Divê kareseta Helepçe bibe sûcekê dijî mirovahiyê!
Îsal li ser karesata Helebçê 22 sal derbas bû. Xelkê Helebçeyê di destpêka meha Adarê de xwe ji bo pîrozkirina cejna Newrozê amade dikir. Berf hêdî hêdî dihelîya, erd reş dibû, çîçek û kulîlk aj didan, sala nû û jiyana nû despêdikir. Lê rûniştvanên bajarê Helebçeyê hizira wî nedikirin ku di cejna Newrozê de, rejîma faşîst ya Saddam, li ser Helebçeyê, bi balefiran wê jahrên kîmyawî bibarîne.
Rejîma Beas ya dîktator a Iraqê, di 16ê Adara 1988´an de bi çekên kimyawî bajarê Helepçeyê bombebaran kir. 5000 kal û pîr, jin û zarok Kurdên sivîl di nav çend deqîqeyan de bi çekên kîmyawî hatin kuştin. Bi deh hezaran jî birîndar bûn, bi sedhezaran Kurd ji cîh û warên xwe koç kirin. Ne tenê însan, hemû jîndar, heywan jî mirin, zad û zewî jî şewitîn. Bi kurtî jiyan li Helbçeyê bi tevayî hate kuştin.
Gazên kîmyawî cara yekem di dema belavbûna Împaratoriya Osmaniyan de, di sala 1920´an de jî bi fermana Fermandarê Îngiliz Winston Churchill ve hatibû bikaranîn. Îngilîzan dixwestin hukma xwe li Rojhilata Navîn bidomînin. Churchill, Kurdan wek ” Eşîrên ne medenî” bi nav dikir û li dijî wan, bikaranîna gazên kîmyawî gelek normal didît. ”Eşîrên ne medenî” rûniştîvanên herî kevn yê Mezopatmyayê bûn, ku medeniyetê li dinyayê belavkiribûn.
Churchill, di sala 1920´an de, gazên kîmyawî yên wek; ”Phosphours bombs, war rockets, metal crowsfeet (to maim livestock), man- killing shrapnel, liquid fire delay-action bombs” li ser Kurdan barandibû.
Mixabin ku parêzvanê bikaranîna gazên kîmyawî Winston Churchill, bi hinceta ”hostatiya wî ya li ser dîrok û biyografîkê”, di sala 1953´an de Xelata Edebiyata Nobelê girt. Ev yeka di dîroka însaniyetê de rûpelek reş û şermezariyek mezin vekir.
Piştî Hiroşîma û Nagazakîyê, dîroka mirovatîyê karesata herî komkuj li Kurdistanê jiya. Eva ne yekemîn car bû ku rejîma faşîst ya Saddam çekên kîmyawî li dijî gelê Kurd bi karanîbû û bi sedan Kurd pê kuştibû. Lê Helebçe bû dilopa dawî… 2
Lê, hemû qesasên Kurdan wek Winston Churchill nehatin xelatkirin. Rejîma Baas ya Iraqê hat ruxandin û li Iraqê sîstemek federalî hat avakirin. Saddam Husên hat îdamkirin, qesasên karesata Helebçeyê yek bi yek hatin mehkemekirin û biryardarê çekên kîmyawî Elî Hesen El Mecîd ( Elî Kîmyawî ), di roja 25.01.2010´an de bi biryara Mehkema Bilind ya Tawanan a Iraqê ve hat îdamkirin.
Mehkema Bilind ya Tawanan a Iraqê, di 28ê meha Sibatê de karesata Helebçeyê wek jenosîd qebûl kir.
Helebçe birîneke kûr û êşekî mezin di dilê gelê Kurd de vekirîye. Ew birîn û êşa mezin, tenê dikarê bi azadbûna Kurd û Kurdistanê ve bê pêçandin.
KOMKAR.eu, di 22. salvegera bîranîna şehîdên Helebçeyê de wan bibîrtîne û ji Neteweyên Yekgirtî, ji hemû dewletên dinyayê daxwaz dike, ku rê nedin Helebçeyên nû!
Em wek Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa-KOMKAR.eu, her weha ji Neteweyên Yekgirtî daxwaz dikin ku tevkujiya Helepçeyê wek sûcekê dijî mirovahiyê nas bike û 16ê Adarê bike rojeka navneteweyî ya qedexekirina çekên kimyawî.
16.03.2010
Kovan Amedî
Serokê KOMKAR.eu