Li Amedê Konferansek li ser sedsaliya Qenatê Kurdo

 

Dema Nû-Pukmedia/Amed

 

Li Amedê, ji aliyê Komeleya Çand û Huner ya ÇIRA ya Amedê ve bi mebesta sedsaliya jidayîkbûna zanyarê nemir Prof. Qenatê Kurdo konferansek hat lidarxistin. Di konferansê de li ser jiyan, kesayetî, behrem û rola Prof. Qenatê Kurdo ya di pêþkeftina zimanê kurdî ya li Yekîtiya Sovyetê hat rawestandin.

Konferansa “Sedsaliya Prof. Qenatê Kurdo” ku ji aliyê Komeleya Çand û Huner ya ÇIRA ya Amedê ve di 18ê Çiriya Pêþîn de li salona Otêla Malabadî ya li Amedê hatibû amadekirin, di bin moderatoriya Nevzat Karakeçî de ji aliyê nivîskar, lêkolîner û akademîsyenên kurd Dr. Husên Hebeþ, Dr. Îbrahîmê Mehmûd û Dr. Tosinê Reþîd ve hat pêþkêþkirin.

 

Konferans, ji aliyê Endamên Lijneya Serokatiya Hak-Parê Fehmî Demir, Umit Tektaþ,  Birêvebirên TEVKURDê Sabahatîn Korkmaz, Saît Aydogmuþ, Fuat Onen, Remezan Pertev, Omer Ozmen, Girênendeyê Giþtî yê Rojnameya Dema Nû Arif Sevînç, nivîskarên kurd Arjen Arî, Saîd Veroj, Aram Gernas, Mazhar Dûderî, Serokê Komeleya Nivîskaran Îrfan Babaoglu, zimanzan Hamit Kilinçaslan û wd. ji aliyê zêdetirê dused kesî ve hat guhdarkirin.

 

Piþtî xêrhatina li beþdaran ya ji aliyê Serokê Komeleya ÇIRA Eþref Çakan ve, axaftina despêkê ji aliyê Nevzat Karakeçî ve hat kirin. Karakeçî, di axaftina xwe de yek bi yek gotarvanan da nasîn û armanca lidarxistina konferansê anî ziman. Karakeçî, diyar kir ku di dîroka her gelî de hêjmara kesên navdar û berhemdar ku di jiyana xwe de ji bo gelê xwe, ji bo mirovatiyê xizmetên hêja kirine, berhemên giranbuha afirandine û li pey xwe mîrateyeke bêhempa hêþtine, gelek kêm in.

 

Karakeçî, di berdewamiya axftina xwe de weha got; “Prof. Qenatê Kurdo jî, yek ji wan kesayetiyên nemir e ku di navbera salên 1909 û 1985an de jiyaye û heta dawiya jiyana xwe di warê çand, ziman, edebiyat, dîrok û folklora gelê kurd de xizmetên gelek mezin pêkaniye.

 

Tê zanîn ku her mirovek ligel berpirsyariyên xwe yên þexsî, herweha li hember gelê xwe jî berpirsyar e. Ji ber vê yekê jî, piraniya mirovan dema jiyana xwe ji dest didin, ji gelê xwe re deyndar dimînin û diçin. Lê, gelek kêm kes hene ku Qenatê Kurdo jî di nav wan de ye, berpirsyariyên xwe zêdetirîn bi cîh anîne û gel ji wan re deyndar maye. De usa ku heta li ruyê vê erdê jiyan hebe, deynê wan yê li ser me û nifþên piþtî me, xilas nabe.

 

Nuha em jî dixwazin bi vê çalekiyê parçeyeke biçûk be jî, deyndariya xwe ya li hember Prof. Qenatê Kurdo bi cîh bînin.”

 

Karakeçî, piþtî axaftina xwe di kesayetiya Qenatê Kurdo de ji bo rêznîþandan ji þehîdên Kurdistanê re dawetê bi yek deqeyek rawestandinê kir.

