Kurd jî beşdarî şahiyên daweta dotmîra Swêd dibin

 

 

Di 19-ê hezîranê de daweta keça qiralê Swêdê banû Viktoria û mîrzava Daniel Westling çêdibe. Ji bo pîrozkirina dawetê amadekariyeke mezin hatiye kirin. Şaredariya paytext Stockholmê jî bi gelek çalakîyên cuda tevî organîzekirina şahiyên pîrozbahiyê dibe. Bi pêşengî û amadekariya şaredariyê festivaleke çarderojî hatiye plankirin. Di van rojan de li seranserî  Stockholmê bernameyên pîrozbahiyê wê bên meşandin. KOMKAR-Swêd jî li ser daxwaz û pêşniyara şaredariya Stockholmê beşdarî şahiyên dawetê dibe. Ew ê li Stokholmê li şeş deverên navendî yên cuda, şêweyê daweta kurdî nîşan bide.

 

Şaredariya Stockholmê bi van amadekariyan dixwaze bineciyên bajêr û tûrîstên ku ji derva tên bikişîne nav şahiyên daweta dotmîrê. Yek ji çalakiyên bernamekirî  ”Mîhrîcana Meşa Evînê” (Love Walks) ye. Ev mîhrîcan wê rengekî navnetewî bide şahiyên dawetê. Li vir heşt (8) komeleyên biyanî (ji Asya, Avrûpa, Afrîka û Latîn Amerikayê) hatine hilbijartin ji bo ko nûnertiya hemû cîhanê bikin. Evana wê bi cil û bergên welatên   xwe, bi musîk û govendên xwe yên neteweyî beşdarî festîvalê bibin.     

        

KOMKAR û KOMCIWAN-Swêd wê di van rojan de, li şeş cihên navendî yên bajêr bûk û zavayekî bi kincên kurdî, bi musîk û govenda kurdî derxînin pêşberî temaşevanan. Bûk û zava wê li ser xalî (xalîçe) ya sor bimeşin û derkevin ser dikê. Li wir komeke govendê wê li ber musîka kurdî bi bûk û zavê re govendê bigrin. Piştî ku hemû komeleyan lîstikên xwe nîşandan, ew ê bi hevra danseke hevbeş pêşkeş bikin.

Li gor agadariyên mediya swêdî, bi qasî 2000 rojnamevanên biyanî û 40 kanalên TV-ê yên welatên dereke wê şahiyên van 14 rojan bişopînin.

 

Roj, saet û cihên xwepê ş andana Love Walks wek li jêrê ye.

 

6 Hezîran, Saet: 13.00………Stortorget (nav bajêr, gamlastan)

 

12 Hezîran,  Saet: 11.30…….Vällingby K5 Modehus kl. 

 

12 Hezîran,  Saet: 16.00…….Skärholmen – torget, vänster frånTunnelbana

 

13 Hezîran, Saet: 11.00…….Kista galleria – vid Åhlens

 

13 Hezîran, Saet: 17.30…….Farsta torg

 

 

Dengê Kurdistan

 

  

  

 

  

 

 

• Komkar - den kurdiske forening © 2009 Nansensgade 30, 1. th, 1366 København 
Tlf. +45 33137501/30225297  email: info@komkar.dk  Arbejdernes Landsbank, regr nr: 5321 - konto nr: 0503541

 

 

 

      Den Kurdiske Forening – KOMKAR-DK 

       VelkommenBi xêr hatin - Hoþgeldiniz

   

 

Den Kurdiske Forening -  KOMKAR-DK