
Koçberiya dawî ya Lazarev ji bo gelê kurd windayiyek mezin e
Prof. Mixaîl Semenovîç Lazarev, yek ji zanyarên kurdnas ê herî bi nav û deng ku ji 50 salî zêdetir e derbarê kurdan, dîroka kurdan û pirsgirêka kurd de xebat kiriye, di 7ê Adara 2010an de li Moskovayê çûye ser dilovaniya xwe.
Lazarev, yek ji rojhilatzanê herî bi nav û deng ê Rûsyayê bû. Wî li Zanîngeha Moskovayê, di beşa Rojhilatzaniyê de serokatiya Kurdolojiyê kiribû.
Prof. Lazarev li gel hin xebatên xwe yên din, derbarê dîroka kurdan de jî xebatên bê hempa kir; sê pirtûk û bi dehan gotar û nivîsên zanyarî yên li ser dîroka kurdan nivîsî.
Ew, ne bi tenê zanyarekî bû ku li ser dîroka kurdan lêkolîn dikir, ew her wisa dostekî kurdan bû û ji bo çareseriya kêşeya kurd xwedî pêşniyar bû. Lazarev ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd gelek gotar nivîsî. Di lêkolînên xwe de rewşa aborî, siyasî û civakî ya li Kurdistanê û têkoşîna kurdan a li hemberî kolonyalîstan analîz kir. Lazarev, bi awayekî dostanî nêzî vê têkoşînê bû. Wî dixwest Rûsya polîtîkayekî ku dê piştgiriya çareseriya pirsa kurd bike, biafirîne. Li gor wî, gere Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî piştgiriya kurdan bikirina.
Ev kalemêrê dostê kurda xatir ji me xwest. Lê xatirxwestina wî, em xemgîn kirin. Em wek Komeleyên Çira, koçberiya dawî ya kurdzanê mezin Lazarev ji bo gelê xwe windayiyeke mezin dihesibînin û didin zanîn ku dê gelê kurd hertim dostên xwe, di dilê xwe de veşêre.
Em ji malbat û dostên Kurdologê navdar Lazarev re sersaxî dixwazin.
Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Amedê
Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Agiriyê
Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRA ya Îstenbolê
Dengê Kurdistan