|
Daxuyaniya Çapemeniyê
„23 Nîsan- Cejna Desthilatdariya Netewî û ya Zarokan" propaganda Dewleta Tirk.
Di despêka avabûna Komara Tirkiyê, ku li ser bingeha regezperestî û şovenîzmê hatiye ava kirin, 23 Nîsan wek „Cejna Desthilatdariya Netewî û ya Zarokan" hat destnîşan kirin.
Îdelojiya fermî ya avakirê wê demê weha bû: „Yek zman, yek netew, yek ol, yek dewlet û yek serok" û hebûna gel, zman û olên din hat înkar kirin û li ser wan zulm û zordariyek bê hempa hat meşandin. Ev sîstema neheq ku di sala 1923´an de hat ava kirin, bi hin guhartinên piçûk îro jî hîn berdewam dike.
Ji salên borî de ev „cejn" ji aliyê balyozxane û konsûlatên dewleta Tirk û dezgehên bi wan ve girêdayî yên welatên Ewrûpa û yên Rojava tê pîroz kirin. Û her weha ew dixwazin karakterek navnetewî bidin vê „Roj"ê.
Zarokên welatên cuda yên seranserê dinyayê ji bo vê şahiyê tên dawet kirin. Ew bi zmanên xwe stranên xwe distirên û dans û lîstikên xwe yên tradisyonel pêşkêş dikin. Lê belê zarokên Kurd, ku di nav tixûbên vê dewletê dijîn, lê nikarin xwe bi nasnama xwe îfade bikin, ji vê mafê bê par in.
Hevserokê KOMCIWANê Serdar Altay bi mebesta vê rojê weha got: „Tirkiyê, ku dixwaze bibe endama Yekîtiya Ewrûpayê-YE, Konvensiyona Navnetewî ya Parastina Zarokan, bi giştî îmza nekir; bi taybetî jî li xala perwerdeya bi zimanê zikmakî îtîraz kir. Li Tirkiyê, her sibeh beriya despêka dersan, bê îstisna zarok divê sonda regezperest ya bi peyvên `Ez Tirk im, rast im, zîrek im´ despê dike û ´Hebûna min bibe qurbana hêbûna Tirk´ bi dawî dibe bixwînin."
Hevseroka KOMCIWANê Hetaw Tek jî nêrînên xwe weha anî zman: „Encama vê siyaseta kirêt, ku li ser komkujî, koça bi darê zorê, bişaftin (asîmîlasyon) û paşdamayina aborî hatiye ava kirin, bi giştî tesîra xwe li ser zarokên Kurd danî. Bi hinceta beşdarî çalakiyên partiyeke nehênî bûne, bi hezaran zarokên Kurd di zindanên Tirkiyê de girtî ne. Bê lêkolînên bi rêk û pêk û bê îspat hatin ceza kirin û heta 10 salan ceza girtin."
Yekîtiya Zarok û Ciwanên Kurdistan-KOMCIWAN, bang li dewleta Tirk dike, ku bê îstîsna Konvensiyona Navneteweyî ya Mafên Zarokan îmza bike û wan mafan bi makzagon û yasayên demokratîk pît bike, da ku zarokên Kurd jî di rastiya jiyanê de wan mafan bi dest bixin. |