|
Wexta Hişyarî û Eqlê Selîmî Ye
Berxwedana hêzên statukoparêz û mîllitarîst ya li hember “pêvajoya rêlibervikirinê” ku ji aliyê hikumetê ve hatiye destpêkirin, berdewam e. Hêzên hanê di van rojên paşîn de, di pêvajoya guhertina Desturê da jî, dijayetiyeka tund nişan didin. Ligel berxwedana hanê, li Tirkiyê hin çalakiyên ajavegerî (provokatîf) jî rûdidin.
Nokereka hêzên tarî, li Samsunê êrîş kire ser siyasetmedarê Kurd Ehmet Turk, êrîşa hanê hov û provokatîf bû, hemû Kurd û hêzên aşitîxwaz û demokrat pê êşiyan.
Piştî vê êrîşa hov ku ji aliyê me û hemû kes û derdorên hestyar ve hat şermezarkirin, li navçeya Ladîkê ya Samsûnê erebeya polêsan kete ber êrîşekê çekdarî û du polês hatin kuştin.
Ev êrîşa li ser polêsan, ku ji aliyê hemû derdorên hestyar yên Tirk û Kurd ve, weki provokasyon dihatin bi navkirin û hêzên hanê di heqê ajavageriye da banga hişyariyê didan, hêza çekdar ya PKKê (HPG) daxuyaniyek belav kir û got; “ev êrîş, ji aliyê yekîneya me ve û bê agadariya navendê hatiye kirin.”
Divê PKK êdî bibîne û bizanibe ku suda çalakiyên bi vî rengî, ne ji bo wê û ne jî ji bo tevgera demokratîk ya netewa Kurd tuneye. Eşkere ye ku çalakiyên bi vî rengî ku zererên mezin dighîne tekoşîna azadiya gelê Kurd, di feyde û berjewendiyên hêzên statukoparêz-mîllîtarîst û şoven-nijadperest de ye.
Partiya me bal dikişîne li ser vê yekê ku ev êrîşa hanê, di warê siyasî û civakî de dibite sedema alozî û tevliheviyê û ji bilî zerar û ziyanê, çu feydeya wê tuneye.
Daxwaza me ji PKKê ev e, ku xwe ji çalakiyên bi vî rengî dûr bixe.
Partiya me, bang li Hikumeta AKPê dike; ku divê bi lezgînî û tavil wan hêzên li pişta herdu êrîşên provokatîf ya li Samsûn û Qeyseriyê derxe holê, di pêvajoya “rêlibervikirinê” ku dest pêkiriye, pêgir û bi cesaret be. Guhertina Desturê, ku dê rê li ber çareser kirina pirsgirêka Kurd vebike, pêk bîne û di vî ware pêngavên demokratîk bavêje, ji bona vê mebestê bi tevgera siyasî ya Kurd û hêzên aşitîxwaz û demokrat re pêywendî û diyalog dayne.
Ji bo pêşîlêgirtina hewldan û çalekiyên provokatîf, ji bona têkşikandina hêzên statukoparêz û mîlîtarîst, divê derbarê guhertin û demokrasiyê de pêngavên micîd bêne avêtin û hemû alî derbareyê ajavegeriyê hişyar bin bi eqlê selîm tevbigerin.
21’ê Nisana sala 2010
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK |