Hevpeyvîn bi Prof. Dr. Celîlê Celîl re

 

Serokê Enstitûya Kurdologiyê (Institut für Kurdologie) li Viyena Prof. Dr. Celîlê Celîl ku bi mebesta beşdarbûna Pêşangeha Pirtûkan ya TUYAPê ya li Amedê hatiye vekirin, hat Amedê û dê wek axaftvan beşdarê Konferansa “Di Edebiyata Kurdî de Jiyan û Helbesta Cigerxwîn” ku ji aliyê Kovara Tîroj û Weşangeriya Evrenselê ve tê amadekirin, bibe. Me jî bi vê firsendê bi navê Dema Nû bi mamoste û xizmetkarê çand, ziman û edebiyata kurdî re hevpeyvînek pêk anî.

 

Hevpeyvîn; Omer Mavlay-Dema Nû

Mamosta tu bi xêr hatî Amedê. Ji kerema xwe re tu dikarî hinek behsa jiyan û xebatên xwe bikî?

 

Prof. Dr. Celîlê Celîl; Ez 74 salî me. Min çavê xwe vekiriye li ser Kurdîtiyê, Kurdperweriyê û Kurdnasiyê de bûme û ji dê û bavê min de jî ez di xizmeta kurdîtiyê de bûme û heta mirinê jî ew ê wusa dom bike.

 

Ez bawer im ne cara yekem e ku tu hatiyî Amedê. Em dixwazin hîn bibin, ka gelo dema behsa Amedê dibe, çi tê bîra te û kurdên Ermenîstanê?

 

Celîlê Celîl; Gava ku min despêkir hatim Amedê, min nigê xwe ji Ermenîstanê birîbû, lê ez dîsa diçim û têm. Lê hatina min a Amedê piranî bingeha wî konferans bû, an jî gazîkirina li ser çand û huner û ji bo kar bikim, gelek materyal li ser Hêskêfê lêkolîn me çêkir û pirtûkek çap kir. Bi alîkariya şaredariyê salekî ez hatim li ser nimûneyê zargotî yê civakî. Hatina min a Amedê dewlemendî ye û bextewarî ye. Lê xemek jî dilêmin de hebû. Berê ku di nav bajêr digeriyam, min tenê  zimanê tirkî dibihîst. Lê Min fêm dikir ji bo çiye lê dîsa jî hem dilê min de çêdibû. Lê anka ne tenê em dipeyivên, em tên pêşangeha pirtûkan û hemû weşanên kurdan li Îstenbolê, Amedê û xelkê ciyê dinê jî amade ne û betewariyek e. Ez bawer dikim ev jî buharek e, ev buhar jî li gor min buhara rewşanbîran e.

 

Dema behsa kurdên Sovyeta kevn dibe, Radyoya Erîwanê, Rojnameya Riya Teze, Ereb Şemo,  Qanatê Kurdo, Emînê Evdal,  Casimê Celîl, Ordîxanê Celîl û bi dehan kes tên bîra mirov. Gelo tu yê bikaribî hinek behsa rojnameya Riya Teze û Radyoya Erîwanê  û ew kesên ji folklor, dîrok, çand û huner û zimanê kurdî re xizmetên mezin kirine bikî? 

 

Celîlê Celîl; Ew pirsekî naveroka wî pir mezin e. Bi xwe dîroka gelê me yê Ermenîstanê, Kafkasyayê dadigirê navxwe. Riya Teze di sala 1930î de dest bi weşanê kiriye û di sala 1937-1938an de hat girtinê. Piştî şerê cîhanê yê didûyan sala 1955an de carek din vebû û heta niha jî heye. Lê, bi perîşaniyekî mezin derdiket. Ji ber ku wê çaxê jî temamiya jiyana xwe de rojname, rojnameya dewletê bû. Ji vê sedemê jî bela ku rojnama fermî bû, bazariya dewletê û problema fînansê jî ji wan re tunebû. Yek ji wan, herçar rojnamên girîng Riya Teze bû, yek Rûsî, yek Ermenî, yek Azerî, yek jî bi Kurdî bû. Dora Riya Teze gelekî rewşenbîrên me civiyabû û berhemên wana tim hebû û em jî di rojnamê de kardikirin û berhemdar bûn, em helbestwan bûn û gelek çelengî hebû.

Di wê demê de cara peşîn heta ketina Sovyetê, rojnama Riya Teze redaktorê wî, berpirsiyarê wî Mîroyê Esed bû. Bi rastî xizmeta wî jî gelek mezin e. Ji ber ku rojname fermî bû, ew jî mecbûr diman karê xwe jî bi fermî bikirana; li ser îdeologê û daxwaza dewletê. Lê dewlê wî mezin e, ev rojname dînamîk, rehet, berhemdar û jiyandar bû. Di rojnamê de mirovên rewşenbîrên gelek mezin kar kirine. Wek Malîkê Serdar, Qaçaxê Miraz, Mikaîlê Reşîd û Egidê Xido û hwd. Ez gunebarî dikim, ji ber ku navê hemûyan nabêjim.

