Pêwistî Pê Destûreke Nû û Hevdem Heye

 

Destûra nûha, li ser bingeha sazûma faşîst a leşkerî ya 12 Êlona sala 1980’an hatiye avakirin. Ew li gor pêwistiyên hêzên milîtarîstên statuqoyî hatiye amade kirin û armanca serekiya wê berdewamiya desthelatdariya paşverû û nijadperest e. Destûra heyî astengeka herî mezin e li ser riya pêşketin û demokrasiyê.

 

Ew destûra ku di şertên cuntayê de bi darê zorê spartine xelqê û heta nuha pirê caran li gor pêwistiyên demî ya hukumetan hatiye guhartin jî, lê wezîfeya wê ya serekî, parastina dewletê û sîstema wê ya kemalizmê ye.

 

 Hukumeta AKPê, dixwaze Destûra hane, ku weki “kirasê teng” e li bedena civata Tirkiyê da, buguhêre. Ji bona vê armancê jî Reşnivîsa Guhartina Destûre amade kiriye. Lê armanca resnivîsa AKPê, guhartina bingehîn nîne, guhartina qismî ye. Usa tê xuyanê, ku heta ku Destûra 82an bi tevahî neyê guhartinê, dê pir caran guhartinên qismî bê çêkirinê. Lê guhartinê qismî jie nebûye cereserî û nabe jî.. Ji ber vê yekê pêwistî pê heye, ku Destûreke nû ya hevdem û demokratîk were amade kirinê.

 

Reşnivîsa Guhartina Destûrê, ku Hukumeta AK Partiyê amade kiriye, nabite çareseriya bingehin. Lê belê dibite alikar ji bona demokratize kirina Tirkiyê. Ji ber vê yêkê bi dijberiya statukoparêz û milîtarîstan rûberû bûye.

 

Partiya me, ku pêngavên di çarçevoya guhartina Destûrî da ya ber bi demokrasiyê ve hatine avêtin, erênî bibîne. Jj bona azadî û demokrasiyeke rasteqîn pêk bê, bang dike ku ji dêliva Destûra hanê, ku berhema serdema faşîstî ye, destûreke nû û demokratîk bi gor pîvanên Yekîtiya Ewrûpayê û navnatewî were amade kirin û divê pirdengî û pirrengiya Tirkiyê nişan bide.

 

Divê destûra nû bi awayekî rasteqîn û wek girêbesta civakê bê amadekirin û divê destûra nû hemû mafên Gelê Kurd, hemû mafên grubên netewî û olî kemnetew û olan desteber bike.

 

Partiya me amade ye her erkek, ku di vî warê da dikeve milê me, ci be ci bike.

 

26’ê Adara sala 2010

 

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK

   

   

 

 

  

  

 

  

 

 

• Komkar - den kurdiske forening © 2009 Nansensgade 30, 1. th, 1366 København 
Tlf. +45 33137501/30225297  email: info@komkar.dk  Arbejdernes Landsbank, regr nr: 5321 - konto nr: 0503541

 

 

 

      Den Kurdiske Forening – KOMKAR-DK 

       VelkommenBi xêr hatin - Hoþgeldiniz

   

 

Den Kurdiske Forening -  KOMKAR-DK