HAK-PAR rojnama TARAFê ziyaret kir

Heyetekê Partiya Maf û Azadiyan-HAK-PARê, rojnama TARAFê ziyaret kir. Heyeta HAK-PARê, ku ji Serokê Giştî Bayram Bozyel, Cigirê Serok Celal Yildiz û endamê partiyê Aydin Ozatli pêk hatibû, di roja 19.07.2010´an da serdana nûnertiya Enqerê ya rojnama Tarafê kir. Heyet, ji aliyê Nûnera Tarafê ya Enqerê Lale Kemal û nivîskarê rojnamê Melih Altinok bi germî hat pêşwazîkirin.
Herdu alî li ser rojeva Tirkiyê sohbet kirin û Bayram Bozyel nêrîn û dîtinên partiya xwe eşkere kir. Bozyel da zanîn ku HAK-PAR, ji bo çareseriya pirsa Kurd bi riya aşitî, demokrasî û li ser bingeha mafê çarenûsî û wekheviyê kar û xebatên xwe didomîne. Bozyel her weha ragihand, ku HAK-PAR pişgirî dide “rêlibervekirina pirsa Kurd” û lêpirsîna makzagonê da jî raya wan “erê” ye.
Bayram Bozyel pît kir, ku Taraf di ware çapemeniyê da valahiyek mezin tijî dike, mirov dikare bêje “tabûyan” hildiweşîne û di têkoşîna demokrasiyê da cihekî taybet û giring digre. Bozyel got, ku ew xwendevanê Tarafê ne û pişgirî didin wê.
Ziyaret qasî saetek dewam kir û di dawiyê da herdu alî di kar û xebatan da ji hev ra daxwaza serketinê kirin.