|
|
Komcivîna KOMKARê ya 21. bi serketî pêk hat EU-KOMKAR hat damezirandin

Komcivîna Yekitiya Komelên Kurdistan-KOMKARê ya 21. bi seketî pêk hat. Her di vê komcivînê da damezirandina Konfederasyona Komelên Kurdistan li Ewrupa EU-KOMKAR jî hat ilan kirin.
Komcivîna EU-KOMKARê, di bin dirûþma „Dest ji çekan bikþînin!

Divê pirsa Kurd di nav aramî û aþîtiyê da bê gengeþîkirin!“, di 17-18.10.2009´an da li bajarê Wuppertalê li Elmanyayê civiya. Ji bilî nêzikî 100 nûnerên þaxên KOMKARê yên seranserê Ewrupayê, her weha ji her çar perçeyên Kurdistanê û ji Elmanyayê endam û nûnerên partî, dezgeh, sazî û rêxistinan beþdarî kocivînê bûn û gotarên xwe pêþkêþ kirin. Ji welat û Ewrupayê, bi dehan kes, dezgeh, sazî û partî jî bi peyam û birûskên xwe komcivîna EU-KOMKARê pîroz kirin.

Komcivîn, bi axaftina yek ji damezrênerên KOMKARê û endamê kevintirîn Huseyîn Guler despê kir. Pey ra diwan hat hilbijartin û beþdar ji bo rêzgirtina hemû þehîdên Kurdistanê deqîqeyekî bê deng man.
Roja yekemin, nûnerên KOMKAR-Elmanya dûr û dirêj li ser raporên kar û bar û aborî yên birêvebir nîqaþ kirin û dîtin, rexne û pêþniyarên xwe pêþkêþ kirin. Pey erêkirina raporan û îbra kirina birêvebiriyê, KOMKAR-Elmanya organên xwe yên nû hilbijart.

Piþtra, bi beþdarbûna nûnerên komelên derveyî Elmanyayê, gengeþiya li ser destûrnama EU-KOMKAR despê kir. Nûner, dîtin û nêrînên xwe yên li destûrnamê bi berfirehî anîn zman û biryar hat dayin, ku destûr bi awayê ku hatibû amade kirin bê pejirandin. Lê her weha komîsyonek ji sê kesan pêk hatî hate hilbijartin û nûner desthilat (selahiyet) dan vê komîsyonê, da ku bi awukatek ra biþêwire, destûrnamê têkûztir bike û ger ji aliyê huqûkî hin kêmasî hebin, wan temam bike. Pey qebûlkirina destûrnamê, ji bilî Elmanya, bi beþdarbûna, komelên KOMKARê yên Swêd, Danîmarka, Îngîltere, Fransa, Belçîka, Hollanda, Swîsre, Awusturya, EU-KOMKAR hat damezirandin.
Roja duduyan, mêvan jî beþdarî komcivînê bûn, heqê axaftinê girtin û gotarên xwe pêþkêþ kirin.

Di despêkê da, li ser navê Partiya Maf û Azadiyan HAK-PARê Serokê Giþtî Bayram Bozyel axifî. Bozyel di axaftina xwe da pesnê kar û xebatên KOMKARê, bi taybetî jî yên pey 12 Îlonê da û ji bo piþgiriya KOMKARê ya bo HAK-PARê spasiyên xwe pêþkêþ kir. Bozyel her weha bal kiþand pêvajoya heyî ya Tirkiyê û hewldanên dewleta Tirk yên di warê çareseriya pirsa Kurdî. Bozyel gavên dewletê erênî nirxand, lê bal kiþand wê yekê, ku ev gav û hewldanên dewletê ji bo çaresriya pirsa Kurd ne bes in û çareserî bi teslîm kirina mafên gelê Kurd yên neteweyî û demokratîk mumkin e. Bayram Bozyel da zanîn, ku divê neyê ji bîr kirin, ku ger hewldan, têkoþîn û berxwedana Kurdan xurtir nebe, dewlet gavên pêþtir wê nevêje. Ji ber vê yekê jî divê hêzên Kurd kar û xebatên xwe hîn xurtir bimeþînin.
Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel, di dawiya axaftina xwe da ragihand, ku her diçe rê li ber xeta tevgera azadî û aþitîxwaz vedibe û bivê nevê wê ev xet ser bikeve. Bozyel her weha pît kir, ku ew di doz û tekoþîna xwe da bi biryar in û bi hêvî ne.

Piþtî axaftina Bayram Bozyel, li ser navê Partiya Çep (die Linke) Birêz Zielezinski gotara xwe pêskêþ kir. Zielezinski, spasdariya xwe pêþkêþî KOMKARê kir, damezirandina EU-KOMKARê pîroz kir û weha got: „Em xweþhal in, ku navenda KOMKARê li Wuppertalê ye û KOMKAR komcivîna xwe li Wuppertalê pêk tîne. Em di wê baweriyê da ne, ku divê Kurd li Tirkiyê û li Elmanyayê wek gel bên pejirandin û mafên xwe bi dest bixin.“
Her weha endamê Birêvebiriya Partiya Çep ya bajarê Ludenscheidê, siyasetmedarê Kurd Yasin Kut jî beþdarî komcivînê bû piþgirî da KOMKARê kir.

Li ser navê Partiya Demoktat a Kurdistan-PDK-Iraq Liqa 6 Kak Serhed, li ser navê Hizbî Demokrata Kurdistana Îran Kak Þahsuwar, li ser navê Partiya Azadiya Kurdistan-PAK Kak Bijang, li ser navê PDK-Bakûr-Komîteya Elmanya Kak Hamdullah, Sekreterê Giþtî yê Partiya Îslamiya Kurdistan Hîkmet Serbilind, li ser navê KOMJINê Belgin, Endamê Birêvebir yê Mala Êzdiyan li Oldenburg nivîskar û þair Eskerê Boyîk, nivîskar Þukru Gulmuþ, endama Partiya Keskan Ciler Firtina û endamê meclîsa þaredariya Bottropê ji Partiya Çep Þahîn Aydin axivîn. Axaftvan, kar û xebatên KOMKARê bilind nirxandin û banga yekîtî û tevxebata hêzên Kurdistanî kirin.

Sekreterê Giþtî yê Partiya Sosyalist a Kurdistan-PSK Mesud Tek, Kemal Burkay (Siyasetmedar-Nivîskar), Hemîdê Dewrêþ (Sekreterê Partiya Demokrata Peþverû ya Kurd li Suriyê), Bavê Azad (Siyasetmedar), Arîf Sevînç (Gerînendeye Giþtî yê Rojnameya Dema Nû-Amed), Ozlem Sara çekîç (Endama Parlamena Danîmarka), Yaþar Kilerci (Serokê Kurt-Kavê), Sînemxan Bedirxan, PSK Komiteya Derveyîwelat, Tevgera Demokratên Þoreþger Komîteya Ewrûpayê, KOMJIN, Desteya Weþana Agirî-Kurdistan, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd-FKKS, Welat Azad (Berpirsiyarê Giþtî yê malpera Welatname-Qoser), Dr. Îbrahîmê Mehmûd, Dr. Husên Hebeþ, Prof. Dr. Husên Bektaþ, Sîdar Bîngol (Serokê KOMKAR-Hollanda), Têmûrê Xelîl (Rojnamevan-Nivîskar), Dilbixwîn Dara (Berpirsiyarê Malpera Avesta), Þefîk Oncu (Nivîskar), Lewend Dilînî (Nivîskar), Redaksiyona Malpera Amîda Kurd, Bayram Ayaz (Siyasetmedar), Xalidê Hekarî (Siyasetmedar), Necatî Tank (Nûnerê Komela Piþgiriya HAK-PARê li Elmanya), Kutbettin Ozer (Siyasetmedar), Dogan Saribaþ (Îspanya), Hasan Bildirici, Tahsin Demirsoy jî bi peyamên xwe KOMKARê pîroz kirin û damezirandina EU-KOMKARê wek gaveke giring nirxandin. Peyam ji aliyê dîwanê va hatin xwendin.

Di dawiya komcivînê da organên EU-KOMKARê hatin hilbijartin û biryarên komcivînê hatin pejirandin.
Komcivîn, bi axaftina kedkarê doza Kurd û Kurdistanê, siyatmedar û nivîskar Yilmaz Çamlibel, bi serkeftî bi dawî bû.
------------------
Pêþniyar ji bo Biryarên Komcivîna KOMKAR-EU
Biryara li ser Kurdistana Bakûr û Tirkiyê
Komara Tirkiyê ji avabûna xwe heta nuha hebûna Kurdan înkar kir û siyasetek asîmîlasyon û tunekirinê ajot. Lê gelê Kurd û hêzên wî yên netewî ji bo bi destxistina mafên xwe yên netewî û demokratîk, li hember siyaseta înkar û tunekirinê bê deng neman û xebatek bi piralî ajotin û ev tekoþin îro jî didome.
Di merheleya ku îro em tê da ne, tekoþîna azadiya gelê Kurd, her usa tesîra guhartinên li dinyayê Komara Tirkiyê anî wê rewþê ku êdî nikaribe siyaseta xwe ya kevn bidomîne. Bi taybetî di sala 2009´an da, Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul, di axaftinên xwe yên li hin cîhan da got; ”Wê tiþtên baþ bibe” û ” Pirsa Kurd girîngtirîn pirs e li ber Tirkiyê.” Li dû van daxuyaniyan pêvajoyek despê kir. Ev pêvajo ji aliyê hukumeta AKP berê wek ”vebûna Kurd” û paþê wek ”vebûna demokratîk” hat binav kirin. Ev hewldan nîþan dide, ku Komara Tirkiyê êdî nikare siyaseta xwe ya berê bimeþîne.
Li gor me pirsa Kurd, pirseke netewî ye û li ser esasên mafên wekhev, ango bi sîstemek federalî dikare bê çareserkirin. Divê gelê Kurd jî wek hemû gelên dinyayê, mafê xwe hebe ku li ser qedera xwe bi xwe biryarê bide.
Em wek KOMKAR, gotinên Serokkomar û hewildanên hukumetê, îflasa siyaseta resmî ya Dewleta Tirkiyê a 85 salan dinirxînin û vê hewildanê giring dibînin. Ev hewildan dikare ji bo dawiya bikaranîna tund û tûjîyê bibe wesîle, bo çareseriya pirsa Kurd, zemînek azad û demokratîk veke û xizmeta sîstemek azad û demokratîk bike.
Komcivîna KOMKAR-EU, piþtgiriya hemû hewildan û hengavên hukumetê bo çareseriya pirsa Kurd dike. Her usa bo çareseriya pirsa Kurd, piþtgiriya daxwaza federaliyê dike û xebatên xwe yên di wî warî da jî didomîne.
Ji bo Kurdistana Baþûr û beþên din
Di roja 25.7.2009´an da, gelê me li Kurdistana Baþûr bo hilbijartina Serokatiya Heremê û bo nûnerên Parlametoyê hilbijartinek pêkanî. Pêwîst e bê gotin ku beriya hilbijartinê dagirkerên Kurdistanê û dijminên gelê Kurd, bo serneketina hilbijartinê, propagandayek gelek kirêt ajotin. Lê li gel hemû cehdên dijmin, gelê me li Kurdistana Baþûr, çi wek lîsteyên cuda, çi jî wek serbixwe, bi hemû deng û rengên xwe ve hilbijartinek demokratîk û serketî pêkanî.