 

Piþtî rêznîþandanê, belgefîlmek ku ji aliyê Dr. Îbrahîmê Mehmûd ve li ser jiyana kurdên Yekîtiya Sovyetê û bi taybet jî yên li Ermenîstanê û herweha, hevpeyvîneke zindî ku bi Prof. Qanatê Kurdo re hatibû kirin,  hatiye çêkirin pêþkêþê temaþekirina beþdaran hat kirin.

 

“Qenatê Kurdo sengera parastina nasname, ziman, dîrok û çanda kurdî bû”

Piþtî nîþandan belgefîlmê,  axaftina ewil ji aliyê Dr. Tosinê Reþîd ve hat kirin. Reþîd, di axaftina xwe de zêdetirîn li ser jiyana Prof. Qanatê Kurdo rawestiya û diyar kir ku Qenatê Kurdan yek mezintirîn ronakbirî kurd yê sedsala 20an bû û weha got; Kurdperwerekî xwedî bawerîyên gelek mezin û ketin rabûna sedsalîya 20an de ew bawerîyên wî  çu carek neþikest, heta dawiya jiyana xwe bawerîyên xwe parastin. Qenatê Kurdo berî her tiþtî kurdnas bû. Lê, kurdnasî ji bo Qenatê Kurdo ne tenê beþekî rojhilatnasî, herweha beþekî zanyariyê bû. Ew, herwûsa jî sengera parastina nasname, ziman, dîrok û çanda kurdî bû.

 

“Ji Qenatê Kurdo Kurdayetî dibarî”

Jiyana Qenatê Kurdo bi kurdayetiyê ve tije bû, kurdayetî ji wî dibarî! Kurdayetî ji bo wî “nexweþiyeke înfeksiyonî bû” û ew “nexweþî” pirr bi lez derbasî kesên derdora wî, þagirt, dost û hevalên wî dibû.”

 

Qanadê Kurdo, di sala 1909de li gundê Sûsizê yê Qersê ji dayik dibe û di sala 1918an de ligel gelek malbatên kurd bi tevî malbata xwe koçberê Ermenîstana îroyîn dibin. Bavê wî di sala 1921an de diçe rehma xwedê û dayîka wî mêr dike û ew sêwî dimîne. Piþt re neçar dimîne û li ber destê zirbavê xwe dibe golikvan.

 

Qenatê Kurdo û bavê min heryekî kurê birayekî bûn. Piþtê ku bavê min pê dihese, vê yekê qebûl nake û diçe ew ji wir tîne û di þûna çova golikvakiyê de pênûsê dide destê wî û ew diþîne dibistanê. Bavê min ew mezin dike, dide xwendinê.

 

Zarokîya Qanadê Kurdo gelek bi zehmet û di nav hejariyê de derbas dibe. Ji ber ku di nav tinebûnê da bû, Qenatê Kurdo bi roj pêlava boyax dikir û bi þev jî diçû dibistanê. Di sala 1928an de navenda partîya komînîsta Ermenîstanê biryarê digire ku çend xortên kurd biþîne li lenîngradê bixwîne, yek ji wan jî Qenatê Kurdo bû. Ji wê rojê û þûnde jiyana Kordo diguhere û Kordo, êdî bi tevahî dikeve bin xizmeta gelê xwe.”

 

“Gelek zehmet e ku mirov bi gotinan pesnê mirovên kedkar û mezin bide”

Dr. Îbrahîmê Mehmûd, di axaftina xwe de bal kiþand li ser kesayetî, xebat û berhemê Qenatê Kurdo û weha dom kir; “Bi rastî gelek zehmet e ku mirov bi gotinan û nexasima di gotarên xwe de, pesnê mirovên kedkar û mezin; bi zanebûnê mezin, bi fedekariyê mezin, bi mêraniyê mezin, bi nefsbiçûkiyê mezin û bi miletheziyê mezin yên wek zanyarê navdar Qenatê Kurdo bide. Ez bixwe gelek caran bîr dikim û ji xwe re dibêjim ku mirov di derheqê wan de çiqasî bêje û çi jî bibêje her kêm dimîne, nexasma li ser babeta ‘ kurdperwerî, yan jî miletheziya qenatê Kurdo’ ku min biryar daye li ser binivîsim.

