|
Mamosta Salah Sadullah Hate Bi Bîranin
Dema Nû-Hewlêr

Ji bona salvegera sisêya mirina Mamosta Salah Sadullah merasîmeka bi bîraninê, di bin çavderiya Qaymeqama Zaxo Huseyn Xalid da hate saz kirin. Merasîm ji aliyê Bi Rêvaberiya Roþenbîrî û Huneriya Zaxo ve hatibû amade kirin.
Merasîm bi axaftina Komîteya Amadekar ve destpêkir. Paþê Qaymaqamê Zaxo Huseyn Xalid axaft û behsa sedeme amadekariya çalakiyên hanê kir.

Paþ Qaymaqamê, Reþîd Fîndî peyama Akademiya Kurdistanê pêþkeþ kir. Piþti axaftina Reþîd Fîndî, filmekê dokumentî, ku ji bona jiyan û xebata Mamosta Salah Sadullah hatibû amade kirin, hate niþandan.
Her usa li ser jiyan û xebat û berhemên Mamosta panelan jî hatibûn amade kirin. Hinek ronakbîr û nivîskar, ku ji nêzikê va Mamosta Salah nasdikirin, beþdarê panelên jêrî bûn û bîr û hizrên xwe pêþkeþ kirin.
Panelan bi vî awayî bûn:
“Bîr û Boçunên Kemal Mahzar Derbareyê Salah Sadullah”, gotarvan Kemal Mahzar; rêvabirê panelê Halid Xuseyîn;
“Geryanek Di Dava Berhemên Salah Sadullah Da”, gotarvan Reþîd Fîndî; rêvabirê panelê Xelat Muse;

“Bizava Mamoste Salah Sadullah Bo Parastin û Dewlemend Kirina Ziman û Rewþenbiriya Kurdî”, gotarvan Þewket Tahir Sîndî; rêvabirê panelê Mehemed Murad;
“Salah Sadullah û Romanê Kurdî”, gotarvan Muayed Tayîb, rêvabirê panelê Biyar Baqî;
“Rola Mamosta Salah Sadullah Di Korê Zanyarî Kurd Da”, gotarvan Abdullatîf Gulî, rêvabirê panele Rexan Qadir,
“Yadgar û Mînak”, gotarvan Mehemed Selîm Siwarî; rêvabirê panelê Mehemed Huseyn Binav.
Her usa beþdarên merasîmê bi hevra serdana gora Mamoste Salah kirin, hevjina Mamosta Salah, Sînemxan Bedîrxan, li ser gorê bi axaftineka kurt, sipasê beþdaran kir, ku vefadariya xwe niþan dane.
Gelek ronakbîr, hunermend, nivîskar û nunerên partiyên Kurdistana Rojhilat, Baþurê Piçuk û Bakur jî beþdarê merasimê bûn. |