Di vê hilbijartinê da, hilbijêrên Lîsteya Kurdistanî, piraniya dengan girtin. Lîsteya Goran û lîste û partiyên din jî karîbûn nûnerên xwe biþînin Parlamentoyê. Em vê hilbijartina Kurdistana Baþûr, bo bicîhkirina demokrasiyê qonaxek girîng dibînin û ji dil va piþgiriya wê dikin.
Birêz Mesud Barzanî jî bo serokatiya Herema Kurdistana Federal ji nû va hat hilbijartin. Em carek din jî wî pîroz dikin û piþtgiriya xwe bo wî nîþan didin.
KOMKAR-EU, ji bo çareseriya pirsa bajêrên Kurd yên wek Kerkuk, Mûsil û bajarokên din ku tevlî herema Kurdistanê bibin, piþtgiriya benda 140. ya makzagonê dike.
Li Kurdistana Rojhilat û Kurdistana Rojava, xebata gelê me bo azadiyê dom dike. KOMKAR- EU, piþtgirya tekoþîna azadî û wekheviyê li wan beþên Kurdistanê dike. Bi partî û rêxistinên azadixwaz ên wan beþên Kurdistanê ra di nav hevkariyek dostane da dibe.
Biryara li ser Kurdên diyasporayê
Li gor meqamên fermî yên Ewrûpayê, Kurdên ji Suriyê, Îran û Tirkiyê, her çend wek xelkê Tirk, Îranî û Suriyeyî bên hesibandin jî, îro li welatên Ewrûpayê 1,5 mîlyon Kurd dijîn. Bi taybetî nifþên nû yên ku li Ewrûpayê mezin bûne, bûne beþek ji civata wan welatan.
Wek tê zanîn Kurd, li seranserê Ewrupayê di qada fermî da wek ”gel” nayên qebûl kirin: Ji ber vê yekê jî mafên wek zman, çand, civakî û huqûkî bepar in. Her weha taybetiyek gelê Kurd jî ew e, ku welatê me ji aliyê Tirkiye, Îran û Suriyê va hatiye dagir kirin. Ji ber vê rastiyê jî berpirsiyarî û erkên me zêdetir dibin û erkekî girîng dikeve ser milên rêxistinên me yên demokratîk li diasporayê ku gringîyek taybet bide xebata lobî û peydakirina dostan. KOMKAR-EU, biryar digrê ku li ser pirsgirêkên kulturî, civakî, nasnamê û entegrasyonê, civîn konferans û çalakîyên curbecur pêkbîne.
KOMKAR-EU, ji bo lobiyek xurt û peydakirina piþtgiriyek hîn xurtir bo gelê Kurd, biryar digrê ku bi qadro, endam û hogirên ku zimanê biyanî dizanin û ji bo karên lobiyê guncav in, têkiliyên wan bi KOMKARê ra tune bin jî bi wan ra civîn û semînerên taybet pêkbîne û îradeyeke navendî pêk bîne.
Li ser bikaranîna zimanê Kurdî
Gelek girîng e, ku em bi hemû zaravayan zimanê xwe yê zikmakî di hemû qadên jiyanê da bikarbînin. KOMKARê ji roja avabûna xwe heta îro di warê bi karanîna zimanê Kurdî da xebatên gelek hêja kiriye. Ev xebata me îro jî dom dike. Lê gava meriv li rûdan û guhartinên li Tirkiyê dinêre, di vî warî da pêwîstî bi xebatek hîn bi rêk û pêktir û xurttir heye.
KOMKAR-EU, biryar digrê ku di jiyana rojane û di hemû warên jiyanê da bikaranîna zimanê Kurdî bike armanca xwe. Di civîn û çalakiyên xwe da hewl bide, ku zimanê Kurdî bikarbîne. Ji bo kesên Kurdî dizanin, Kurdiya xwe pêþve bibin û ji bo kesên ku Kurdî nizanin di komeleyan da qursên zimanê Kurdî veke. Her usa li ser ziman û edebiyata kurdî da çalakiyên cuda pêkbîne.
