|
Li Kopenhagê cangorîyên Şingalê hatin bibîranîn û semînerek li ser êzîdîyan hate lidarxistin |
|

Bi minasebeta 3.mîn salvegera komkujîya li Şingalê di 14.Tebaxa 2007’an de, bi amadekarîya Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark cangorîyên komkujîyê hatin bibîranîn û semînerek li ser ola Êzîdayetîyê hat li dar xistin.
Wek ku tê zanîn di 14. Tebaxa 2007’an de hin grûbên terorîst bi çend qamyonên bombebarkirî êrîşeke mezin li dijî êzîdîyên li devera Şingalê, li du gûndên êzîdîyan ên bi navê Sîba Şêx Xidir û Til Hizêr pêk anîbûn û di encamê de bi sedan kesên êzîdî hatibûn kuştin û birîndar kirin û bi dehan jî zarok sêwî, bê dê û bav mayibûn, ji xeynî vêca telef û xizara madî ku gihabû van herdu gûndan.
Ev çalakîya bîranîna ji bo cangorîyên Şingalê li paytexta Danîmark, li bajarê Kopenhagê di roja 15.08.2010’an de, li taxa Brønshøj/Tingbjerg hat li dar xistin. Bernameyê ji seat 13.00’ê heta seat 17.00’an berdewam kir. Di salonê de nêzîkî sed kesî beşdar bûn. Gelik partî û rêxistinên kurdî jî tê de beşdar bûn. Herweha Komela Kanîya Sipî ji Bielefeld/Almanya û Komela Êzîdîyan li Helsingborg/Swêd jî bi çend endamên xwe ve tê de beşdarî kirin.

Bernameyê piştî bixêrhatina mêvanan û yek deqe rêzgirtin ji bo cangorîyên komkujîya Şingalê û şehîdên fermanên êzîdîyan û şehîdên Kurd û Kurdistanê ji alîyê serokê komelê kek Bahzad Şemsanî ve hate vekirin û li ser amadekirina vê rojê agahdarî dan mêvanan. Piştre jî çîgirê serok Yilmaz Yildiz li ser navê komelê axaftinek kir, li ser komkujîya Şingalê sekinî û hin daxwaz û hêvîyên komelê ji Serokê Herêma Kurdistanê, Birêz Mesud Berzanî, ji Serokkomarê Îraqa Federal Mam Celal Telebanî, ji Hikumeta Herêma Kurdistanê û ji Hikûmeta Navendî li Bexdayê kirin ku rewşa êzîdîyan bi temamî li ber cav bigrin û li hale wan xwedî derkevin.

Partî û rêxistinên mêvan jî peyamên xwe xwendin, komkujîya li Şingalê şermezar kirin û piştgirîya xwe ji bo civaka êzîdî dan nîşandan.
Partî û rêxistinên ku beşdar bûn ev bûn:
1. Partîya Sosyalîst a Kurdistanê, PSK. 2. Partîya Demokrat a Kurdistane, PDK. 3. Yekîtî Nîştimanî Kurdistan, YNK. 4. Partîya Demokrat a Kurdistanê, PDK-Bakur. 5. Hizbê Şohî ê Kurdistanê/Başûr. 6. KOMKAR-DK 7. Komela Kurdên Sûrîyê li Danîmark. 8. Însîyatîfa Kurd li Danîmark. 9. Komela Kanîya Sipî li Bielefeld/Almanya. 10. Komela Êzîdîyan li Helsingborg/Swêd.
Piştî bêhnvedaneke kurt, dest bi semînera li ser êzîdîyan hate kirin. Ji bo pêşkêşkirina semînerê, du rewşenbîrên êzîdî hatibûn vexwendin. Yek jê nivîskar û serokê Komela Kanîya Sipî, birêz Feremez Xerîbo bû û ê din jî nivîskar û Dr. Ezîz Gerdenzerî bû. Mijara semînerê bi giştî li ser dîrok û pirsgirêkên civaka êzîdî him li Kurdistanê û him jî li Sovyeta Berê bû. Herweha li ser rewşa êzîdîyan a îro û sedemên koçberîyê ji axa bav û kalan bû.