 

“Ji bilî rahiþtina çek, hemû xeysetên miletheziyê li kesayetiya Qenatê Kurdo tên”

Bêguman wateya welatparêziyê, pîvan û cureyên wê pirr in: hin hene bi canê xwe, hin hene bi mal û dirava xwe, hin hene bi têkoþîna rêxistinê û siyasî û hin jî hene bi pênûs û nivîsarên xwe navê miletê xwe bilind dikin û didine nasandinê. Bi dîtina min ji bilî rahiþtina çek û çûna serê çiya û cangorî ji bo kurdan, wekî din hemû xeysetên miletheziyê li kesayetiya Qenatê Kurdo tên.

 

“Divê welatheziya Qenatê Kurdo dabeþî ser du aliyan bê kirin”

Herweha, ez dikarim vê jî bibêjim ku pêwist e, welatheziya Qenatê Kurdo dabeþî ser du aliyan bê kirin: hezkirina wî ji Yekîtiya Sovyetê re û ji miletê xwe û welatê bav û bapîran re. Kurdo, bi dilsozî û bi çalakî xizmeta bîr baweriyên xwe yên li ser bingeha prensîbên Marksîzmê yên rast û civaka Sovyetistanê dikir, loma jî gelek caran wek Sekreterê Rêxistina Partî di Înstîtûta Rojhilatnasiyê de dihat hilbijartin. Cihê gotinê ye ku ew, ji bo mêrxasiya xwe di þer de bi gelek nîþanên Yekîtiya Sovyetê hatibû xelatkirin.

Qenatê Kurdo zû bîr bi giringiya parastina zimanê kurdî bîr. Wî gotara xwe ya ewil di sala 1931an de li ser zimanê kurdî nivîsandiye û ji wê çaxê heta dawiya jiyana xwe çu kêmasî nexist hêza laþ û mêjiyê xwede ji bo xizmeta vê armanca pîroz.

 

“Wî gelek kes hînê zimanê dayîka xwe kir”

Kurdo, ne tenê xwe hînê zimanê kurdî kir û lêkolîn li ser wê çêkirin, belê wî herusa jî gelek kes hînê zimanê dayîka xwe kir. Kurdo, herwisa jî gelek pirtûkên gramera zimanê kurdî ji bo þagirtên dibnistanên serateyî amade kirin. Kurdo, zanyarê yekemîn bû ku bi þêweyeke zanistî herdu zaravayên zimanê me –soranî û kurmancî- daneberhev û digot ‘bingeha gramera wan yek e’. Bi vê yekê jî bi xurtî li hember wan zanyaran ku digotin ‘zimanê kurdî ne yek e û zimanê kurdan yê edebî tune’, derket.

 

“Wî temenê xwe bi temamî pêþkêþê oxira kultira gelê xwe kir”

Kurdo, ne tenê mijûlê ziman bû, herwisa jî, ew mijulê folklor, dîrok, edebiyat, etngorafî, nivîsandina ferhengan û wd. bû. Wek Heciyê Cindî dibêje “wî temenê xwe bi temamî pêþkêþê oxira kultira cemeta xwe ya dewlemend kir”.

 

“Hemû þagirtên Qenatê Kurdo bûn kurdzan”

Kurdo, bi hemû þêweyî miletê  xwe diparast. Divê bê gotin ku wî, herwisa gelek kesên ji miletên din jî ji bo kurdzaniyê perwerde kirine, gelek xebatên binirx kirine û kurdan ji gelek aliyan ve dane nasîn. Wek Wezîrê Eþo jî dibêje “çi kurd çi biyanî, hemû þagirtên Qenatê Kurdo bûn kurdzan”.  