Li ser entegrasyon û rewþa jinên Kurd
Sedema hatina piraniya jinên Kurd welatên Ewrupî þer û stembarî ye. Jinên Kurd, li welatên Ewrupî jî bi pirs û pirsgirêkên curbecur rûbirû dibin. Pirsa entegrasyonê û nezanîna zimanên welatên ku lê dijîn, zehmetiyên jinên Kurd zêdetir dike.
KOMKAR-EU biryar digre, ji bo ku jinên Kurd fêrî ziman bibin û beþdarî jiyana civakî û aborî ya li welatên ku lê dijîn bibin û pirsa entegrasyonê bi hêsanî bê çareserkirin, di kar û barên xwe û di qada hukûmet û sazî û dezgehên Ewrupî kar û xebatên hîn aktîvî bimeþîne. |
-------------------------------
|
Ji Çend mesajên pîrozkirinê |
|
Bo Kongra KOMKARê ya Bîstûyekan
Endam û alîgir û nunerên hêja û tekoþer,
Kongreya Bîstûyekan a KOMKAR’ê him ji aliyê þîar û him jî ji aliyên armanca kongre ve gelek giring e.
Þiara “Dest ji çekan bikþînin! Divê pirsa Kurd di nav aramî û aþîtiyê da bê gengeþîkirin!"
þiareka rastbîn e û ligel zirufên siyasiya Tirkiyê Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn digunce. KOMKAR, bi civandina Kongra xwe ya Bîstûyekan di bin diruþma hanê, carekî dinê niþan da ku di heqê bûyer û pêþhatiyên Tirkiyê û Kurdistanê da hestyar e, xwe berpirs dizane û amade ye weki berê ji bona alikariya xebata azadî û demokrasiyê bike.
Endam û nunerên hêja,
Herwekî dizanin û kar û xebata we jî niþan dide, ku ji bona serketin û gihiþtin bi armancê, mercê serekî rêxistin e. Eger xebat di bin pêþengiya rêxistinek rastbîn, demokrat û ligel zirufê guncav neyê meþandin, sernakeve. Rêxistin jî weki canliber zîndî ye, tê guhartin. KOMKAR jî ne ji vê yasayê der e. Ji ber vê yêkê biryara damezrandina KOMKAR EU biryareka rast û dirust e.
Ez piþtrast im, ku bi damezrandina KOMKAR EU ve kar û xebata KOMKARan, KOMJIN û KOMCIWANan, ku di gelek welatên Ewropa da hene, bi rêk û pêktir û bi berhemtir dibin. Her weha demezrandina KOMKAR EU, dýbe qonaxeka giring e di warê pêkanina lobiya Kurd li Ewropa da.
Ez yêqin dizanim, ku hemu endam û alîgirên KOMKARê ji bêrê bêtir û germ û gurtir beþdarê xebata KOMKAR EU dibin û bi wî awayî erkên xwe yên netewî û demokratîk ci tînin.
Ez bi navê partiya xwe, bi dil û can serketina Kongra ya Bîstûyekan a KOMKARê dixwazim.
Bijî KOMKAR EU
14.10.09
Mesud Tek
Sekreterê Giþtî
.........
Ji bo 21´mîn Komcivîna KOMKARê
Mêvanên rêzdar,
Nûnerên hêja,
Hun di pêvajoyek gelek girîng da 21´mîn kongreya xwe pêktînin. Wek hun jî ji nêzîk ve diþopînîn ku îro li Kurdistana Bakur, pirsa kurd ji hemû wextan zêdetir tê qisekirin û ji bo çareseriya wî gengeþîyek aktîv tê kirin. Þik tuneye ku ev gengeþiya hemû rêxistinên siyasî û sivîl yên kurdan, çi li welat çi jî li derveyê welat hemû kurdan elaqeder dike. Loma jî kongereya we di wextek usa da girîgiya xwe hîn zêdetir dide nîþandan.