 

Lê, paşê Sovyetê êdî pişgirî çênebû, azadî çêbû. Azadî ji me ra gelekî xirab vegeriya. Çimkî em man bêxwedî û bê alîkarî, mirov ku li ser axa xwe nebe, xêr kêm e. Lê dîsa jî cîh dane, rojname heye û gelek dijwariyê wî hene û ji tênebûna alîkariyê jî kêm car dertê. Lê em dikarin bêjin jiyandar e.

Di sala 1955an de jî Radyo vebû. Berpirsiyarê Radyoyê jî bavê min Casimê Celîl bû. 9 sal kar kir. 3 sal berpirsyariyê pêşîn bû, paşê jî bû berpirsyarê karê Edebîyatê û Muzîkê. Radyo, di jiyana malbata me de cîhê wî mezin bû. Ji ber ku di salên pêşîn û hetanî 2 sal û nîv Ordîxan spîkerê dengê mîra bû, li wê derê  û bê meaş karê xwe dikir. Paşê çû Lenîngradê doktora xwe bike. Piştî bavê min di sala 1963an de derket di sala 1967an de Cemîl konservatura xwe xelas kir û li wê derê 35 sala kar kir. Piştre jî xalmamê min 15 sala kar kir, spîker Gulîzer a Casim. Min jî makale dinivîsî li ser dîrokê. Ez ji bona malbatê dibêjim lê belê xizmeta hemû kes hebû li ser radyoyê.

 

Lê, bi taybetî radyo bi muzîka xwe bû radyo. Ji ber ku li ser nivîsên me li ser jiyana Kurdên Sovyetê hinek caran rengê siyasetê têde hebû. Lê Muzîk bê siyaset bû.

 

Lê ew muzîk li Bakûrê Kurdistan nikaribûn bi eşkere bistrana û bihîstana. Li cem me bingehekî baş çêbû, bingeha wî bavê min “Avafonda Zerîn” danî. Hetanî bavê min li wir bû 700 stranê ciwan, dengbêj û stranvan hemû dihatin. Dengê wan jî gelek xweş bûn. Mirovên hêja dihatin; wek Garabêtê Xaço, wek Egîdê Cimo, wek Xelîlê Evdila û gelek navê hêja hebûn. Van mirovan bi jiyana xwe jî girêdaybûn. Bi rastî rewşenbîr gelek hebûn lê di carekî de xira bû. Hinek ji wan jiyana xwe ji dest dan ji stresê, hinek ji malwêranîyê û ji koçberiyê, hetanî ku hatine Ewrûpayê yên wek min ez bawer dikim toza xerîbiyê li ser xwe nedawşandine. Û gava di nav zêr û ziva de jî bin, ez bawer im xerîbî dîsa bi me ra ye.

 

Bi rastî em meraka jiyana kurdên ku niha li ser axa dewletên wek Rûsya, Ermenîstan, Kazakîstan, Azerbaycan û hwd, dijîn, dikin. Gelo îro kurd li wan deran di çi rewşî de ne?

 

Celîlê Celîl; Rewşa Azerbeycanê, hetanî ku Sovyet ket siyaseta komara Azerbeycanê, ev bû ku dewleta berê yê Tirkiyeyê dimeşand. Ev jî riya asimilasyonê bû. Windakirina ziman di nav wan de berê Sovyetê jî bi zû ketibû. Lê, dema ku Sovyet çêbû ji wan re jî bingehek mezin çêbû. Dibistan hatin vekirin, pirtûkên xwendinê hatin çapkirin. Lê siyaseta dewletê, înkarkirin û windakirina ziman bû. Û bi resmî jî nivîsîn ku Kurd tune ne û mirov dikare bêje ku gihiştên armanca xwe jî.

 

Belê ev jî ji bona me xemgîniyek bû. Berî dema Stalîn gelek kurdên me yên kirmanc, kurdên musluman û hinek jî ji Êzîdiyan hatin sirgûnkirinê. Di dema sirgûniyê de ez biçûk bûm lê qasî ku em pêhisiyan sirgûnek gelekî wehşî û bi howardayî bûye. Lê yên ku li ser vê mijarê jî diaxifîn, ji ber ku hatibûn tirsandinê bi nîvdeng diaxivîn.

