|
Li ser Konferansa Jinên Kurd ya di 24-25ê Nîsana 2010´an da li Diyarbakirê hatibû li dar xistin
Konferansa Jinên Kurd ya ku di 24-25ê Nîsana 2010´an da li Diyarbekirê hatibû li dar xistin, ji aliyê mesaja ku dixwest bide, giring e. Beşdarên konferansê berpirsiyariyên jinan ya li ser çareseriya pirsa Kurd de dubare kirine û pît kirine ku divê jin mudahaleyê pêvajoyê bikin. Bê guman mirov bi van peyaman hêvîdar dibe. Hêvîdar dibe; ji ber ku mudahaleya jinan tê wê wateyê, ku jinên Kurd wê xwe nexweşî û qelsiyên berê biparêzin û ji bo hedef û armancên hevbeş tevbigerin. Hevîdar dibe, ji ber ku bi van peymanan divê siyaseta ezezîtî û qebûl nekirina reng û dengên din yên civatê bê terikandin û hevkarî û tevxebata di bingeha platformên pirreng û pirdeng de kar û xebat bên meşandin. Divê dirûşma „Yekîtiya me hêza me ye!" bê bihêztir kirin û giringiya hevkarî û tevxebatê bê fam kirin.
KOMJIN, yekemîn dezgeha jinên Kurd e li diyasporayê (li Elmanyayê). Ew saziyeke sîvîl e û di xebata xwe ya 25 salan da, her dem hevkarî û tevxebata dezgeh û saziyên Kurd ya ji bo berjewendiyên hevbeş, ji kar û xebatên xwe ra kiriye bingeh; ji bo ku pirs û pirsgirekên di navbera dezgehên Kurd da bi riya danûstendinê va bên çareser kirin bûye alîgir; berjewendiyên gelê Kurd li ser her tiştî girtiye. Ji ber ku pirsa „KOMJIN ji bo Konferansa Jinên Kurd ya li Diyarbekirê hatiye vexwendin, çima beşdar nebû?" ji aliyê kesên ku KOMJINê ji nêz ve nas dikin û heval û dostan ve pir tê kirin, em mecbûr man bi daxuyaniyek raya giştî agahdar bikin.
Me dawetnameya Konferansa Jinên Kurd, ku di 14-15.03.2010´an da wê li Diyarbekirê bihata li dar xistin girt û di heman demê da em bi organîzatoran ra ketin têkiliyê. Me di E-Maila ku di 7ê Sibatê de ji wan ra şand da tu hevokek wek „Emê beşdarî konferansê nebin" bikar ne anî. Tenê, ji bo ku hin tişt baştir bên fêm kirin, me hin pirs ji wan kirin.
Demek şûnda me hin dostan xebera betal kirina konferansê bihîst û amadekariyên xwe da sekinandin. Em hîn li benda bersîva E-Maila xwe ya ku me ji organîzatoran ra şandibû sekinîbun, lê ji çapemeniyê me xwend ku konferans li Diyarbekirê hatiye li dar xistin. Heta vê gavê jî ji bo E-Maila me tu bersîvek ne gihiştiye destê me.
"Ji bo çi KOMJIN, ku di têkoşîna jinên Kurd da cihekî taybet û giring digre, di derveyî vê konferansê da hatiye hiştin?" Em bi xwe bersîva vê pirsê nadin û bi baweriya me dive raya giştî vê binirxîne.
Wek jinên KOMJINî, em baş dizanin ku di têkoşîna netewî ya gelê Kurd da barê jinan giran û giring e. Ji ber vê yekê jî em bi giştî bang li jinan dikin, ku cudatiyan na, hevbeşiyan pêş de bigrin û ji bo bidestxistina aşitiyê têbikoşin.
Li gor me, ne Konferansa Jinên Kurd li Diyarbekirê, ne jî Konferansa Navneteweyî ya Jinên Kurd, ku KOMJIN di sala 1998´an da li Kolnê amade kiribû, konferansên yekemîn bûn û bê guman wê nebin ya dawîn jî.
Bi vê boneyê (munasebetê) eşkere dikin, ku em dixwazin beşdarî konferansa di pêş me de bibin, ku li Hewlêrê bê li dar xistin û hêvîdar in ev konferans ji aliyê beşdaran va hîn rengîntir û dewlemedtir bibe. Ji ber ku tenê bi vê helwestê ve emê bikaribin mudahaleyê pêvajoyê bikin û alîkar û pişgirê aşîtiyê bibin.
17.05.2010
KOMJIN-Yekîtiya Jinên Kurdistan
Alte Feuerwache, Gathe 6, 42106 Wuppertal jiyankurd@yahoo.de
|