Her usa wek we di dawetnameya xwe da jî daye xuyakirin ku ev kongreya we, di heman wextê da bibe damezrandina konferderasyonek di navbeyna Komkarên ku li Ewrûpayê xebatên xwe didomîne. Ev yeka jî mizgîniyek gelek xweþ bû û pîroz û serkeftî be.
Hêjayan,
KOMKAR´an, li hember zilm û zordestîya dijmin li ser gelê me li Kurdistanê, di nav 30 salan de, bi civîn, meþ, konferans, bi grevên birçîtîyê û bi peyvendîyên bi partîyên siyasî û rêxistinên sivîl yê Ewrûpayê ra, bi kar û xebatên lobîyê ve, xwe kir dengê gelê kurd û di vî warî de rolekî taybet lîst.
Xizmetên ku KOMKAR`ê li dervayî welat, pêþkêþî ziman û çanda kurdî kirîye nayê înkarkirin. Ev xebata bi xurtî xwe gihand hundurê welat jî. Îro li hundir û derva bi dehan rojname, malper û kovarên ku bi kurdî derdikevin hene. Di vê pêþketinê da KOMKAR an roleke baþ û berbiçav listîye.
Belê, îro Komeleyên Komkarê 30 sal zêdetire li welatên Ewrûpayê ji bo gelê kurd kar dike. 30 sal xebat di karê komelayetiyê de ne hindik e û we Komkar´an di jiyana kurdên Ewrûpayê da cîhekî girîn girtiye.
Ji bo berdewamiya xebatek hîn baþtir û Komkarek hîn xurtir, 21´mîn Kongreya we û damezrandin konfederasyona KOMKAR-EU yê ji dilve pîroz dikin û serkeftina we dixwazin.
Bijî KOMKAR
Partiya Sosyalîst a Kurdistan
PSK- Komîteya Derveyê Welat
...............
Ji bo Serokatiya Dîwanê
Em, Komcivîna 21an ya Yekîtiya Komeleleyên Kurdistanê-KOMKARê bi rêz û hurmet silav dikin.
Tekoþîn û meþa azadiyê ya gelê kurd, ligel hemû zext û bandorên hovane didome.
Ev meþa ku bi xwîn, agir, berxwedan û êþê hatiye ceribandin û mezin bûye û bi hêvî bihêz bûye, statukoya ku di sedsala borî de li dijî gelê me hat avakirin, hildiweþîne.
Nuha baþûrê welatê me azad e û parçeyên din jî nêzîgî li azadiyê kirine.
Ev meþ û tekoþîn, heta ku welatê me Kurdistan bi tevahî azad nebe û çarenûsiya xwe bi destê xwe tayîn neke, dê bidome.
Hê li pêþ me rêyeke direj heye ku em têde bimeþin.
Çi li nav welat û çi jî li derveyê welat ji her sazî û herkesî re bar û berpirsyariyek mezin divê.
Her çiqas ku em wezîfe û berpirsyariyên xwe bi kêrhatî bi cîh bînin, dê azadî ewqas nêzîktir bibe.
Þik û guman têde tune ku di deskeftiyên tekoþîna azadiya Kurdistanê de KOMKAR ciheke giring digirin.
Cihê kêfxweþiyê ye ku Yekîtiya Komeleleyên Kurdistanê-KOMKAR, ji bo pêwistiyên pêvajoyê bi cîh bînin û hê bihêztir bibin, di bin sîwana Konfederasyonê de tên bahev.
Bi vê mebestê em we û wan kesên ku ji bo vê yekê ked serf kirine, pîroz dikin û ji Komcivîna we re serkesftin hêvî dikin.
