haydar bikin.

Ez serkeftinê û encamên bas ji konferansa we re dixwazim.

Li gel rêz û silavan

Metin Incesu

   


 

 

 

 

   

   

                                                                                                                                                                                                                 

 

 

 

• Komkar - den kurdiske forening © 2009 Nansensgade 30, 1. th, 1366 København 
Tlf. +45 33137501/30225297  email: info@komkar.dk  Arbejdernes Landsbank, regr nr: 5321 - konto nr: 0503541

 

 

 

      Den Kurdiske Forening – KOMKAR-DK 

       VelkommenBi xêr hatin - Hoþgeldiniz

   

 

Den Kurdiske Forening -  KOMKAR-DK