 

Yên ku hatine sirgûnkirinê gihîştine çolistanê Kazakîstanê û Kirgizîstanê. Lê gelê me hînê wan zor û zextiyan bûye. Di xerîbiyê de karibûne li ser erdê dên û bê av jiyana xwe berdwam bikin, cil û bergê xwe negohêzin, stran û kibariya xwe û karbûna xwe winda nekirin û ji nava wan de jî gelek mirovên mezin derketine. Wek Nadir Nadirov, serbilindayî ya me bû bi navê xwe û zanîstiya xwe. Yên wek wî gelek hebûn. Awana aneka hêla me heşiya li Kafkasyayê kêm bûye, feqîr bûye û li wê derê maye. Li wê derê jî jiyan ne hêsa ye. Dîsa wana hanê jî ne ser erdê xwe ne. Yek carna zarnegokî çêdibin û em diçin. Yek carna bi wan jî kubarin, dengê me dighîje hev. Welatê me hê bi xwe bindest e.

 

Li ser serhildanên kurdan hin xebatên te hene. Qedera serhildanên kurdan mixabin pirî caran yek bûye ango serhildan bi awayeke baş neçûne serî, kurd serfiraz nebûne. Li gor te di têkçûna hemû serhildanan de sedemeke şirîkî heye? Kurd çima bi serneketine?

 

Celîlê Celîl; Ev pirs xuya ye bi rastî. Di civake me de civakekî hevgirtî çênebûye, piranî li ser bingeha Eşîretîyê bûye û axa û Beg hebûne, dewra wana jî mezin bûye. Şerê nav hev kirine, ji hev xerîb bûne û ji hev re dijmin bûne.

Di serhildana de jî, dîrok timî xwe daye xuyakirinê, em bêjin serhildana Dêrsimê, serhildana Şêx Seîd û jiyandariya Kurdên Êzîdî, wana giştî gelekî ji hev qetandî bûne. Îro jî ku em dinhêrin ku Kurdên Îranê yên Şîî û Sûnnî li ev nakin, gelek tişt hene.

 

Ji aliyê din jî xwendevan û rewşenbîrên me jî wek begê berê xwe mezin dibînin, hev naxweynin gelek caran, hev nas nakin, hev qebûl nakin. Rewşenbîrî û xwendekarî ev nîne. Welatparêzî pîrozbahîkî mezin e. Ew jî dikarin li ser vê esasê xizmet bikin. Gelek caran dilsarî çê dibe li hemberê min ji ber ku ez zêde dostanî bi yekê re çênakim. Gişt jî li ber dilê min û li ber çavên min hêja ne, di kesayetiya min de tûne ye ku ez xwe têkime mirîd.

 

Îro rewşa kurdan ne wekî deh sal berê ye. Perçeyeke Kurdistanê azad e. Li Tirkiyeyê di warê pirsa kurdî de dewlet mecbûr ma hin gavan avêt. Hin astengî û qedexeyên li ser çand û hunera kurdî rabûn. Gelo tu ji bo îro û ji bo pêşerojê rewşa kurdan çawa dibînî?

 

Celîlê Celîl; Ji bona Kurdên Tirkiyeyê ez bêjim ku astengiya girîng û xeter windakirina ziman e. Gelek tişt dikevine meydanê, em pê bi gîro dibin. Gelek caran jî bi zanetî davêjin nav me, weke ku em pê gîro bin. Lê gava tû dixwazî nêzîkî pirsa ku zimanê me bibe bingehî ji me re û jiyandar bibîne di sirsileta dûde nahêlin. Em jî bi tiştê biçûk hinekî zû têne xapandinê, eger ziman ku dibistanan de cîh negire, ew tiştên ku hemû têne çêkirinê ew ê avê bişo û bibe. Roj bi roj, meh bi meh, siet bi siet em winda dikin. Ser vê jî ez gelek xemgîn dibim û daxwaza min e, hêzên ku xwe li ser pirsa xurtkirina kurdîtiyê, an jî ji bona azadîya kurdan kar dikin, ser bingeha demokratiyê, biratiyê û aşitiyê birêxistin bikin, bibin yek ku karibin di vê pirsa girîng de bi ser bikevin. Li gor min tiştê dinê vala ne.

 

Gelek spas mamoste, mala ta av û siheta te xweş be.

Celîlê Celîl; Ez spasiya xwe ji we ra dikim.

 

 

  Dengê Kurdistan

  

  

 

  

 

 

• Komkar - den kurdiske forening © 2009 Nansensgade 30, 1. th, 1366 København 
Tlf. +45 33137501/30225297  email: info@komkar.dk  Arbejdernes Landsbank, regr nr: 5321 - konto nr: 0503541

 

 

 

      Den Kurdiske Forening – KOMKAR-DK 

       VelkommenBi xêr hatin - Hoþgeldiniz

   

 

Den Kurdiske Forening -  KOMKAR-DK