 

“Qenatê Kurdo bi gelek aliyên xwe ve Fîlozof e”

Dr. Hûsên Hebeþ jî di axaftina xwe de diyar kir ku dema mirov li xususiyetên navneteweyî yên derbarê ‘fîlozofîyê’ de dinêre, dibîne ku Qenatê Kurdo bi gelek aliyên xwe ve Fîlozof e û divê mirov wî wek ‘fîlozofê’ kurd bi nav bike. Hebeþ, herweha ragihand ku ev konferansa 6an ne ku bi mebesta sedsaliya fîlozof û zanyarê mezin Qenatê Kurdo tê lidarxistin.

 

Dr. Hûsên Hebeþ, di despêka axaftina xwe de bal kiþand li ser zanyariyên derbarê fîlozofiyê de û desnîþan kir ku dema mirov xwe dispêre van zanyariyan, çu aliyeke Qenatê Kurdo ji wan kesên ku wek fîlozof hatine bi navkirin, kêm nîn e. Hebeþ, di berdewamiya axaftina xwe de weha got; Bona nasîna Q. Kurdo, tevî ew materyalên hatine belavkirin jî, hîn pir tiþtên pêdivî ne berdest in. “Bîranina” û pir destnivîsên din jî, ta dema îro jî, em þagirtên wî nizanin li kuderê ne!!

 

Çawa ji jêderan dixuye Qanat gencekî berpirsiyar bû, ew armanca xwe di jiyanê de bi saya mezinên xwe zane, bi þev dixwîne û bi roj solên xelkê pakdike Heciyê Cindî di bendekê xwe de tîne bîra xwe Qanat bi rûxweþî vê re bi kurdî peyiviye di ber solpaqijkirinê re û ew bi xwe diþermîne jiber nezanîna kurmancî, çinkê ew li Ermenîstanê di sêwîxaneyê de bû û zimanê dayikê jibîrkiribû.

 

Ez kanim bi tewjim bêjim ku Q.Kurdo yek ji wan kesa ye ku rê û rêçik vekirin di erdebûra çanda kurdî ya kêm hatiye gîskirinî de, mera kanê wê di dîroka çanda kurdî de bi rêya Qanatî binavîne. Çawa bû ew destpêka rêqeliþînê ji Q. Kurdo re li Lenîngradê?; li yek ji ciwantirîn bajarên dinyayê. Q.Kurdo li ser wê rêyê xwest jiyana xwe ya taybetî bike jiyaneke kurdanî gelemper. Wî, her tim bi xemgînî ji xwe dipirsî, çima kurd weha bindest in? Çima kes wan nanase? Çima zanîngehên wan tun ne? Û “Çima” li pê hev rêz dibin.

 

“Qenatê Kurdo ji me re sembol e”

Stêrka Q.Kurdo mê bû, çawa kurd dibêjin; ew liber destên bilîmetan mezin bû, þagirtê bilîmetan, bilîmettir dibin, ev gotîya ji me kurdan re di cih de ye, Qanat ji me re sembol e, tepelekî bilind e di çiyayê çanda kurdî de. Bi xwendin û têgihêþtina berhemvaniya Cigerxwîn di dawiya salên çêlî û destpêka salên pêncî de ji sedsala borî çawa ez dibînim, hiþyara neteweyî, gelhezî û kurdperwerîya Q.Kurdo hîn xurtir dibe, ez ê ne þaþ bim, eger ez bêjim, ku Cigerxwîn di fîlosofiya wî ya jiyanî de yek ji îdolan bûye.