Girênendeyê Giþtî yê Rojnameya Dema Nû
Arif Sevînç/Diyarbekir |
|
Ji bo komcivîna KOMKAR
Hevalên delal,
Jî ser avabûna federasyona KOMKAR’ê li Elmanîya Federal vir da 30 sal derbaz bûn. Lê emrê hin komeleyên wê dirêjtir e, digihîje 35-36 salan. Ev emrekî dirêj e ku bi kar û xebateke têr û tijî derbaz bû.
KOMKAR’ê di van 30 salan da ji bo hiþyarkirin û rêzkirîna Kurdên li dervayî welat, ji bo parastin û pêþvebirina zman û çanda Kurd, ji bo nasindina pirsa Kurd di raya giþtî ya Ewrûpayê da, ji bo piþtgirîya berxwedana gelê kurd di her çar parçeyê welat da, her usa jî jý bo pýþtgirîya hêzên demokratik bý awayekî giþtî, kar û xebateke hêja kir.
Ji bo vê yekê federasyonê, yek bi yek komeleyên wê, herçî kesê ku di vî karî da para wan heye pîroz dikim, hevalên ku di vê rê da jîyana xwe dan, bi hurmet tînim bîra xwe.
KOMKAR’ê di van 35 salan da wek sazîyeke welatparêz û demokratîk bingeheke xurt danîye, di nav refên gelê kurd da her usa jî di nav dostên Kurd da bi navekî baþ hatîye nasîn. Ez hêvîdar im, ev kar û xebat bi îro þunda jî berdewam be, geþtir û hêztir be.
Nuha federasyona we Komcivîna xwe ya 21’an çêdike û hazirîya avakirina konfederasyonekê dike tevî komeleyên KOMKAR’ê yên dinê li Ewrûpa. Eva jî gavekî baþ e, pîroz e, hêvî dikim bi serkeve.
Ji hemû berpirsîyar û endamên KOMKAR’ê ra, jî hemû beþdarên Komcivîna 21 ra silav dikim û ji we ra serketin dixwazim.
Kemal Burkay Çirîya Pêþîn-2009
...........
Ji bo 21´mîn kongreya Komkarê
Nûnerên hêja, mevanên rêzdar,
Em baþ dizanin ku Komkar, ji 30 salan zêdetir e ku li diayaporayê ji bo çand û zimanê kurdî, folklor û edebiyata kurdî, pirsgirêkên civakî û her weha bo piþtgiriya xebata azadîxwaz a gelê kurd, xebatên hêja dike.
Em di wê bariyêdane ku hevkariya rêxistin û dezgehên kurd li diyasporayê da, ji girgbûnê wêdatir, þertekiye ji bo serkeftina xebata kurdan li Ewrûpayê. Loma jî me wek Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Sewêdê, bi Komkarê ra hevkariyek baþ kir. Em hêvîdarin ev hevkariya me di rojên pêþ da hîn xurtir be.
Em 21´mîn kongreya we ji dilve pîroz dikin û silavên germ yê FKKSê ji bo hemû endam û hogirên we pêþkeþ dikin. Daxwaza me kongreya serkeftina we ye.
Bijî azadiya gelê kurd,
Bijî yekitiya kurdan,
Bijî xebata rêxistinên kurdan li diyasporayê
Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêd- FKKS
----------------
Ji bo Serokatiya Dîwana Komcivîna 21. ya KOMKARê
KOMKAR, ku xwedî tekoþineke bi rûmet ya 30 salan e, meþa xwe ya bibiryar wek KOMKAR-EU wê bidomîne.
KOMKAR-EU, wê bibe piþtevan ji bo hevkarî û tevxebata tekoþin û koordînasyona kar û xebatên lobîtiyê ya gelê Kurd a derveyî welat.
