Serokê KOMKAR-EU Kovan Amedî Kongreya Piziþkî pîroz kir

Serokê KOMKAR-EU Kovan Amedî, peyamek pîrozbahiyê þande ji bo Kongreya Piziþki ya li Amedê. Amedî, di peyama xwe da, kongreyê girîng nirxand û her weha nêrînên xwe yên li ser pêvajoya pirsa Kurd li Tirkiyê ragihand.

 

Peyama Kovan Amedî li jêr e:

Ji bo Kongreya Piziþkî li Diyarbekirê

21.10.2009

Rêzdaran,

 

Em bi dilekî germ silav li kongreya we dikin. Beþdarîya piziþkên kurd ji hemû beþên Kurdistanê û ji Ewrûpayê bo konferansa pizþkî, karekî gelek girîng dibînin.

 

Îro bo kurdan, dem dema dezgehbûn û bi rêxistinîbûnê ye. Ev cara yekem e ku piziþkên kurd, kongreyek   usa fireh û bi zimanê kurdî pêktîne. Em hêvî dikin ku kongreya we bikaribe xizmetek baþ bo çêkirina zimanê tibî di lîteratura kurdî da, ku nexweþ bikaribin derd û êþên xwe bi kurdî bibêjin û piziþk jî bikaribe bi kurdî li nexweþên xwe guhdarî bike. Kongreya we bibe zemînekî muþterek ji bo Yekitiya Piziþkên Kurd ku di hemû warên piziþkî da bi hevra kar bikin û pêþketinên mezin bi dest bixin.

 

Wek tê zanîn, komeleyên KOMKAR´an li welatên Ewrûpayê ji 30 salan zêdetir e ji bo çareseriya pirsa kurd bi ewayek demokratîk, ji bo pêkanîna lobiyek xurt, ji bo piþgiriya tevgêra azadixwaz ya gelê kurd li Kurdistanê, ji bo pêþvebirina çand û edebiyata kurdî, ji bo çareserkirina pirsên civakî ya civata kurd li Ewrûpayê, xebatek bê westan dide.

 

Kar û xebatên me zêde bû, kirasê me li me piçûk bû. Ji bo xebatên bi koordiyek baþ û bi rêk û pêk, pêvîstiya me bi guhartina þêweya xebatê çêbû. Loma jî komleyên KOMKAR´an  li Ewrûpayê di rojên 17-18ê meha dehan da  hatin ba hev û Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa-KOMKAR-EU´ yê pêkanîn.

 

Hêjayan,

 

Nêzî salekî ye li Tirkiyê ji aliyê hukumeta AKPê bo çareserkirina pirsa kurd, hin hewildan û gengeþî çê dibe. Çend roj berê 34 PKK´ yî vegeriyan bo welat. Em piþgiriya vê vegerê dikin û hêvî dikin  ku ev hengava xizmeta pêvajoya çareserkirina pirsa kurd bike.

 

Carek din, kongreya we ji dilva silav dikin û pêþketina we dixwazin.

 

Kovan Amedî

Serokê Giþtî yê KOMKAR-EU´yê“

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

   

 

 

 

 

 

 

 

 

 

• Komkar - den kurdiske forening © 2009 Nansensgade 30, 1. th, 1366 København 
Tlf. +45 33137501/30225297  email: info@komkar.dk  Arbejdernes Landsbank, regr nr: 5321 - konto nr: 0503541

 

 

 

      Den Kurdiske Forening – KOMKAR-DK 

       VelkommenBi xêr hatin - Hoþgeldiniz

   

 

Den Kurdiske Forening -  KOMKAR-DK