Ji bo Serokatiya Gruba Sosyalîst ya Parlamena Ewrûpa

 

Rêzdaran,

 

Gor agahdariyên ku di çapemeniya Trik de cîh digrin, Serokê Partiya Gel a Komarî-CHP Denîz Baykal, li ser vexwendina parlamenterên Sosyalîst yên endamên PE, di 12 Nîsan 2010´an de wê here Brukselê û di civîna Grupa Sosyalîst ya PE de biaxive.

 

Me salên buhurî ji bo berpirsiyarên Enternasyonala Sosyalîst û partî û parlamenterên Ewrûpî re name şandin û bi mînakan eşkere kir ku CHP, partiya damezrêner a Komara Tirkiyê ye û partiyeke statukoperest e. CHP her weha, berpirsiyarê bingehîn yê tevkujî û asîmîlasyona li ser gelê Kurd û eqaliyetên (hindikayî) din e, ku di despêka damezrandina komarê heta îro tê meşandin.

Helwesta CHP û ya Denîz Baykal îro jî ne guhuriye. CHP û Denîz Baykal, bi tundî dijberiya „Rêlibervekirina Kurd“ a ku ji par ve û guhurina makzagonê ku van rojan di rojeva Tirkiyê de ne, dikin. Li ber gavên demokratî û pirsa Kurd astengî derdixin. Bi tundî dijî guherîna Makzagona 12 Îlonê derdikevin, ku nîzamnameyek derbeyî ye û wek kiraseke teng li qirika civatê asê bûye.

 

Ger van taybetmendiyên wê li ber çavan bê girtin, ne mumkun e ku CHP wek partiyeke Sosyal Demokrat bê bi nav kirin. Her weha ji ber van helwestên wê, bi dawî anîna endametiya CHP di rojeva Enternasyonala Sosyalîst de ye.

 

Em dixwazin bala gruba we, ku temsîlkariya li Parlamena Ewrûpî ya tevgera sosyalîst a ku alîkariya bingehîn ya ji bo bicîhbûna demokrasiya gerdûnî dike, bikşînin van rastiyên CHP û Denîz Baykal. Em piştrast in, ku di berdewamiya serdana wî de, hûnê rojeva Tirkiyê bînîn bîra Denîz Baykal û rexne li wî û partiya wî bigrin. Û em hêvîdar in, ku van rexneyên we, wê bandoreke erênî li ser CHP deyne û CHP di „Rêlibervekirina Kurd“ û guherîna makzagonê de wê helwesteke erênî nîşan bike.    

 

Li gel silav û rêzan...

 

09.04.2010

Kovan Amedî

Serokê Giştî yê

Konfederasyona Komeleyên Kurdistan li Ewrûpa-KOMKAR.eu

 

Jêrenot: Ji bo agahdariyê, em her weha nameya ku ji aliyê saziyên demokratîk yên Kurd li Ewrûpa di 08.12.2009´an de ji bo Enternasyonala Sosyalîst hatibû nivîsîn dişînin.

 

 

   

 

 

  

  

 

  

 

 

• Komkar - den kurdiske forening © 2009 Nansensgade 30, 1. th, 1366 København 
Tlf. +45 33137501/30225297  email: info@komkar.dk  Arbejdernes Landsbank, regr nr: 5321 - konto nr: 0503541

 

 

 

      Den Kurdiske Forening – KOMKAR-DK 

       VelkommenBi xêr hatin - Hoþgeldiniz

   

 

Den Kurdiske Forening -  KOMKAR-DK