Pêşî birêz Feremez Xerîbo dest bi axaftina xwe kir û ji dûr û kûr ve li ser dîrok, coxrafya û rewşa êzîdîyan li hemi deverên ku êzîdî lê dijîn sekinî, li ser sedeman rawestiha û agahdarîyên balkêş rayêxistin ber çavên mêvanan. Feremez Xerîbo herweha bi berfirehî qala erf û adet, hed û sed û bîr û bahwerîya ola Êzîdayetîyê kir û ji çend qewlên êzîdîyan nîmûne dan nîşandan. Di berdewamîya axaftina xwe de anî ziman ku êzîdî her kurdin û wê her wek kurd jî bimînin û da zanîn ku di dîrokê de gelik caran bi agahdarîyên ne rast li ser êzîdîyan hewldan hatina kirin ku êzîdîyan ji nirxên wan ê netewî, olî û civakî dûr bêxin û got ku xeletîya di nav me kurdan de ewe ku me zêde dîroka xwe baş nas nekirîye, ji ber wê yekê jî heta ji me hatîye me ol xistîye pêşîya netewê. Herweha bibîr xist ku êzîdî ji alîyê misilmanan ve bi du şiklan hatine naskirin. Ji alîyê kurdan ve wek ”heram” û ji alîyê ne kurdan ve jî weke ”kafir” û bi çavekî bi çûk li wan hatîye temaşekirin.
Feremez Xerîbo got ku ola Êzîdayetîyê oleke aşîtîxwaze û ticara zilm li tikesî nekirîye û ne li dijî ti qewmîyeta tikesîye jî û daîmen hurmetek mezin li himberî hemi olan daye nîşandan. Di dawîya axaftina xwe de hin gazin ji desthilatdarîya Herêma Kurdistanê kirin û got ku bê çilo mafê olên din di parlamentoya Kurdistanê de tê parastin gereke mafên êzîdîyan jî bi eynî şêweyî bê parastin. Got ku ne bese ku bêjin êzîd heslê kurdane, ji xwe dîrokê jî ev yeka daye nîşandan, lê divê di pratîkê jî de bidin nîşandan û anî ziman ku di parlamentoya Kurdistanê de tenê yekî êzîdî bi navê Hazim Tahsîn Beg heye, lê ew kes bi xwe jî ne ji alîyê êzîdîyan ve hatîye hilbijartin û ew nikarê êzîdîyan temsîl bikê. Li hêla din jî spasîyên xwe pêşkêşî partîyên kurdan kir ku di nav partîyên xwe de cih dan 7 miletwekîlên bi ola xwe êzîdî di parlamentoya navendî li Bexdayê.
Di dawîya axaftina xwe de jî bangek li mal û komelên êzîdîyan kir ku divê di kar û xebata xwe de azad û serbixwe bin, bi ti partîyên sîyasî ve negirêdayîbin û ne li benda emrekî ji jor bin heta ku karibin tiştekî bikin.

Nivîskar û Dr. Ezîz Gerdenzerî jî bi berfirehî li ser rewşa êzîdîyên li Sovyeta Berê sekinî, qala hin bûyerên dîrokî kirin, pêwendîyên di navbera êzîdîyan û êrmenîyan de anî ziman û kar û xebata rewşenbîrên kurd, ku ji sedî 99’ê wan (99%) kurdên êzîdî bûn, nirxand, bê çawa ji bo çand û kultûra kurdî kar û xebatên giranbiha pêkanîne û hemû qeweta xwe kirina xizmeta kurdayetîyê. Herweha jî li ser pirsgirêk û sedemên koçberîyê sekinî û bangek li êzîdîyan û tevaye kurdan kir ku di nav xwe de tifaq û yekîtîyekê çêkin û qîmetê bidin xwendinê û ronakbîrîyê. Dr. Gerdenzerî got ku xwendin û tenê xwendin û naskirina dîrok û nirxên netewî û civakî karin ji pirsgirêkên me re bibin bersiv û herweha piştgirî da nêrînên Feremez Xerîbo ên di derbarê tinebûna temsîlîya êzîdîyan di parlamentoya Kurdistanê de û daxwaz ji rêveberîya Kurdistana Azad kir ku gazinên rewşenbirên êzîdîyan û rewşa civaka êzîdî li Başûr li ber çav bigrin.
Piştî bidawîanîna axaftina herdu rewşenbîran, mêvanan pirsên xwe kirin. Herdu axaftvanan jî bi dilekî fereh bersiva pirsên mêvanan dan.

Li ser pirseke di derbarê Şêx Hadî (Şîxadî) de ka ew êzîdî bû an ereb, Feremez Xerîbo got ku ew kurd bû û êzîdî bû û bi heslê xwe ji Hekarîya bû. Got ku heke ku ne êzîdî bûye û bahwerîya wî bi Êzîdayetîyê nehata, karîbû berê xwe bidaye nav ereban û belkî ereban ew bikirina nebî jî, lê nekir, ji ber ku ew bi xwe êzîdî bû, û got ku ew kesên ku dibêjin Şîxadî ne êzîdî bû ew bi nêhtek xerab vê yekê dibêjin û mebesta wan her ew bûye ku civaka êzîdî ji nirxên wê û netewa wê dûr bêxin. Feremez Xerîbo destnîşan kir ku Êzîdayetî berî dema şîxadî jî hebûye, lê bi hatina Şixadî re di nav olê de hed û sed hatin danîn û ol bi şêwekî sîstematîk hat birêvebirin û parastin.
Li ser pirseke din ka êzîdî zerdeştîne an zerdeştî êzîdîne, Feremez Xerîbo dîsan anî ziman, ku Zerdeşt û Êzîdayetî du olên ji hev cuda ne û got ku Zerdeşt bi xwe êzîdî bû û ji malbateke pîr bû, lê vê dawîyê ew çû û Zerdeştîtî damezirand. Feremez got ”Zerdeşt bi dê û bav êzîdî bû û pîr bû. Perwerda xwe li Lalişê dît û piştre ji wir çû. Yek karê bêjê ku ew êzîdî/kurd bû, lê yek nikarê ji fikrê wî re, felsefeya wî re bêjê ew Êzîdayetîye”. Got ku Êzîdayetî tenê di nav kurdan de heye, lê Zerdeştîtî di nav kurdan, farisan, hindîyan, afghanîyan û pakîstanîyan de belav bûbû. Herweha bibîr xist ku îro halê hazir li Kurdistanê zerdeştî hêdî nemane, heke hebin jî gelkî kêmin. Ferqekeke din jî ewe ku zerdeştî bahwerîya xwe bi du Xwedan tînin, ango Ahura – Mazda, Xwedê şer û xêrê, lê li cem êzîdîyan jî bahwerî tenê bi yek Xwedayî tê kirin û Xwedê bê şirîk û bê hevale, ango êzîdî bahwerîya xwe bi tu qeweteke din ji bilî Xwedê nayînin.

Di dawîyê de hûnermendê hêja Elî Şingalî du helbest xwendin. Yek li ser Komkujîya li Şingalê û yek jî li ser şehîd Eyaz Yunus, ku di sala 2007’an de li bajarê Alvesta li başûrê Swêdê ji alîyê hin erebên şovenîst ve di qampa pênaberan de hatibû kuştin. Eyaz Yunus ji Dihokê bû û li ser kêfxweşîya grûbek erebên şovenîst di derbarê komkujîya li Şingalê nerazîbûna xwe anî bû ziman û di navbera wan de bihevçûn derketibû û bi kêrê hatibû kuştin. Hûnermend Elî Şingalê bi herdu helbestên xwe mêvan di nav xemgînîyeke kûr de hiştin û hêsir bi çana xist. Piştî çend rojan, hun dikarin li ser vê malpêra www.dasin.net li video temaşe bikin. Yilmaz Yildiz Dema Nû/Kopenhag 17.08.2010 roniwelat@yahoo.dk
| |
 |