KOMKAR-DK BEŞDARÎ 1. GULANÊ BÛ
Komela Karkerên Kurdistanê, KOMKAR-DK, wek her sal îsal jî li bajarê Kopenhagê beşdarî roja karker û xebatkarên cihanê, 1. Gulanê bû.
1 Gulanê, ku her sal di parka bi navê ”Fælledparken” li bajarê Kopenhagê tê lidarxistin, KOMKAR-DK îsal jî di bin ala Kurdistanê de û bi flameya KOMKARê bi çadirekê beşdarî tê de kir û standa pirtûkan vekir.
Li gel ku rewşa hewayê gelkî ne baş bû jî, lê dîsan wek her sal qada parkê ji milet tijî bû û bi deh hezaran kesan beşdarî kirin.
Gelik nas û dostên kurd û danîmarqî çadira KOMKARê zîyaret kirin û heta hin ji wan heta dawîyê jî li ber çadirê man. Li ser kar û xebatên KOMKARê, li ser çand û kultûra kurdan, rewşa gelê kurd bi giştî agahî hatin dayin.
Herweha belavokên Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) û Konfederesyona Komeleyên Kurdistanê li Ewropa, KOMKAR-eu li ber çadirê hatin belav kirin.
1. Gulanê li bajarê Kopenhagê bi xweşî û bê pirsgirêk derbas bû.
Yilmaz Yildiz
Dema Nû/Kopenhag
03.05.2010
roniwelat@yahoo.dk
Fotoalbum