helwestî û bê dengî li hember van kiryarên hov ya rejîma Îranê, sûcek mezin li hember mirovatiyê ye!

 

Di 9ê meha Gulanê de rejîma xwînxwar ya Îranê pênc Kurdên din jî li sêdar da. Evana ne yekem Kurd in ku ji aliyê rejîma hov ya Îranê ve tên îdamkirin. Rejîma dijî maf û azadiyan, tu muxalif li hember xwe qebûl nake û dixwaze bi cezayê herî giran, îdamkirinê ve wan ji holê rabike.

 

Di 9ê Gulanê de pênc Kurdên welatparêz bi navê Ferzad Kemanger, Elî Heyderiyan, Ferhad Wekîlî, Şêrîn Elem Hûlû û Mehdî Eslamiyan bi hovane hatin îdamkirin. Sucê wan tenê Kurdbûn, azadî û edlayîxwazbûn bû. Nuha jî bi dehan kesên din jî li ber îdamkirinê ne.

 

Divê Kurdên hemû beşên Kurdistanê, bi hevre bi xurtî li dijî erîş û kiryarên hov ya rejîma Îranê rawestin, bi xebatên muşterek çi li welat çi jî li derveyê welat rê û mecal nedin rejîma Îranê ku Kurd bên îdamkirin…

 

Em, Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu, kiryarên rejîma hov ya Îranê bi nefret mehkum dikin.

 

Bang li hemû dem û dezgehên aşitîxwaz û demokratîk yên cîhanê dikin, bang li Yekîtiya Ewrûpa û yek bi yek li hukumetên welatên Ewrûpayê dikin, bang li Neteweyên Yekgirtî- NY´ê dikin ku li hember kiryarên hovane ya Îranê bê deng nemînin, helwest werbigrin û li hember rejîma Îranê ji bo rawestandina zulm û zordestiyê û ji bo rawestandina îdaman tedbîrên pêwîst werbigrin

 

Bê helwestî û bê dengî li hember van kiryarên hov ya rejîma Îranê, sûcek mezin li hember mirovatiyê ye.

 

11.05.2010

Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa / KOMKAR.eu

 

 

  

  

 

  

 

 

• Komkar - den kurdiske forening © 2009 Nansensgade 30, 1. th, 1366 København 
Tlf. +45 33137501/30225297  email: info@komkar.dk  Arbejdernes Landsbank, regr nr: 5321 - konto nr: 0503541

 

 

 

      Den Kurdiske Forening – KOMKAR-DK 

       VelkommenBi xêr hatin - Hoþgeldiniz

   

 

Den Kurdiske Forening -  KOMKAR-DK