 

“Qenatê Kurdo gelek wêrek bû”

Wêrekiya Q.Kurdo di nav zanayên sovyetî de diyarbû, þagirt, hevnas, dost û neyar û xwendevanên berhemvanîya wî jî wê yekê zanîn, loma jî berpirsan serêþên mezin jê dirustdikirin re, çinkê kompormîs li ba wî tunebûn. Mirovên xwedîprensîb der di nav arîþeyan de dijîn, loma jî ew têne naskirin û cihên bilind di wucdana gelên xwe de digirin.

 

“Qanatê Kurdo dengê rastiyê ye di rastiya heyîna kurd de”

Ew mirovekî weha bû, ji her kesekî re, ji her hizir û hizrokekê re vekirî bû, wî cudahî ne dikirin navbera kurdan ji aliyê çînayetî, civakî, olî, ji wî re giring bû tû kurdeke/î baþ e, ew ne helwesteke normal bû ji wê sedemê re û xasma em zanin ew di sîstemeke totalîtarî, yekpartî, yekserokî, yekrayî de mezin bûye û hîn ew demeke dirêj perpirsê partîya komûnîst bû ji ewna zana û mejiyên Rojhilatnasnîyê li wî re berî her îdyologiyekê bû; bi nirîna kurdayetîyê ya mirovkez li dinyayê dinirî, ev jî kurdoyîzm bi xwe ye. Ew têrmîna hîn taybetmendiyên wî yên din jî digirin.

 

“Kelepûra Q. Kurdo ji me re çandeke fîlosofî ye”

Kelepûra Q. Kurdo ji me re çandeke fîlosofî ye, jiber ku têrmîna çand hemî berhemên wî digire û herweha tekstên her kesekî bi ferehî bêne belavkirin û xwendin, ew hukariyê li ser mêjiyê mirovan dike. Mamoste bêtirî sed berhemî ji gelê xwe re hêþtiye, bireke ji wan ta niha jî çap nebûne, ew jî ziyanek e çandî mezin e. Ew berhemên heyîndar jî hîn negihêþtine wê tengê ku di nav kurdan de bibin pêdviyeke jiyanî, jîndar û ew fênomêna li ser berhemvanîya her nivîskarekî kurd tê bicihanîn. Çawa kurmanc em pir dereng bi xwe hesyane, ku xwedî li ziman, lîteratûr û li hemî cûreyên kûltûra xwe derkevin, lema ji ta niha berhemvanîya Q. Kurdo jî ji her kurdekî û dezgehên kurdan di wê babetê de çalakbin û berhemên wî wergerînin û belav bikin.

 

“Fîlosofiya Q.Kurdo fîlosofeyeke mirovhezî ye”

Li dawîyê ez kanim bêjim ku fîlosofiya Q.Kurdo fîlosofeyeke mirovhezî ye; bi dîtin mitaleyên xwe bergirî li rastiya heyîna kurd iriye, di demekê de ku hema ji her aliyekî de agir lê dibarandin; ew gelê kevnar ku li Rojhilata Navîn tovên þaristaniyê jî çandiye, gelekî serbixwe ye; xwedî zimanekî taybetî ye; mafê wî jî heye wek gelên din bi azadî û serbilindî bijî. Daxwaza wî ya fîlosofî serekîn ew e ku heyîna ku kurdan bi yekîtiya wan ve hevbest e; loma jî berî bi hefteyekê wesyeta dawiyê ev bû;  “Bila kurd bibin yek”. Bila ev wesyeta jî ji me re di sedsala 21ê û hemî serdeman de bibe sembola kurdan ya pîroz.”

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

      

 

 

 

 

• Komkar - den kurdiske forening © 2009 Nansensgade 30, 1. th, 1366 København 
Tlf. +45 33137501/30225297 email: info@komkar.dk  Arbejdernes Landsbank, regr nr: 5321 - konto nr: 0503541

 

 

 

                 Den Kurdiske Forening – KOMKAR-DK

                   VelkommenBi xêr hatin - Hoþgeldiniz