KOMKAR-EU her weha wê ji bo çareseriya pirsên Kurdên diyasporayê û ji bo xurtir kirina bandora Kurdan ya li ser siyaseta Ewrupî wê bibe lokomotîfek.
Wek jinên KOMJINî diyar dikin, ku ji vir þûnda jî erkên ku dikeve ser milê me, gor hêza xwe emê bi dilxweþî bînin cîh û ji bo KOMKAR-EU serketin daxwaz dikin.
Bijî tekoþîna gelê Kurd ya bi rêxistinî!
Bijî KOMKAR!
13.10.2009
Birêvebiriya Giþtî ya KOMJIN
..............
Ji Birêvebiriya Komîta Amadekar ya 21. Komcivîna KOMKARê ra
Hevalên Hêja!
Me dixwest em beþdarê kongra we ya 21 an bibin. Lê þert û mercan dest neda.
Em kongra we ya 21 ji dil û can piroz dikin.
Em ji mêj de kar û xebatên we yê hêja diþopinin. We hetani roja îro ji bona azadiya gelê Kurd gelek xebatên giring kirin.
Ev ked û xebata we wê neyê jibîrkirinê. Ya muhimtir û giringtir ew e ku, xebatên we yên hêja di nava pêvajoya dîroka tekoþîna Kurd de xwediyê þopeke ronî ye. We ji sî sal berê de, bi biryareke xurt, bi tekoþîneke bizanîn û bi berxedaneke hêja ve azadî, demoqrasî, wekhevî anî ziman. Îro jî hûn bi vî aliyê xwe yê ronî li dijî dagirkeriyê, diktatoriyê, li diji kevneperestiyê weka qelekî pola sekinîne.
Dirok ronahiya we, îro nebe sibê wê bireþîne ser rûyê Kurdan.
Îro ji her roj bêtir pêwîstiya gelê me bi rohaniyê heye.
Em, birêvebirên Weqfa Lêkolin û Çanda Kurd komcivîna we ya 21an ji dil û can ve pîroz dikin û serkeftinê diyar dikin.
Bi rêz û silavên hevaltiyê.
Dr. Yaþar Kilerci
Serokê Weqfa Lêkolîn û Çanda Kurd
............
Peyama Duheftînameya Agirî bo 21mîn Komcivîna KOMKARê
Hevalên hêja û xebatkar ên Yekîtiya Komelên Kurdistan – KOMKAR
Silav û rêzên germ û gurr ên me ji Kurdistanê ve bipejirînin
Nameya we ya vexwendina me bo beþdarîkirin di 21mîn komcivîna Rêxistina we ya têkoþer û çalak de gihîþt destê me. Pirr spas û pêzanîn...
Em bi dil û can, ji Kurdistanê ve pîrozbahiyên germ ên xwe pêþkêþî hemû xebatkarên KOMKAR û bi taybet beþdarên komcivîna 21mîn a yekîtiya we dikin û hêviya serkeftin di kar û xebatên wê kongrê de dixwazin.
Me gellek hez dikir ji Kurdistanê ve beþdarî komcivîna 21mîn a KOMKARê bibin, lê em bi vê peyamê, peymana dostînî, hevkariya hevbeþ û hevxebatiyê bi we re îlan dikin.
Çalakî û xebatên berdewam ên KOMKARê ji bo me cihê rêz û hurmetgirtinê ne. KOMKAR yek ji wan saziyên Kurdistanî li Ewrûpayê ye ku gellek xizmetên bêhempa û mezin ji bo çand, kultûr û pirsa neteweyî ya Kurdan kiriye û cih û rola wê pirr xuya û berçav e.
Carek din, em lidarxistina 21mîn komcivîna KOMKARê pîroz dikin û hêviya serkeftin û berdewamiyê di xebatê ji we re dixwazin.
Digel rêz û hurmetên bêdawî….
Desteya Weþana Agirî
Kurdistan
01.10.2009 | |
.
|